Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên Minbicê 4 têkoşer oxir kirin

MINBIC – Şêniyên bajarê Minbicê cenazeyên 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, oxir kirin.MINBIC-MERASIMA-SEIHDA1 ‫(260440578)‬ ‫‬

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyên 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Mustefa, luey Mûsa, Ebdulhemîd Harûn (Ebû Heleb) û Ebdulbasit Hisên (Ebdulbasit Bikarî) ku 18′ê nîsanê di Hemleya Xezeba Firatê de şehîd bûne, ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi goristana Şehîdan a li başûrê Minbicê ve, ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtin û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û anî ziman ku cangoriyên azadiyê axa welatê xwe rizgar kirin û wiha pê de çû: ″Lehengên Minbicê niha li Tebqayê û Reqqayê jî, destaneyan dinivîsin. Em soza şopandiya riya wan û pêkanîna armanên wan didin.″MINBIC-MERASIMA-SEIHDA1 ‫(260440580)‬ ‫‬

Fermandarê Siwar Minbic Ehmed Eriş jî sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û wiha got: ″Em gelên azadîxwazin û li her deverê li dijî terorê şer dikin. Gelê Sûriyê bi yek destî herêmên xwe rizgar dike, da jiyaneke hevbeş ava bike.″

Her wiha bi navê Meclîsa Sivîl a Minbicê Elî Cemîlî jî peyam da Erdogan, Bexdadî û kesên ku tevlî nava refên çeteyên Tirkiyê bûne û wiha axivî: ″Bila Erdogan li dîrokê vegere, da bizanibe ku gelê me bi berxwedana xwe axa ji hêzên dagirker rizgar kirin. Bila Bexdadî û çeteyên xwe bizanibin ku lehengên me bajarê Minbicê azad kirin. Her wiha em bang li ciwanên ku beşdarî nava refên çeteyên dewleta Tirk bûne dikin ku ji dawa dagirkeran vegerin û parastina herêmên xwe bikin.″

Di dawiyê de nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.

(mm)

ANHA