Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên kantona Şehbayê sersaxî ji malbata têkoşer Heson re xwestin

ŞEHBA – Şêniyên kantona Şehbayê ya herêma Efrînê, serdana konê sersaxiyê yê şervanê Cebhet Ekrad Amir Heson  ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, kirin û sersaxî ji malbata wî re, xwestin.SEHBA-KONE-SERSAXIYE ‫(193200644)‬ ‫‬

Konê sersaxiyê ku ji aliyê Meclîsa  Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê, li navenda herêma Til Rifet hatibû vedan, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên  şehîdan, hatibû xemlandin.

Her wiha di merasîmê de sersaxiyê de, nûnerên  Yekîtiya Jinên Azad û Hêzên Cebhet Ekrad, amade bûn.

Di merasîmê de, bi navê malbata têkoşer Amir û di heman demê de şervanê Hêzên Cebhet Ekrad e, apî wî Muhened Heson axivî û spasiya kesên ku sersaxî ji malbata wî re xwestine. Muhened destnîşan kir ku şehîd  Amir şehîdê hemû gelê Sûriyê yê azadîxwaz e.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Nadiye Osman û Endamê Meclîsa Rêveberiya Kantona Şehbayê Mihemed Mustefa axivin û sersaxî ji malbata têkoşer re xwestin û rola şehîdan bi destxistina serkeftinan li Bakurê Sûriyê, anîn ziman.

Piştî axaftinan, nasnameya têkoşer hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Merasîma sersaxiyê bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(kc)

ANHA