Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên gundewarên Reqqayê vedgerin warên xwe

Dîmen

REQQA – Piştî Hêzên Sûriyê Demokratîk(QSD) di çarçoveya Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê bi dehan gund û mezreyên Reqqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û herêm ji mayînên çeteyan paqij kirin, şêniyan wan gundan vedgerin warên xwe û jiyana li wê herêmê asayî dibe.REQ-JIYAN-NORMALE-LE-GUNDI-REZGARKERE (4)

Bi destpîkirina Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê, şêniyên gundewarên Reqqayê ji ber kiryarên çeteyan ên hov û şerê li wê herêmê xwe spartin herêmên di bin parastina şervanên QSD`ê de. Şervanan jî ji aliyê xwe ve ew li cihê bi ewl û dûrî şer bi cih kirin.

Piştî gund ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, ji bo vegera welatiyan li cih û warên xwe şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê yekser dest paqijkirina herêmê ji mayîn û bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê kirin.

Bi paqijkirina herêmê û vegera ewlehiyê, welatiyên sivîl pêl bi pêl vedgerin warên xwe û jiyan li gundên rizgarkirî asayî dibe.

Nûçegihana me Alva Osê ku Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê dişopîne, bû şahîda vegera welatiyan li cih û warên wan û dîmen û wêneyên vegera jiyana asayî li wan gund, kişand .

DÎMEN Û WÊNE: ALVA OSÊ

(kc)

ANHA

REQ-JIYAN-NORMALE-LE-GUNDI-REZGARKERE (1) REQ-JIYAN-NORMALE-LE-GUNDI-REZGARKERE (3)