Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên Kefer Naya: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin

Dîmen

ŞEHBA – Şêniyên navçeya Kefer Naya ya kantona Şehbayê berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê silav kirin û gotin ku ew heta mirinê li ber xwe bidin.

Şêniyên navçeya Kefer Naya ya kantona Şehbayê têkildarî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi amadebûna dehan şêniyên navçeyê li dibistana El-Muhdise ji aliyê Hevserokê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a navçeyê Ebdulhemîd Şobik ve hate xwendin.

Ebdulhemîd Şobik berxwedana gelên Efrînê û Şehbayê silav kir û tek kir ku ew li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.

Şobik êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê li ser Efrîn û Şehbayê bi tundî şermezar kir û got ku ev êrîş yek ji hewldanên zindîkirina xewna Osmaniyan e û wiha domand: “Em ji dagirkerinan re dibêjin ku em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe xaka welatê xwe biparêzin.”

Ebdulhemîd bal kişand ser bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên hiqûqî û bang li wan hate kir ku berpirsyariya xwe pêk bînin û sînorekî ji komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê re ku qanûnên navnetewî binpê dike deynin.

Ebdulhemedî Şobik got: “Em wekî şêniyên Kefer Naya berxwedana dîrokî ya QSD‘ê di serî de YPJ‘ê silav dikin û soz didin wan ku em ê li xeta pêş ya parastinê bin û berisva êrîşên çeteyan bidin. Em ji cîhanê re dibêjin ku yek pitik mabe jî xaka Sûriyê ji aliyê dagirkerên Osmaniyan ve neyên qirêjkirin.”

(bb)

ANHA