Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên Qamişlo 4 têkoşerên azadiyê oxir kirin

Dîmen

 

QAMIŞLO – Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên 4 şervanên YPG′ê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan, oxir kirin.QAMISLO-MERASIMA-SEHIDA1 ‫(174850565)‬ ‫‬

Bi hezaran şêniyên bajarên Qamişlo, gundewarên wê, Endamên Saziyên Civaka Sivîl û şervanên YPG/YPJ′ê cenazeyên 4 şervanên YPG′ê ″Mihemed Seydo (Hemûdî Qamişlo), Zêdan Nehar (Hemûd Qamişlo), Elî Beyzî (Serhed Qamişlo) û Mazin Niwêsir (Murad Qamişlo)″ ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir kirin.

Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtin û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Gabar Hesen û Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen, axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên têkoşeran re hat xwestin û hat zanîn ku şehîdên azadiyê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, canê xwe feda kirin.QAMISLO-MERASIMA-SEHIDA1 ‫(174850569)‬ ‫‬

Her wiha hat diyarkirin ku şervanên azadiyê li bajarê Reqayê destaneyên lehengiyê li dar dixin û soza tolhildanê û şopandina riya şehîdan, hat dayîn.

Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.

(mm)

ANHA