Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şerê jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn-2

Panaroma

SYRIA

Di qada Sûriyeyê de bûyerên girîng – 2015

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Girêdayî rewşa Sûriyeyê di sala 2015’an de gelek civîn û konferansên navnetewî bi armanca peydakirina çareseriyekê ji aloziyê re ku derbasî sala xwe ya 5’emîn dibe, hatin lidarxistin. Lê ji ber ku di piraniya van civîn û konferansan de nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyeyê beşdar nebû, bê encam bûn. Her wiha gelek civînê din hatin lidarxistin û têde çeteyên DAIŞ’ê, Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam di bin navên cuda de beşdar bûn û ev yek jî nîşana ku ewan aliyan naxwazin aloziya Sûriyeyê bi awayekî siyasî çareser bibe.

Di sala 2015’an de gelek şer û pevçûnên dijwar rûdan. Her wiha hêzên rêjîma Baasê bi alîkariya balefirên Rûsyayê bi taybet li bajarê Şam û gundewarê wê pêşve çû. Her wiha parêzgeha Idlibê jî ji destê rêjîmê hate derxistin.

Di şer û aloziya Sûriyeyê de bêtirî nîv milyon kes mirin û birîndar bûn. Bêtirî 2 milyon kes neçar man koçberî dewletên cîran bibin. Bêtirî 220 welatiyên Sûriyeyê bi destên rêjîma Baasê û komên çekdar ên opozîsyonê hatin kuştin. Her wiha girtîgeh jî bi hezaran kesan hatin dagirtin û bi dehhezaran jî ku di nava wan de jin û zarok jî hene winda bûn.

Sûriyê di aliyê siyasî de

Konferansên Mosko

Di destpêka meha çileya 2015’an de bêtirî 30 kesayetan ku nûnertiya opozîsyona Sûriyeyê dikin bi şandeya Rêjîma Baasê re li paytexta Rûsya Moskoyê civiyan. Civîn bê encam bi dawî bûn. Piştre 2’yemîn konferansa Moskoyê di 5’ê nîsanê de bi beşdarbûna 33 kesayetên opozîsyonê bi şandeya rêjîma Baasê re civiyan. Ev konferans 3 rojan deom kir û di konferansê de şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê kaxezek derbarê şêwazên çareserkirina aloziya Sûriyeyê de pêşkêş kir. Ev konferans jî bêyî ku ti lihevkirine siyasî û aştiyane pêk were bi dawî bû. Piştre hin aliyên opozîsyonê berê xwe dan paytexta Kazaxistinê Astana û li vir civînek lidar xistin.

Civînên Qahîreyê

Bi armanca peydakirina nêrîn û nexşeriyeke hevbeş a opozîsyona Sûriyeyê, li ser vexwendina Meclîsa Misirê ya Karûbarên Derve, hêzên siyasî û kesayetên niştimanî yên Sûriyeyê li paytexta Misirê Qahîreyê civîneke amadekar ji bo konferansa 22/24’ê çileya 2015’an li dar xistin. Di vê civînê de ji bo vejandina xebatên siyasî û destpêkirina diyalogê li gorî civîna Cinêv 1 û biryarên Netewên Yekbûyî yên girêdayî aloziya Sûriyeyê gotûbêj hatin kirin.

Armanc ji gotûbêjan ew bû ku veguhestineke demokratîk pêk were û dewleteke sivîl were avakirin û çareseriya aloziya Sûriyeyê tekane siyasî û niştimanî ye. Li hevkirina li ser Hevpeymana Civakî û belgeya niştimanî dê dewleteke demokratîk û nûjen ku têde hemû maf siyasî û sivîl ên hemû pêkhateyan di çarçoveya rêveberiyeke nenavendî de bêne parastin, ava dike.

Piştî gotûbêj û peywendiyên berfireh ku komîteya amadekar a konferansê pê radibû, projeyeke niştimanî û projeya nexşeriyekê hate amadekirin. Her wiha bêtirî 200 kesayetên niştimanî û nûnerên hêzên niştimanî yên demokratîk û sivîl ji bo konferansê hatin vexwendin û rojên 8-9’ê hizêrana 2015’an ji bo lidarxistina konferansê hatin diyarkirin.

Duyemîn konferansa Qahîreyê ya opozîsyona Sûriyeyê bêtirî 150 kesayetên opozîsyona Sûriyeyê beşdar bûn. Di nava beşdaran de gelek endamên berê yên Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê bi sîfeta xwe ya kesane hebûn. Di vê konferanês Sekretêrê Giştî yê Kombûn Dewletên Ereban Nebîl El-Erebî û Serokê Parlemanê Ereban Ehmed El-Cerwan beşdar bûn. Vê konferansê “Belgeya Niştimanî ya Sûriyeyê” li gorî konferansa Cinêv 1 ji xwe re esas girt.

