Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên Girkê Legê 35 rêwiyên azadiyê bîr anîn

QAMIŞLO – 35 rêwiyên azadiyên yên ku di mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de li mekanên cuda şehîd bûne hatin bîranîn.GIRKE_BIRANINA_35_SEHIDAN (5)

Meclîsên malbatên şehîdan ên navçeyên Girkê Legê û Çilaxa bi armanca bîranîna 35 şehîdên, di nava Gerilayên HPG, YPG/YPJ, Hêzên Asayîşê de ku di mehên Mijdar û Kanûnê de li mekanên cuda şehîd bûn merasîmê bîranînê li navenda Çand û Hunerê ya Aramac Tîgran a bajarê Rilmêlan li dar xist. Malbatên her 35 şehîdan û welatiyên navçeyên Girkê Leglê û Çilaxa amade bûn.

Cihê merasîmê bi wêneyên şehîdan û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan dest pê kir. Paşê bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Birûsk Ehmed hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û wateyên pîroz ên şehadetê û rola şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê destê nîşan kir.

Birûsk Ehmed got” Şehîdan rastiya pergalên hêzên komploger û siyaetên inkarkirinê yên li dijî gelê Kurd nas kirin, ji bo rakirina vê zulmê pêwîstî bi têkoşînê.”

Ehmed di berdewama axaftina xwe de, anî ziman ku serkeftinên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê berhmenên keda şehîdan e. her wiha banga xwedîderketina li xeta şehîdan kir.GIRKE_BIRANINA_35_SEHIDAN (1)

Endamê Rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê  Legê Qehreman Mihemed bal kişand li ser hevgirtina gelan li hember êrîşan û got ku ev hevgirtin bi saya berxwedana şehîdan pêk hatiye.

Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Meclîsa Malbatên Şehîdan tabloyeke wêneya şehîd jî pêşkêşî malbatên wan kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bb)

ANHA

GIRKE_BIRANINA_35_SEHIDAN (2) GIRKE_BIRANINA_35_SEHIDAN (3)