Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Serçeteyekî DAIŞʹê li Kerkukê hat kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama bombebarana hewayî ya li başûrê parêzgeha Kerkûkê serçeteyekî DAIŞʹê yê paya bilind hate kuştin.

Çavkaniyên herêmî ji Parêzgeha Kerkûkê ji saziyên çapemeniyê re rragîhandin ku di encama bombebarana balafirande serçeteyekî DAIŞʹê yê paye bilind û 5 parêzvanên wî hatin kuştin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku serçeteyê DAIŞʹyî li herêma El-Riyad a başûrê Kerkûkê tevî 5 parêzvanên xwe ve hate kuştin û navê wîjî Ebû Wehab El-Îraqî ye, her wiha bi navê El-Ewer tê naskirin.

Heman çavkanî ji Someriyê Nwes re diyar kir ku serçeteyê hatiye kuştin xwedî erkeke bilind di dîwana leşkeran de ye û nêzî waliyê DAIŞʹê yê gitşî herêma Kerkûkê ye.

 (mh/dc)

ANHA