Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên Tebqa çanda biratiyê careke din vejîn kirin

Dîmen

 TEBQA – Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokartîk li bajarokê Mehmûdlî li gundê Tebqayê, şevbuhêrkek lidarxistin, çalakiya yekemîn piştî 6 salan ku têde biratiya gelan û tekoşîna hevbeş di navbera kurd û ereb derkete pêş. TEBQA-SEVBERKA-CIWANEN-EREB ‫(190448134)‬ ‫‬

Ji sala 2012ʹan û vir ve ji ber komên çete, welatiyên Tebqayê nikarîbûn çanda xwe bikar  bînin.  Welatiyên kurd, mesîhî û îsmayîlî dan koçber kirin û cihên ku netew lê nimêj û îbadetê dikin rûxandin.

Bi rizgarkirina Tebqayê ku di 10 Gulan`ê de ji aliyê QSD`ê ve hate rizgarkirin, êdî piştî 6 salan welatiyan nefeseke nû kişandin û çanda xwe bikar tînin.

Têkildarî mijarê Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokrat, şevbuhêrkek bi zimanên erebî û kurdî lidarxistin

Bi dehan welatiyên bajarê Tebqa û bajarokê Mehmûdlî, endamên Meclîsa Sivîl a Tebqa, endamên Meclîsa Jin a Tebqayê, şervanên QSD`ê û gelek rûspiyên herêmê li navenda Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokart li bajarok, amade bûn.

Navend bi alên Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokrat, Meclîsa Sûriye Demokartîk, QSD`ê, YPJ`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hate xemlandin. Her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û nivîsa ʺMe bi ciwantî destpê kir, emê bi ciwantî jî bi ser bikevin” hatibûn dalqandin.

Li meydana Şevhuhêrkê jî alavê kevin ên civakê bikar tanîn wekî denê qehwê, Delo, lava çêkirina mast, Alaveke muzîkê navê (Mihbaş lê tê kirin) kevçiyên mezin ên ji nihasê, alavênkevin yênraxistina malên erebî hatibûn danîn.

Beşdarên ku bi salan ji çanda xwe haitbûn qedexe kirin, li benda şevbuhêrkê bûn û bi destpêkirina şevbuhêrkê re 2 hesp ketin qadê û siwarên wan hunera hespên ereb pêşkêş kirin. TEBQA-SEVBERKA-CIWANEN-EREB ‫(190448135)‬ ‫‬

Hesp nêzî hev dibûn û tên hember hev, ev yek jî îşaret bi amadekariyên ji şer re dike li gorî hespê kesê bi navê Teysîr Efat EL-Fedan ku da zanîn armanca ji pêşkêşkirinê ew e jinûva vejînkirina çanda ereban ku bi salan hatibû tune kirin. Fedan her wiha da zanîn ku ev şevbuhêrka wan nameyek ji Erdogan û DAIŞʹê re ye da ku bizain ku kurd û ereb bi hev re bi yek destî li dijî terorê disekin û serkeftinan bi dest dixin.

Di dawiya pêşkêşkirinê de, herdû hespan alên QSD`ê û Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokrat hildan û dirûşmeyên silavkirina QSD`ê berz kirin.

Piştre şevbuhêrk bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê 12 helbestvanên kurd û ereb dest bi xwendina helbestan li ser berxwedana QSD`ê û tekoşîna Rêberê Gelên Kurd Abdulah Ocalan hate pêşkêşkirin.

Di nava helbestan de beşek li ser alava Rebabê û mewalên bi zimanê erebî b, her wiha beşeke li ser Biziq û mewalên bi zimanê Kurdî hatin pêşandan.

Piştî ku helbestvanan helbestên xwe xwendin, helbestên bi kurdî û erebî hatin xwendin û helbestvanan avêtin ber hev. Her wiha bal hate kişandin ser tekoşîna hevpar a kurd û ereban ku li dijî komên çete yên DAIŞʹê pêk tê.TEBQA-SEVBERKA-CIWANEN-EREB ‫(190448133)‬ ‫‬

Di dawiya beşdaran kêfxweşiya xwe anîn ziman û  Helbestvanan wêneya Rêberê Gelên Kurdistanê Abdulah Ocalan hildan û dirûşmeya ” bi can û bi xwîn bi te rene Ocalan” beriz kirin.

Beriya ku şevbuhêrk bi dawî bibe, Meclîsa Sivîl a Tebqayê diyariyên spasiyê dan helbestvanan û komên hunerê, paşê govendên kurdî û erebî ji aliyê beşdaran hatin gerandin.

(jo)

ANHA