Biryarên Qahîreyê jî ji ber berdewma şer û dijwarbûna pevçûnan li Sûriyeyê bê encam bûn.

Civîna Astana ya Kazaxistanê

Piştî konferansên Moskoyê ku biryarên wê tenê li ser kaxezan man û tiştek ji wan li ser erdê pêk nehat, aliyên opozîsyona Sûriyeyê di 25’ê gulanê de li paytexta Kazaxistanê Astana li hev civiyan. Civîn 3 rojan dom kir û bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Li gorî daxuyaniyê sîstema Nenavendî dê li Sûriyeyê were meşandin, divê hemû çekdarên biyanî ji Sûriyeyê xwe vekişînin û pêwîste eniyeke hevgirtî li dijî terorê were avakirin. Lê hemû biryarên vê civînê jî tenê li ser kaxezê man û hatin arşîvkirin.

وحيد البلعوس زعيم مشايخ الكرام من طائفة الموحدين

Parêzgeha Siwêda rêveberiya xwe ya xweser ragihand

Di 6’ê îlûnê de di heman dema ku civînên çareserkirina aloziya Sûriyeyê li bajarê Viyannayê dihatin lidarxistin de, komeke çete serokê şêxên pêkhateya yekgirtiyên Dirûzan Şêx Wehîd El-Belûs û 7 kesên bi wî re bi tirimpêleke bombebarkirî kuştin. Welatiyên pêkhateya Dirûz serokê Şaxa Ewlekariya Leşkerî Wefîq Nasir û “çeteyên El-Esed” bi vê bûyerê tewambar kirin. Welatiyên parêzgeha Siwêda bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê çavdêriya hemû saziyên parêzgehê di bin sîwana rêveberiyeke xweser de bikin û hêmên xwe biparêzin.

Rêzecivînên Viyannayê û bê çarebûn

Piştî rêzecivîn û konferansên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê de di salên borî de yên aloziya Sûriyeyê de hatin lidarxistin, ti careserî nehatin bidestxistin. Di roja pêncşema 29’ê cotmeha 2015’an de wezîrên karên derve yên Rûsya, Emrîka, Tirkiyeyê û Siûdiyê li Viyannayê li hev civiyan. Di vê civînê de jî li hevûdu nekirin û biryar hate girtin ku civîn berfirehtir bibe û 13 welat di nava wan de Îran û nûnerên Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa beşdar bibe.

Beşdarên civînê dîsa wekî civînên berê ji ber ku nûnerên gelê Sûriyeyê beşdar nebûn ti çareserî peyda nekirin. Her wiha biryar hate girtin ku civîneke din li Viyannayê were lidarxistin.

Derbarê civîna yekemîn a Viyannayê de Wezîrê Karên Derve ya Almaniya Frank-Walter Steinmeier diyar kir ku civîna bê ya Viyannayê dê di 14’ê mijdarê de  were lidarxistin ti hêvî jê tune ne.

Di 14-15’ê mijdarê de duyemîn civîna Viyannayê hate lidar xistin. Di vê civînê de jî beşdaran daxuyanek dan û têde diyar kirin ku wan ji bo bidawîkirina şerê li Sûriyeyê lihev kirine û dê hevdîtinên nû pêk bînin û agirbestê pêk bînin. Her wiha xebatên siyasî bidin destpêkirin.

Li ser belgeyê nûnerên 17 dewletan, Yekîtiya Ewropa, Netewên Yekbûyî û Kombûna Dewletên Ereban îmze kirin.  Her wiha destnîşan kirin ku wan ji bo avakirina hikûmeteke demkî li Sûriyeyê di şeş mehan de lihev kirine û piştî 18 mehan dê hilbijartin bêne lidarxistin. Derbarê rewşa Beşar El-Esed de jî li hev nekirin.

Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso di hevdîtinekê bi ANHA’yê re encamên civînên Viyannayê wekî destpêk erênî nirxandin û destnîşan kir ku ji ber ku nûnerên opozîsyona rasteqîn beşdarî van civînan nebûne, dê bêbandor bimînin.

meclisasuridemokratic

Kongra Sûriya Demokratîk

Pêngava dîrokî û guncaw di dîroka opozîsyona Sûriyeyê de ew bû ku yekem car hêzên opozîsyona Sûriyeyê yên rasteqîne li ser axa Sûriyeyê li bajarê Dêrikê a Kantona Cizîrê ku ji rêjîma Baasê hatiye rizgarkirin li hev kom bûn û di 8-9’ê kanûnê de bi beşdariya 103 nûnerên opozîsyonê yên siyasî, civakî û leşkerî di bin durişmeya “Ji bo avakirina Sûriyeke azad û demokratîk” de Kongra Sûriya Demokratîk li dar xistin.

Di encamnameya kongreyê de Meclîsa Sûriya Demokratîk hate avakirin. