Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şerabiyan daxuyanî dan û ‘tewanbarî’ red kirin

Dîmen

HESEKÊ – Eşîreya Şerabiyan li hemberî hin kesên ku li ser navê wan daxuyanî dane helwesta xwe zelal kir. Eşîreya Şerabiyan ew daxuyaniyên hanê red kir diyar kir ku ew nûnertiya eşîreyan wan nakin.

Li ser vexwendina şêx û rûspiyên Eşîreya Şerabiyan li mala Hacî Silêman El-Hecac a li gundê Bab El-Xêr ê herêma Til Temirê civînek hate lidarxistin û xwarin hate dayîn.

Nûnerên Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê, Buroya Têkiliyan a YPG, Komîteya Têkiliyan a Asayîşa Rojava, û kesayetên navarên ên Eşîreya Şerabiyan hazir bûn.

Beriya ku civîn destpê bike li ser giyanê pakrawanên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre şêx û rûspiyên Şerabiyan axivîn û yek ji wan Şêx Ehmed Mihemed El-Xidir bû.

Şêx Ehmed got ku eşîreya wan ji eşîreyên destpêkê ye ku tevlî nava projeya Netewa Demokratîk bûne û ji bo parastina xaka herêmê û gelê ji komên terorîst gelek qurbanî daye.

Şêx Ehmed têkildarî daxuyaniyên hin kesên ku dibêjin “Eşîreya Şerabiyan di nava pîlanên rêjîmê yên têkbirina biratiya gelan de cih digre” wiha bersiv da “Ev daxuyanî nerîna eşîreya me temsîl nake. Ne ji berjewendiyên me ye ku em bikevin nava pîlanên wiha. Yên ku li pey van tiştan in armanceke wan a siyasî heye. Ew dixwazin aramiya herêmê têk bibin.”

Şêx Ehmed El-Xidir got “Çi karekî ku di xizmeta pêkhateyên herêmên Bakurê Sûriyeyê de be, ew bi riya projeya biratiya gelan û Federaliya Demokratîk pêk tê. Ji bilî vê yekê jî tu çareserî tune ye.”

Li ser navê TEV-DEM’ê Ebdultefah Fatimî jî axaftinek kir û ev îdîayên ku têne kirin dûr xist û got “Ev eşîreya hanê wekî wekî eşîreyên Bakurê Sûriyeyê dîrokeke wan a kevnar heye. Wan û Kurdan bi hev re kevn û nihê xwe parastine.”

Yek ji şêxên Şerabiyan Elaa Ziwêhir El-Hesen jî ev tişt anî ziman “Ez ji malbatên şehîdan in. malbatên şehîdan qebûl nakin ku kesek nirxên şehîdan wan kêm bike.”

Piştre El-Hesen li ser navê Eşîreya Şerabiyan daxuyaniyek xwend. Daxuyanî wiha ye:

“Em vê civata hanê silav dikin û bixêrhatina şêxên Eşîreya Şerabiyan û hevalên li vir hazir dikim. Eşîreya me li vê herêmê xwedî dîrokeke wefadarî û rastiyê ye. Vê eşîreyê ji dagirkeriya Osmanî û Fransiyan heta niha tu caran xwe danexistiye û li ser pêkhateyên vê axê bazar nekiriye. Eşîreya me ji destpêka şoreşê ve tu carî li pey aliyên li dijî vê herêmê neçûye û ji bo parastina vê axê her tişt kiriye. Eşîreya Şerabiyan li ser riya Yekîneyên Parastina Gel gelek şehîd daye û xeta sêyemîn a şoreşê li gorî perensîpên Netewa Demokratîk hilbijartiye. Me xaka xwe û xelkê xwe ji terora hovan parast.

Dewletên sermayedarên ên cîhanê dixwazin şerê li Rojhilata Navîn dewam bike da ku berjewendiyên xwe bi cih bînin.

Xeta şoreşa Bakurê Sûriyeyê ew e ku em hemû wekî hev bin û her kes ji bo pêşxistin û geşkirinê herêmê bixebite. Nabe ku kes cudahiyê bixe navbera pêkhateyan. Li vê herêmê xwîna hemû pêkhateyan tevlî hev bûye. Divê em bibin destek û dilek û nehêlin ku tu alî bikeve navbera me û tişta ku me ji bo wê qurbanî daye xerab bike. Zarokên ku li vir şehîd bûne ne zarokên Şam, Humis û Helebê ne, lê belê kesên ku şer kirin û şehîd bûne zarokên vê axê ne. Her kes jî vê rastiyê nas dike.

Xuşk û birano, divê em bi raman û exlaqekî durist tev bigerin. Ji bo avakirina civakê exlaq yek ji hêmanên bingehîn e. Exlaq bi hundir mirov û baweriya wî/wê ya civakî ve girêdayî ye. Ne ji exlaq, çand û adetên me ye ku em riya şehîdan derbas bikin. Kesên ku parastina herêma me kirine û di demên teng de bi hawara me ve hatine ango Yekîneyên Parastina Gel divê em heta dawiyê bi wan re alîkar bin.

Divê em bi çavekî demokrastîk binêrin. Civak esas e, mafê jinê esas e, exlaq esas e, dadmendî esas e. Divê wekî gelê herêmê em li rastiya li ser erdê binêrin bê çiqasî ewlehî û jiyaneke hevbeş heye. Divê wijdanê me hukim bike û em rê nedin tu aliyan ku vê rastiyê xerab bikin. Ev jiyana xweşik ji ber xwe ve nehatiye, lê belê bi xwîna şehîdan çêbûye. Divê em li hemberî şehîdên xwe rêzdar bin û wefadariya xwe hetanî dawiyê dewam bikin.

Gelî dost û hevalan, divê em hişmendiya xwe ya paşverû û kevneperest ji nefsa xwe û ji mêjiyê xwe bavêjin. Cahiliyeta li hemberî pêşketinê xetereya herî mezin e.

Em bi nirxên xwe yên welatparêziyê ve girêdayî ne. Ew çand û rûmeta me ye, her wiha peywira me ya sereke ye. Divê em hêza xwe bêhtir zêde bikin da ku em azadiya hemû pêkhateyan biparêzin û misoger bikin.

Divê em li hemberî hemû aliyên ku dixwazin fitne û tevlîheviyê di navbera me de derbixin, bibin yek malbat û divê em tu carî jî li ser tişta ku şehîdan afirandiye bazarê nekin. Em bibin yek çek, yek xendek, yek dil, yek raman û li dijî hemû aliyê nku dixwazin xerabiyê bikin bisekinin.

Di dawiya civînê de hemû aliyên hazir diyar kirin ku ew daxuyaniyên li ser navê Eşîreya Şerabiyan hatine dayîn û dibêjin ku Şerabî pîlanên rêjîmê pêk tînin, nûnertiya eşîreyê nakin.

Piştre Şêx Ehmed El-Xidir ji kesên hazir xwest ku kerem bikin ser sifreya xwarinê.

(he)

ANHA