Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên Minbic û Reqa dê biryara tevlîbûna fedraliyê bidin

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê sûriyê Hediya Yûsif da zanîn ku armanca ji ragîhandina sê herêman li Bakruê Sûriyê ew ku rewşa aborî pêbikeve,her wiha rêveberî were hêsankirin. Yûsif, her wiha da zanîn bi vê yekê dê gelê herêmê bibe xwediyê biryarê û got: ʺGelê bajarên Reqa û Minicê ew ê biryara tevlîbûna xwe ya Fedralî bistînin.ʺ

Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê sûriyê Hediya Yûsifderbaêr erêkirina qanûna dabeşkirina rêveberiyan û qanûna hilbijartin tevlîbernameya Ronahî Tv bû pirsên wan bersivand.

Hevdîtin wihaye

Armanca we ji qanûna dabeşkirina rêveberiya Fedraliya Demokratîk çiye?

Di serîde emhemû şehîdên komkujiya Şengalê bi rêzdarî bibîr tînin. Di hemandemê de emkriyarên hovane ku li dijî gelê me pêk hat bi tundîşermezar dikin û em bang li hemû gelê me yê êzîdî dikin ku bi rihê berxwedanê tevbigirin.

Me sîstema Federaliya Demokraîtk li Bakurê sûriyê di buara 2016ʹan de ragîhand. Me di vê sîstmeê de tekane riya guncaw a çareserkirina aloziya Sûriyê dît. Di heman demê de ji gelê Bakurê Sûriyê re ji bo xwe birêxistin bike. Da ku em karibin xwe birêxistin bikin, her wiha jiyana hevbeş û biratiya gelan bikin rêgeza bingehîn a Bakurê Sûriyê.

Armanca me ji ragîhandina sê herêman û herêmên ku hêzên me rizgarkirine ew ku pêşketina aborî li herêmê pêk were, her wiha rêbaza rêveberiyê were hêsankirin. Armanca me bi vê yekê ew e ku gel bibe xwediyê biryarê.

Di demên dawîde gelek pirsyar û îdad derketinku em dixwazin Sûriyê parçe bikin, bi taybet jî Bakurê Sûriyê. Lê em ji kesên gumanbar re dibêjin ku projeye ma ne ji bo parçebûna herêmê ye,lêbelê em gelên herêmê yên bi hev re jiyan dikin, birêxistin dikin.

Beriya projeya Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê were ragîhandin, sîstema kantona hebûn, kantonên Cizîr,Kobanê ûErrîn hebûn. Lê di nava van herêman de herêmên din hatinrizgarkirin, bi serekftina Rêveberiya Xweser me karîbû hemû herêman bighînin hev.  Herêmên ji aliyê me ve têne rêveberin zêdebûn. Vê ferehbûnê hişt ku em sîstema Rêveberiya Xweser û yekîtiya biryara civakê pêk bînin, wiha wê civak bibe xwediyê biryarê.

Ji aliyê din jî hin herêm hene xwedî taybetmendî ne. Em naxwazin vê taybetmendiyê bidin guhertin, ji ber me projeya ne navendî ya demokratî pêşniyar kir da ku gelê me bibe xwedî îradeyeke xurt.

*Têkilî din navbera Kantona Qamişlo û Kantona Hesekê de çawa be?

Me berê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragîhand, ji ber şert û mercên heyî me nikarîbû ew temam kiriba, ji ber vê yekê bingeha Rêveberiya Xweser hinekî kêm ma.  Ê gel û civak birêxistin kir, TEV-DEMʹê bû, ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser li aliyekî ma û rêveberiya civakî li aliyê din ma,carna di navbera herdû aliyan de nakokî derdiketin.

Ji bo herdû rêveberî bibin yek ji me tê xwestin ku em ji nû ve wan ava bikin,ev rêveberiya nû dê xwe ji komînênguna û navçeyanbirêxistin bike. Paşê li bajar û kantonê. Di gava dawî de jî li herêmê.

Ev rêveberiya nû rola komînan tune nake, ev komîn dê meclîsa xwe ya taybet ava bikin, her wiha dê rêvberiya wê di çarçoveya sînorê wêde hebe.

Me navê kantonê jib o em navê Parêzgehê yan wîlayetkê bikar neyîn, Kantona Qamişlo wê melcîsa wê ya li ser asta komîn, gund û navçeyan hebe. Di heman demê de wê Desteya wê ya rêveber da ku rewşa kantonê li gorî asta erka xwe pêk bîne.

Çiqas kanton di herêmê de hebe, her kantonek wê nûnerên xwe di meclîsa gel a heêrmî de hilbijêrin,ev mecîs dê Desteyan birêve bibe, wekî kantonên niha. Dê meclîsa Rêveber were avakirin,ew dê karê xwe li  ser riya desteyan birêve bibe. Ihtîmal heye ku deste di Melcîsa nû de nîn be, ji ber ku ew xwe li ser asta Bakurê Sûriyê birêxistin dike. Dibe ku tenê 2 deste werin çêkirin, ew jî desteya parstinê û desteya têkiliyên derve.

Piştî Kongreya Gelan a Demokratîk li ser asta Bakurê Sûriyê were avakirin, em ê li ser esasê wê Fedraliya bakurê Sûriyê ava bikin, kar û xebatênwê jî dê di riya desteyên wê re pêk were. Navê wê jî dê bibe Desteya Bakurê Sûriyê.

Dê sînorê rêveberiya Desteyên herêman û desteyên Fedraliya bakruê Sûriyê hebe. Wekî nimûne: Desteya Perwedeyê, dê karê wê li ser asta tevahiya herêmê be, lê hin deste jî wê karê wan ji desteyên bilind ên Fedraliyê be, amadekirina metreyalan, ji seretayî  û heta amadeyî karê desteyên herêmê ye. Lêqonaxa zanîngehê dêkarê desteyên bilind be.

*Gelek kes derbarê Reqa pirsyar dikin, gelo wê girêdayî Fedraliya Bakurê Sûriyê be yan na?

Dema me biryara pirojeya Fedraliya Bakurê Sûriyê da, em sê kanton bû. Minbic û Reqa jî hîn ne rizgarkirî bûn, ji ber vê yekê me nikarî biryar derbarê wan de bgirin. Lê têkiliya me bi Şêniyên Minbic re heye, rêveberiya Minbic xwedî îradeyeke xurte ku tevlî Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bibe, lê li gorî irfêndemokratîk divê gel biryara xwe bistîne.

Kengî gelê Minbicê  û şêniyên wê biryar dan ku tevlî Fedraliya Bakurê Sûriyê bibin, deriyê Fedralliyê ji wan re vekiriye.

Ji bo Reqa jî hîn dem zûye ku em behsa çarenûsa wê bikin. Heta niha bi temamî ne hatiye rizgarkirin, xebatên rizgarkirina wê didome. Meclîsên hatine avakirin jîtenê di warê xizmetgozariyê de sînordar in û alîkariya koçber û sivîlan dikin.

(dc)