Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şer û topbarana li herêma Helebê berfireh dibe

HELEB – Şer û topbarana di navbera hêzên rejîmê bi piştgiriya çekdarên Hizbullah ji aliyekî û çeteyên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên destekirin ji  li herêma Helebê didome.

Hêzên rejîma Sûriyê ev bû  demeke hewil dide desthilatdariya xwe li gundewarên bakurê Helebê li ser hesabê çeteyên ji aliyên dagirkeriya Tirk ve tên destekirin, berfireh bike.

Di vê çarçoveyê de, hêzên rejîmê û hevkarên xwe yên li Til El-Erbeîn a gundewarên başûrê bajarê Helebê bi cih bûne, topbarana xwe bi topavêjên giran li ser gundê Cefir Mensûr ku komên çete lê bicih dibin, didomîne.

Hêzên rejîmê her wiha topbaran xwe li ser herdu bajarokên Qibtan El-Cebel û Şêx Eqîl a gundewarên rojavayê bajarê Helebê, zêde kirin. çalakvanan diyar kirin ku di encamê de hejmarek sivîl jiyana xwe ji dest dan û zirarên madî bi avahiyan çêbû. Derbarê hejmara sivîlan ên jiyana xwe ji dest dan tu agahî nehatin bi destxistin .

Di heman çarçovê de, balafirên Rûsya êrîşên xwe li ser bajaroka Daret Ize ya gundewarên bakurê bajarê Helebê zêde kirin û di encamê de hejmarek avahî  hatin rûxandin. Li gor agahiyan hejmarek sivîl bûn qurbanî.

Li gundewarên başûrê Helebê jî hêzên rejîmê bi topavêjan û fûzeyan gundên Hober, Tele û Ebû Riwêl topbaran kirin.  Derbarê ziyanan de tu agahî nehatin bidestxistin.

Ji aliyekî din ve, komên çete yên ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tên destekirin ku li derdora herdu bajarokên Nibol û Zehra yên Şîe yên ji aliyê Îranê ve tên destekirin, topbaran kirin. ev herdu bajarok li gundewarên bakurê bajarê Helebê dikevin.

Li ser vê yekê jî, hêzên rejîmê bi topên topavêjan bersiv dan û bajaroka Kefer Hemra ya li kêleka herdu bajarokên Nibol û Zehra, topbaran kirin.

Balafirên Rûsya  êrîşî bajarokên Enedan û Heyan kirin. Lê tu encam nehat bidestxistin. Çalakvanan hin wêne û dêmenên ji hundirê Xirabê Enedanê ya ku berî du rojan hêzên rejîmê û alîgirên wê Ii wir pêşve çûbûn, weşandin. Çalakvanan diyar dikin ku piştî bi dehan kuştî ji herdu aliyan (rejîm û çete)çêbûn, çeteyan bajarok kirin bin serweriya xwe.

Tevî ku ji 30`yê meha mijdara derbasbûyî de agirbest li Sûriyê hatiye ragihandin jî, lê şer û topbarana di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çete de li gelek herêmên Sûriyê û di serî de li bajarê Helebê, didome.

(rr)

ANHA