Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên gundê Xelîl pirsgirêka ceyranê bi xwe çareser kir

Cefer Cefo-Xandî Elo

EFRÎN – Komîna gundê Xelîl a girêdayê navçeya Şiyê  ya Herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê, pirsgirêka ceyranê çareser, kir.

Komîna gundê Xelîl ku hejmara malên wê 200 mal e, piştî ku 3`yê milyon L.S di nav hev de kom kirin, cenetoreke mezin ji bo ceyranê, kirîn.

Têkildarî mijarê, endamê  komîna gund Luqman Xelîl diyar kir ku wekî destpêk wê rojê çar saetan cenetorê vêxin. Xelîl anî ziman ku li gorî buhaya mazotê wê  saetên pêxistina cenetorê di rojên  pêş de werê diyarkirin.

Di dawiya axaftina xwe de, Xelîl bang li hemû şêniyên gundên Herêma Efrînê kir ku ji bo ji keysbaziyê xelas bibin, di nav hev de cenetorên ceyranê bikirin.

Balkêş e ku şêniyên  gund peran li hemberê embêran nadin. Berovajî xwediyên cenetoran ku her embêrekê hezar L.S difroşin.

(kc)

ANHA