Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Seqir: Rêveberiya Xweser ji bo Heleb modêla herî guncav e

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Desteya Siyasî ya MSD`ê Besam Seqir got ku sîstema Rêveberiya Xweser dê Helebê ava bike û jiyana bi ewle û aram ji welatiyan re peyde bike

Endamê Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk Besam Seqir di hevpeyvîna bi ANHA`re got ku polîtîka yek rengî ya li ser civakê serwer e yek ji sedemên aloziya Sûriyê ye.

-Piştî ku gurûpên çekdar bi hevpeyvîna di navbera Rûsiya û Tirkiyê xwe ji Helebê vekişandin û YPJ/YPG`ê taxên nû yên Helebê rizgar kirin, şêniyên wan taxan meclîsên xwe yên gel li ser modêla herêmên Bakurê Sûriyeyê ava kirin, li gorî nêrîna we mirov dikare sîstema Rêveberiya Xweser li van taxan pêkbîne?

Li taxên Heleb yên hatine rizgarkirin mirov dikare sîstema xweseriya demokratîk bide rûniştandin. Bi taybet niha li wan taxan sîstemeke xizmetguzarî û parastine ku jiyana welatiyan biparêze tine ye. Niha bi riya van meclîsên herêmî yên gel bi xwe hilbijartine jiyan tê birêxistin kirin. Ji van meclîsan têxwestin ku pêdiviyên jiyanê yên weke parastin, perwerde û xizmetguzarî pêkbînin.

-Li taxên ji rejîma Baas a Sûriyeyê û gurûpên çekdar rizgar kirî weke taxa Şêxmeqsûd hemû pêkhateyên Sûriyeyê hevbeş û bê ku pirsgirêk derbikevin bi hev re dijîn, gelo çavkaniya vê yekê çiye?

Li wan taxan sîstema rêveberî û ewlekariyê ya bingehê wê demokrasî ye hatiye rûniştandin. Yên sîstema rêveberiyê û ewlekariyê birêvedibin xwe berpirsyar dibînin. Welatiyên wan taxan jî xwe azad hîs dikin. Naxwazin şer biqewimê û xwîn zêdetir were rijandin. Tecrûbe ji şerê li Sûriyeyê diqewimê digrin.

-Li gorî nêrîna we piştî opozisyon û rejîma Baas a Sûriyeyê tiştek li Helebê ava nekirin û bûn sedema wêrankirina Helebê dê sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Helebê avabike?

Yek ji sedema wêrankirina Helebê sîstema dewletê ya navendî bû. Hemû ziraviyên jiyana Helebê li Şamê xistibûn destê xwe de. Piştî ku sîstema navendî ya hişk di rêveberiya dewlet û saziyên wê de têkçû, welat parçe bû. Ji ber vê yekê mecbûre ku sîstemeke nenavendî û demokratîk were rûniştandin. Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di avêtina vê gavê de mînaka herî baş e. Sîstema Xweseriya Demokratîk dê Helebê avabike û jiyana bi ewle û aram ji welatiyan re peyde bike.

-Di dema pêşde pîlansaziyên MSD`ê ji bo Helebê çi ne, gelo hûnê navendên xwe li herêmên rizgarkirî vekin?

Em weke Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) rêxistineke siyasî ya Sûriyê ne û deriyê me ji herkesî re vekiriye. Ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê projeyên me hene. Têkiliya me raste rast bi welatiyan re heye. Li hemû herêman ger pêdiviya me bi vekirina buroyan hebe û bi taybet li ciyekî weke Helebê, em e vekin.

– Ji bo ewlekariya Helebê çi ji rêxistin, partî û tevgerên siyasî tê xwestin ku bikin?

Ji bo jiyana hevbeş a civakê hevpeymana civakî bingeh e. Aramî, aştî, ewlekarî û jiyana civakê diparêz e. Hevpeymana civakî bingehê nasnameya hevdû naskirin û pirengiyê ye.

Yekrengiya polîtîka ya ku li ser civakê tê ferz kirin bû sedema aloziya Sûriyeyê. Êdî em gihîştine pêvajoyekî wisa divê herkes nasname, ziman û çanda ya dîtir binase û qebûlbike. Ji hemû rêxistin û partiyan têxwestin ku berpirsyartiya rêvebirina jiyana welatiyan bigrin ser milê xwe. Sîstema Xweseriya Demokratîk di vê yekê de xwe daye isbat kirin. Divê hemû partî û rêxistin modêleke demokratîk û azad avabikin, aliyê xizmetguzarî û ewlekariyê de pêdiviyên welatiyan pêkbînin. Di aliyê rêveberina van taxan de hevpeymana civakî bingehê jiyana hevbeş a di navbera rêxistin û partiyan de ye.

(np)

ANH