Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên Tebqayê ji malbata 5 şehîdan re sersaxî xwestin

TEBQA – Komîteya Karûbar û Malbatên Şehîdan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, ji malbata 5 şehîdan re sersaxî xwestin.

Doh hejmareke mezin ji şêniyên bajarê Tebqa û gundewarên wê cenazeyên Şehîd Fewaz El-Salih (Ebû Hesen), Şehîd Ehmed El-Husên (Ebû Hesen), Şehîd Reed Hemûd (Ezdar), Şehîd Xezwan Umer (Xezwan Reqa), Şehîd Mehmûd Mihemed Hemûd (Birûsk)” ên di Pêngava Bagera Cizîrê şehîd bûn, li goristana şehîdan a Tebqayê spartin axê.TEBQA-DAIKA-SAHID

Îro jî welatî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin. Dayika şehîd Fewaz El-Salih di merasîma sersaxiyê de axivî û wiha got: “Ez îro serbilind im ku kurê min ji bo vê xaka pîroz xwe gihande rêhevalên xwe yên şehîd. Beriya wî bi şehadetê gihiştin mertebeya herî bilind û bi tiştî herî giranbuha ji bo parastina welat, malbat û rûmeta xwe fedayî kirin. Emê zarokan bîn in da li ser hezkirina welat û parastina wê perwerde bikin ku li ser rêbazên  bavên xwe ya têkoşîn û azadiyê bimeş in û di vî welatê giranbuha de bibin projeyên şehadetê.”

Rêveberên Komîteya Karûbar û Malbatên Şehîdan axivîn û wiha got: “Bi şehîdên xwe serbilind û serfirazin, ne bi lehengî û fedakariyan wan bûya ku tiştê herî giranbuha pêşkêşkirine, me nikarîbû ev jiyana azad û bi rûmet bijîn. Şehîdên me menareyên ronîkirina rêya azadiyê û têkoşînê ne.”

(rr)

ANHA