Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên Tebqayê dozên xwe çareser dikin

TEBQA – Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê ji destpêka damezirandinê û vir ve dozên welatiyan li gorî irif û adetên civakî çareser dike.TEPQA-QUMITYEA-LIHEVANINE1 (1)

Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê di 8’ê tebaxê de hate avakirin û ji dema hate avakirin dest bi çareserkirina doz û pirsgirkên welatiyan ku di dema rêjîmê û çeteyan de ne dihatin çareserkirin, kir.

Di çarçoveya Dîwanê de Desteya Îda û Lêpirsînê, Desteya Rêveber, Desteya Cûdakirinê, desteya Dîwana Edaletê û Desteya komîteyên lihevanînê hatin avakirin. Ev komîte li gorî erkên xwe dest bi çareserkirina dozên welatiyan kir.

Di nava desteya Komîteya Lihavanînê komîteyên şaxan hate vekirin. Ev li navenda bajarê Tebqa û gundên wê têne belavkirtin. Hejmara wan 9 koîtene û li taxên bajar û gundan hatine avakirin. Di nava komîteyan de 16 komîteyên ku 22 kes di wan de dixebitin hene.TEPQA-QUMITYEA-LIHEVANINE1 (2)

Komîteya Lihevanînê bi Hevserokên Meclîsên taxan û malên gel re di nava hevkariyê de ne û dozên welatiyan li ser esasê lihevanîna civakî çareser dikin Destpêkê komîtey doze di riya encamên xwe re lêkolîn dike. Endama Rêveber ê Komîteya LIhhevanînê Fatma El-Mihemed da zanîn ku ew di riya komîteyên xwe re dozan lêkolîn dikin û li riya çareseriyê digerin.

Paşê doz ji Komîteya Lihevanînê re tê pêşkêşkirin û li gorî nêzîkirina herdû aliyan hewl dan têne kirin heta doz tê çareserkirin.

Doza nayê çareserkirin jî mehekê li gel komîteya lihevanînê tê rawestandin û dema hewldana dawî jî çareserî ne hate qebûlkirin doz ji Desteya Dîwana Dadê re tê şandin. Hemû detayên dozê jî wekî tekmîl  ji dîwanê re tê şandin. Heta niha zêdeyî 100 dozî hatiye çareser kirin.

(bx)

ANHA