Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên Tirbespiyê du cangorî oxir kirin

Dîmen

 TIRBESPIYÊ – Şêniyên bajarê Tirbespiyê cenazeyê du şervanên YPG′ê ku di Hemleya Xezeba Firatê de şehîd bûn, oxir kirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê cenazeyên herdû şervanên YPG′ê Lewend Tûkel û Bengîn Harsa ku di Hemleya Xezeba Firatê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Dilşêr, oxir kirin. TIR-MERASIME-SEHIDA2

Li goristanê, deqeyek rêz hat girtin û şervanên YPG′ê toraneke leşkerî li dar xistin. Piştre jî Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Elî El-Ebawî, Endamê Meclîsa herêma Tirbespiyê Silêman Ereb, Fermandarê YPG′ê Egîd û bi navê malbatên herdû cangoriyan, axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de, girîngiya şoreşa Rojava ji bo avakirina civakeke demokratîk û Sûriyeke Federal, her wiha rizgarkirina gel ji zulma çeteyên DAIŞ′ê, hat vegotin.TIR-MERASIME-SEHIDA3

Axaftvanan dane zanîn ku şervanên azadiyê axa welat bi xwîna av didin û ji dijminên gelê Sûriyê, rizgar dikin û destkeftiyên şoreşê diparêzin.

Piştre nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin oxirkirin.

(mm)

ANHA