Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Serdana me ya Efrînê peyameke ji raya giştî re ye’

Dîmen

NECBÎR OSMAN

QAMIŞLO – Parlemanterên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku armanca wan ji serdana Rojava û Efrînê re ew e ku peyamekê ji rêxistinên mirovahî û raya giştî ya cîhanê re bişînin da ku li hemberî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî Efrînê derbikevin. Her wiha bang li partiyên siyasî yên kurdî kirin ku hevgirtina xwe xurt bikin.

Bi armanca piştgirî û alîkariya bi berxwedana serdemê ya Efrînê re li hemberî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê li dijî welatiyên Efrînê binesaziyên wê, şevê din şandeyeke parlemanterên Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûn da ku berê xwe bidin herêma Efrînê.

Girêdayî mijarê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê di derbarê armanca wan a serdana Rojava û herêma Efrînê de hevdîtinek bi şandeya parlemanteran re pêk anîn.

EBAD

Parlemanterê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Ebbas Fetah hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li dijî herêma Efrînê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Serdana me ya rojava û çûndina herêma Efrînê bi armanca piştgirî û alîkariya bi berxwedana serdemê ya Efrînê re ye. Em berxwedana welatiyên Efrînê silav dikin. Em berxwedana Efrînê li hemberî teknolojiya leşkerî ya Tirkiyeyê serfiraziyekê ji xwe re dibînin û şervanên leheng di berxwedana xwe de efsaneyên dîrokî bi xwîna xwe ji bo azadiyê dinivîsin.”

Ebbas Fetah di berdewama axaftina xwe de bang li partiyên siyasî yên Kurdî kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û got ku pêdiviya dema niha bi lidarxistina kongra netewî ya Kurdistanê heye da ku rê li pêşiya hilweşandina Efrînê were girtin, bi taybet ji ber ku niha herêma Efrînê di dorpêça çeteyan û artêşa dagirker a Tirkiyeyê de ye û şerekî xwîndar li dijî pêkhateyên Efrînê didin meşandin.

Ebbas Fetah di axaftina xwe de destnîşan kir ku armanc ji serdana wan a Efrînê ew e ku peyamekê ji rêxistinên mirovahî û raya giştî ya cîhanê re bişînin û kiryarên derexlaqî yên çeteyên artêşa azad bi alîkariya hikûmeta AKP’ê li dijî welatiyên Efrînê riswa bikin.

Ebbas Fetah di dawiya axaftina xwe de berxwedana serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê silav kir û got ku bê guman serkeftin para berxwedêran e ji ber ku ew xwedî maf in û li ser axa xwe ya dîrokî jiyan dikin.

SIHRAB

Parlemanterê Yekîtî Îslamî Kurdistan Sehrab Mîxaîl girêdayî heman mijarê êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê û bêdengiya navnetewî li hemberî van êrîşan bi tundî şermezar kir û got ku pêwîst e li hemberî van destdirêjiyan kongra netewî ya Kurdistanê di demeke lezgîn de were lidarxistin û dawî li nakokiyên siyasî yên her çarparçeyên Kurdistanê bînin û welat ji dagirkeriyê rizgar bikin.

Sehrab Mîxaîl destnîşan kir ku dema niha ya alîkariya bi berxwedana serdemê ya Efrînê re ye û ji ber vê yekê divê hemû aliyên Kurdistanê yekîtiya xwe li hemberî dagirkeriyê ava bikin û wiha anî ziman: “Divê em xwe nespêrin dost û rêxistin û Netewên Yekbûyî lê belê divê em weke hemû aliyên Kurdî yekîtiya xwe ava bikin.”

(jh)

ANHA