Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên Serêkaniyê li dijî êrîşa li ser Mexmûr helwest nîşan dan

HESEKÊ– Erîşa li ser wargeha Mexmûr û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke hatin şermezarkirin.SRK-MES- JI BO MEXMOR (2)

Bi pêşengtiya Tevgera Civaka Demokratîk bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşa li ser wargeha Mexmûr, bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê yê daketin qadana û meşeke organîze kirin.

Meş ji pêşiya Mala Gel dest pê kir.

Çalakgeran ku alên YPG/ YPJ‘ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan hilda bûn û pankartên bi nivîsên “Em êrîşa li ser wargeha Mexmûr bi tundî şermezar dikin”, “Bimire hêzên komploger” û “Bijî Serok Apoî hatibûn vekirin di nava kolanên sereke yên bajêr meşiya û bê navber diûrşmeyên şermzarkirina êrîşa li ser Mexmûr û tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîr dikirin.

Meş li qada Azadî veguherî mintîngê. Li wir deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin. Paşê bi navê TEV-DEM‘ê daxuyaniyeke hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê mamoste Bêrîvan Naso ve hate xwendin.SRK-MES- JI BO MEXMOR (1)

Di daxuyaniyê de hate gotin “Em êrîşa hovane ya li ser gelê me yê Mexmûrê bi tundî şermezar dikin. Êrîşên bi vê rengî wê nikaribe li ber têkoşîn û vîna gelê me yê azad bibe kelem, berevajî vê yekê em ê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin û xeta şehîdan û Rêbertiyê berdewam bikin.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Ji Rêber APO re azadî” bi dawî bû.

(sx)

ANHA

SRK-MES- JI BO MEXMOR (5) SRK-MES- JI BO MEXMOR (3)