Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên taxa Hilêliyên komîngeha xwe vekirin

Dîmen

QAMIŞLO – Şêniyên taxa Hilêliyên bi navê “Şehîd Ciwan Mihemed Selîm” komîngeha xwe vekirin.

Bi armanca vekirina komîngehê merasîmeke hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên taxê beşdarî merasîmê bûn.

Hevserokê Komînê Mihemed Temo vekirina komîngehê li şêniyên taxê pîroz kir û got “Bi xebateke hevbeş û kolektîf  komîngeh hate vekirin. Komîngeh ne girêdayî yek kesî  ye, lê belê ji bo xizmeta tevahî şêniyên taxê hate vekirin, ji ber vê yekê divê hemû endamên komînê ji bo xizmeta civaka xwe bi xebitin.”

Komîngeh ji aliyê malbata şehîd Ciwan Mihemed Selîm ve di nava tilîliyên dayikan de hate vekirin.

Têkoşer Ciwan Mihemed Selîm bi navê Bahoz tê naskirin. Sala 1991‘an de tevlî Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû û di sala 1993‘an de li çiyayên Bakurê Kurdistanê li hemberî êrîşên dewleta Tirk şehîd bû.

(bb)

ANHA

QAMISLO-LI-TAXA-HILELIYE-KOMINEK-HAT-VEKRIN (5) QAMISLO-LI-TAXA-HILELIYE-KOMINEK-HAT-VEKRIN (3) QAMISLO-LI-TAXA-HILELIYE-KOMINEK-HAT-VEKRIN (2) QAMISLO-LI-TAXA-HILELIYE-KOMINEK-HAT-VEKRIN (1)