Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şer, bazar, lihevkirin û nakokî: Heleb

ANALÎZ

NAZDAR EBDÎ – NESRÎN EBDÎ

Şehba û Heleb ku bûne navenda nîqaş, bazar, nakokî û hevsengiyên li qada Sûriyê, car din guherînên pir-alî dide çêkirin.

Pêşketinên meydanî

Li qada hundirîn a Sûriyê di çend rojên dawî de, hêzên rejîmê li taxên rojhilatê Helebê bi ser komên çekdar ên muxalîf pêş dikevin, çeteyên Tirkiyê piştî demeke rawestînê ku dinavbera Îran  û Rûsya de li ser dagirkeriya dewleta Tirk nakokî kûr bibûn û rawestiya bû, car din êrîşî Babê kirin.  Li ser vê hewldana Tirkî balafireke şer a Sûrî -ku tê gotin li ser fermana Îranê rabûye- êrîşî leşkerên Tirk kir û 3 ji wan kuştin. Wezîrê Karê Derve yê Tirkî Mevlûd Çavûşolgu û Serokê zaniyargir  Hekan Fîdan ku weke kordînatorê têkiliyên Tirkî-Îranî tê nasîn, serdana Tehranê kirin.  Herî dawiyê jî şeva din hin balafirên nenas êrîşî bajaroka Zehra ya bakurê Helebê ku piraniya şêniyên wê şîayê ne kir. Di vê navberê de ev 5 roj in çeteyên Tirkiyê di bejahiyê de û balafirên wê êrîşî gundewarên rojava û başûr rojavayê Minbicê dikin.

Li pişt perdê çi dibe?

Rêzepêşketinên li vê herêmê ku ji (24’ê Tebaxa 2016’an) dema dewleta Tirk dest bi dagirkeriya Sûriyê kir ku çarçoveya lihevkirinek Tirk-Rûs- Amerîkayê jî erê kiribû, digerin û diguherin. Li gora lihevkirina -ku datayên wê niha hêdî hêdî zelal dibin- ew ê destpêkê Tirkiyê li Şehbayê 12 Km ji sînorê xwe yê siyasî binava axa bakûrê Sûriyê dagir bikra û beramberî wê dewleta Tirk ya dagirker komên xwe ji Helebê bikşîne. Lê Tirkiyê di nav 2 agirbestên ku li Helebê hatin ragihandin, komên xwe ji Helebê nekişandin û li hember wê jî sînorê ji bo wê hatibû diyar kirin derbas kir û heta Bab’ê dagirkeriya xwe fireh kir. Ango xala xwe ji lihevkirinê pêk neanî.

Li ser vê yekê rayedarên Rûsî û Amerîkî gelek daxuyaniyên nerazîbûnê dan û gef li hêzên Tirkî yên li Sûriyê xwarin. Balafirek şer a rejîmê jî êrîşî leşkerê dagirker  yên dewleta Tirk yên li Şehbayê kir. Ev rewşek nû di herêmê da avakirin.

Di vê navberê de çûn û hatinên dîplomasî geş bûn. Ev ji destpêka meha Mijdarê ve derketin lutkeyê. Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li gel Serokê Rûsî Vladîmer Pûtîn dinava 26 seatan du cara axivî.

Li gorî çavkaniyên dîplomasî yên Rojava, di plana Rûsî-Tirkî de wê komên Tirkiyê Babê ji çeteyên DAIŞ’ê bigirin û car din çeteyên Tirkiyê xwe ji Helebê bikişînin. Lê ev lîstika Tirkiyê  ji  Îran, Hizbûllah û parek ji rejîma Sûriyê ev yek qebûl nekirin.

Di 24’ê Mijdarê de, li ser lihevkirina bi Rûsiyê re çeteyên Tirkiyê car din êrîşên dijî Babê kirin. Lê bi destpêkirina van êrîşan hemwext re, balafirek şer a nehat nasîn (ku tê gotin ya rejîmê ye) êrîşî çeteyên Tirkiyê yên li Babê kir. Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirk bi daxuyeniyekê ragihandinbû ku di encama êrîşa ku hêzên rejîmê (li dijî hêzên wan ên li gundewarên bakurê Babê) pêk anîbû de, 3 leşkerên wan hatin kuştin û 10 ên din jî birîndar bûn. Lê li aliyê din, hêzên rejîmê tu helwest an daxuyanî derbarê mijarê de neda û bêdengî pejirand. Li beramberî wê hêzên rejîma Sûriyê hin gundê Babê yên bakûrê Helebê xistin bin kontrola xwe bi dewleta Tirk ya dagirker re bû cîran.

