Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên Şêxmeqsûd ji bo azadiya Ocalan meşiyan

HELEB – Piştê demeke dirêj ku ji ber êrîşên komên çete şêniyên Şêxmeqsûd di rewşa awerte de jiyan dikin, niha êdî careke din dikarin bi HLB-DAWIKIRINA-GIRIVA-BIRCIBUNE-BI-MES (1)aramî jiyan bikin û meşan lidar bixin. Şêniyên Şêxmeqsûd meşa xwe ya yekem piştî aramiyê ji bo azadiya Ocalan lidar xistin.

Çalakiya girava birçîbûnê ku TEV-DEM`ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelên Kurd Abdulah Ocalan li taxa Şêxmeqsûd lidar xistibû bi meşekê bi dawî bû.

Bi sedan pêkhateyên Şêxmeqsûd li ber Navenda Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û tevlî girava birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate lidarxistin bûn.  Welatiyan di dawiya çalakiya xwe de meşek lidarxistin. Hêjayî bîrxistinê ye ku ji ber topbaran û êrîşên çeteyan ên li ser taxê, şêniyên Şêxmeqsûd meş û kombûna lidar ne dixistin. lê piştî derketina çeteyan ji rojhilatê Helbê, şêniyên Şêxmeqsûd careke din dest bi meşan kirin.

Beriya destpêkirina meşê, daxuyaniya TEV-DEM`ê derbarê şemezarkirina tecrîda li ser Ocalan û daxwaza azadiya wî bi zimanê kurdî û erebê ji aliyê Endamên Desteya Rêveber a Meclîsa TEV-DEM`ê Bedran Hemo û Sakîne Mihemed ve hat xwendin.HLB-DAWIKIRINA-GIRIVA-BIRCIBUNE-BI-MES (2)

Daxuyanî wiha ye:

“Di dîroka mirovahiyê de gelek cureyên berxwedanê  hatin kirin. Her gelek û netewek rêbazê xwe yê berxwedanê taybet heye û bûye parçeyek ji çandina wî. Bi armanca definkirina çarenûsa gelan dibin keviran de Rêberê Gelên Kurdistanê Ocalan di encama planên mîtîngerî û navnetewî de dîl hat girtin.

Li vir em soz didin Rêber şehîdên xwe, berxwedêrên zîndanan, şervanên li çiyayên azad û bereyên şer em ê heta azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî li berxwe bidin.”

Paşê meş hat destpêkirin û li kolanên sereke yên taxê dewam kir. Meşvanan dûrişmeyên şermezarkirina polîtîkeyên AKP`ê yên li dijî gelê kurd û ocalan bê navber beriz dikirin. Şêniyan di meşê de posterên Ocalan, al û sembolên kurdî hildabûn.HLB-DAWIKIRINA-GIRIVA-BIRCIBUNE-BI-MES (4)

Meş li aliyê rojhilatê taxê veghurî mîtîngê. Li vir axaftin ji aliyê Hevserokê Meclîsa Hevbeş a taxê Mirî Şiblî bi zimanî erebî û bi zimanê kurdî ji aliyê Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê Hîvî Silêman ve hatin kirin.

Di axaftinan de siyaseta ku AKP`ê li dijî gelê Bakurê Kurdistanê û Ocalan dimeşînê hat şermezarkirin û tekez kirin ku ew ê çalakiyên xwe dewam bikin da ku Ocalan  azad bibe.

Her wiha axafitvanan bêdengûna navnetewî derbarê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin û bang li hemû gelên herêmê kirin ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk yekîtiya xwe xurt bikin.ʺ

Mîtîng di dûrişmeyên şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan bi dawî bû.

(kc/dc)

ANHA