Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên Til Hemîs sersaxî ji malbatên 2 şehîdên Reqayê re xwestin

TIL HEMÎS – Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs sersaxî ji malbata Şehîd Ehmed û Şehîd Cûma re xwestin.TIL HEMIS-KONE-SERSAXIYE (2)

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û gundên wê, şervanên YPJ/YPG û Asayîş berê xwe dan konê sersaxiya yê şehîd Ehmed EL-Emerî (Ehmed EL-Emerî) û Cûma EL-Nasir(Cûma EL-Nasir) ên di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûne û sersaxî ji malbatan re xwestin.

Konê sersaxiya şehîd Ehmed EL-Emerî li pêşiya mala wan a li gundê Xernûbî EL-Reîdat yê dikeve rojavayê Til Hemîs yê Kantona Qamişlo û konê sersaxiyê yê şehîd Cûma EL-Nasir li li gundê Zîba EL-Eliyan a rojhilatî Til Hemîs  hate vekirin.

Di bin konê sersaxiyê de piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Endamê Rêveberiya  Asayîşê Ebdullbarî Mihemed, bi navê TEV-DEM`ê Salih Xelef, Bi navê şaredariya navçeya Til Hemîs Ebdullrehman EL-Hadî, bi navê Kongreya Star Coza Hasod û bi navê Xeta şehîd Lewend Mihemed Xilêwî axivîn.

Di axaftina de sersaxî ji malbata herdû şehîdan re hate xwestin û soza şopandina riya wî hate dayîn.

Sersaxî heyanî saetên êvarî berdewam dike.

(bx)

ANHA