24 seatên dawî…

Çavdêrên polîtîk ên taybet jî destnîşan kirin ku êrîşa dijî çeteyên Tirkiyê li di çarçova siyaseta  Îranî pêk hatiye. Nexasim piştî êrîşê yekser, Serokomarê Tirk Erdogan û serokê Rûsya Pûtîn di nava 26 seatan du cara bi rêya telefonê axivîn. Li gora hin çavkaniyan herdû aliyan êrîşên li ser leşkerên Tirk û rewşa Helebê nirxandin. Piştî van danûstandinan jî, Wezîrê Karê Derve yê Tirkî Mevlûd Çavûşolgu û Serokê Istîxbaratê Hekan Fîdan ku weke kordînatorê têkiliyên Tirkî-Îranî tê nasîn serdana Tehranê kirin û li gel Serokomarê Îran Rûhanî civiyan. Rûhanî li ser vê civînê jî daxuyand: “Ger hêzên mezin yên herêmî bi hev re xebat bikin wê pirsgirêkin li Sûriyê û Iraq  bê ku hêzên cîhanî beşdar bibin wê çareser bibin.” Rohanî bi vê yekê re mesaj da Tirkiye û Rûsiyê.

Lê di seatên êvarê de, bersiva Rûsî hat

Şeva din balafirên nenas (li gora Rewangeha Mafên Mirovan ku navenda wê li Lundunê ye; balafir Rûsî ne) êrîşî bajaroka Zehra ya li bakurê Helebê û Başûrê Efrînê ye kir. Bajaroka ku rastî êrîşê hat, piraniya şêniyên wê şîa ne û gelek agahî derbarê bicihebûn pastarên Îranî li wir hene. Di qada Sûriyê de êrîşek dijî vê bajarokê jî weke peyamek ji Îranê re tê zanîn. Tevî ku di nûçeya Rewangehê de hat gotin ku êrîş bi şaştî hatiye kirin, lê çavkaniyên leşkerî yên herêmî dan zanîn ku nepêkane li devereke ewqas dûrî qadên şer êrîşek bi şaştî pêk bê. Ev êrîşa Rûsan wek bersiva li ser navê dewleta Tirk ya ji bo Îranê hate dîtin.

Heleb û Bab…

Bazara sereke ku li vê herêmê digere, bazara Heleb û Babê ye. Di van 24 seatên dawî de li van herdu qadan guherînên berbiçav rû dan.

Hêzên rejîmê ku heya niha çekdarên muxalefetê di nav taxên rojhilatê Helebê de dorpêç kirbûn, duh firehiyek mezin girt bin serweriya xwe de. Niha piştî ku hêzên rejîmê taxa Mesakin Henano bidest xistin, hewl dan komên çete yên li rojhilatê Helebê ji hev qut bikin. îro taxa Saxûr jî bidest xistin. Bi vê yekê re komên çekdarên muxalîf li hundir Helebê dibin 2 parçe.  Tasfiye kirina komên çekdarê nava Helebê di encama lihev kirina Rûs û Tirkiye pêkhat. Dewleta Tirk ya dagirker ev demeke ji navenda Helebê zêdetir, niha herêma Şehba kiriye navenda siyaseta xwe ya li Sûriyê û alîkariya xwe ya ji komên çekdarê din rawestand. Ev jî wek “firotêna” komên çekdar  ji bo berjewendiyê xwe bû.

Lê li aliyê din ê van pêşketinan, bazara Rûsî-Tirkî xwe dide der. Li gora çavakaniyan, li ser fermana Tirkiyê, hin komên çete yên li Helebê (yên tirkumen bi taybet) xwe ji Helebê kişandin û berê xwe dan cihên di bin serweriya çeteyên Tirkiyê yên li Şehbayê (gundewarên Babê).

Çavdêrên siyasî dibêjin ku Tirkye beramberî hebûna xwe li Şehbayê mayinde bike dev ji alîkariya komên çeteyên xwe li navenda Helebê berda.  Rûsya jî dixwaze beriya serokatiya nû ya amerîkî bicih bê, pelên xwe li Sûriyê xurtir bike. Ev du dewlet ji bo berjewendiyê xwe li ser herêmê pirr alî xwe tevger dikin.

Pirsa niha xwe bi giranî derdixe holê ewe ku, di rojên pêş de ew ê helwesta xeta şîa ku Îran serkêşiya wê dike li vir çi be?

Berxwedana ku lihevkirinên navnetewî vala derdixe

Lê hêzeke sereke ya li Şahba û Helebê ku nikare bê paşguhkirin YPG li Helebê, Meclsa Leşkerî ya Minbicê li Minbicê û Hêzên Şoreşger ên li Şehbayê ne. Van heya niha li Minbic, Şahba û Helebê planên li dijî gelên resen yên herêmê bi berxwedana xwe vala derxistin. Di vê qonaxê de jî niha li Minbicê beramberî dagirkeriya dewleta Tirk ya dagirker berxwedanek bêhempa nîşan didin.

Xeleka piştî Babê ku beriya çend rojan Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi daxuyaniya “Em ê Minbicê jî bigirin” bal kişandibû ser; Minbic û hêzên şoreşger ên li Minbicê ne. Lê ne tenê li Minbicê li Helebê jî eniyekî nû pêkane.

ANHA