Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên taxa Eşrefiyê vedigerin warên xwe

ARIF SILÊMAN

HELEB – Şêniyên taxa Eşrefiyê ya Helebê vegerin warên xwe û malbatên xwe jinûve ava dikin.

Dema ku  çeteyên îtîlafê ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne destekirin taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê dagir kirin, şêniyên taxê bi darê zorê ji warên wan dane koçkirin û malên wan wêran kirin.

Piştî ku şervanên YPG/YPJ′ tax rizgar kirin, roj bi roj şênî vedigerin warên xwe. Heta niha 25 malbat vegeriyane taxê.

Welatiyên ku vegeriyan malên xwe axivîn û hestên xwe anîn ziman.

IMAN EHMED

Îman Ehmed Şemar got ku wan ji ber topbarana komên çete koçî taxên bi ewle kirin û wiha got: ″Piştî ku em ji taxê derketin, çeteyan malên me dagir kirin. Ez spasiya şervanên YPG/YPJ′ê dikim ku warên me rizgar kirin.

MIHEMED MISTEFA

Mihemed Mustefa jî anî ziman ku çeteyan şêniyên taxê bi darê zorê ji malên wan didan koçkirin û wiha pê de çû: ″Dema ku pevçûnên li taxê dijwar bûn û ewlekarî nema, em neçarî koçberiyê bûn. Piştî ku taxa me ji aliyê YPG/YPJ′ê ve hat rizgarkirin, em vegeriyan û niha em malên xwe jinûve ava dikin.″

MIHEMED CEREH

Her wiha Mihemed Herec jî diyar kir ku şervanên YPG/YPJ′ê bi şev  û roj parastina taxê dikin û jiyana welatiyan bi ewle kirine.

(mm)

ANHA