Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Seqem bandorê li pêşketina Xezeba Firatê nake

Dîmen

WARŞÎN SALIH

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê tevî hemû şert û mercên zehmet ên hewayê û serma zêde jî bi moraleke xurt pêşveçûna xwe didomînin.REQA-HEMLEYA-XEZEBA-FIRAT (5)

Gava duyemîn a Pêngava Sêyemîn a Hemleye Xezeba Firatê ku ji baskê Mekmen destpê kiriye, bi hemû hêza xwe didome. Şervanên  QSDʹê bi biryardarî û israreke mezin li dijî çeteyan şer dikin û rojane herêmên Sûriyê ji çeteyan rizgar dikin. Şervanan di gava berê de jî herêmeke berfireh ji erdên Reqqayê ji komên çete yên DAIŞʹê rizgar kirin û herdû baskên Hemelyê ku ji Mekmen û Xiniz destpêkiribû gihiştin hev.

Vê carê şervanan dest bi gava duyemîn a pêngava sêyemîn a Hemeleyê kirin. Di vê carê de Şervanên Melcîsa Leşkerî ya Dêra Zorê jî cihê xwe di hemleyê de giritin.

Rewşa hewayê sare

Di van rojan de rewşa hewayê sare, lê ev yek bi tu awayî bandaorê li şervanan nake. Şervan bi muralekî xurt di nava şer de û derbeyên giran li çeteyan dixin. Şervan her wiha sivîlan jî rizgar dikin.REQA-HEMLEYA-XEZEBA-FIRAT (2)

Şervanê QSDʹê Rûbar Heleb ku di hemeleya Xezeba Firatê de cih digirie got ku tevlî rewşa hewayê ya sar, lê muralê me xurte û em bi muraleke xurt şer dikin û ber bi Reqqayê ve pêş ve diçin.

Rûbar Heleb, da zanîn ku muralê hemû şervanên wan bilinde û wiha dom kir: ʺEm ji bo armancekî hatine vir. Armanca me ya sereke rizgarkirina gelê herêmê ye. Em bi kêf û mural armanca xwe pêk tînin, em ê heta rizgarkirina Reqqa bi vî muralî pêş ve herin.ʺREQA-HEMLEYA-XEZEBA-FIRAT (3)

Şervanê Xezeba Firatê Memo Hesekê ku ji pêkhateyên ereb e got ku ew bi muralekî bilind şerê çeteyên DAIŞʹê dikin û ev tişt anî ziman: ʺ Em ji bo rizgarkirina gelê herêmê ji çeteyên DAIŞʹê şer dikin, em ê hemû gelê xwe yê Reqqyê ji çeteyan rizgar bikin. Em bi muralekî xurt şerê çeteyan dikin. Serma tu bandorê li pêş ve çûna me nake.ʺ

Memo Hesekê di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên Reqqayê kir ku bi baldarî tevbigirin û wiha got: ʺTu şervanên me ji bo berjewndiyên şexsî ne hatine herêmê. Armanca me ya serke ew e ku em gelê xwe ji zulm û zordariya çeteyan rizgar bikin.ʺ

(dc)

ANHA