Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Kawa oxir kirin

KOBANÊ – Şêniyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Kawa Kobanê oxir kirin.  KOB-MESIMA-SEHID-KAWA1 (4)

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Mislim, Endamên TEV-DEM’ê, saziyên sivîl û Desteyên Rêveberiya Xweser cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Kawa Xişo (Kawa Kobanê) ku di hemleya  rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye, wergirtin û ber bi goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve dest pê kir. Piştre Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen axivî, di kesayeta şehîd Kawa de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û da zanîn ku cangoriyên azadiyê di oxira parastina axa welat de canê xwe feda kirin.KOB-MESIMA-SEHID-KAWA1 (5)

Şêx Hesen di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku bi saya berxwedana şervanên YPG/YPJ/QSD’ê, li Rojava-Bakurê Sûriyê gelek serkeftin hatin bidestxistin.

Piştre jî Endamê TEV-DEM’ê li navçeya Fenaya ya dikeve rojavayê bajarê Kobanê Sûad Elî Demir jî anî ziman ku ew ê li berxwedana li hember êrîşên li ser herêmên Bakurê Sûriyê bidomînin û piştgiriya YPG/YPJ/QSD’ê bikin.

Elî Demir soza şopandina riye şehîdan heta avakirina Sûriyeke demokraktîk, nû kir.

Di dawiyê de nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” de hat veşartin.

(mm)

ANHA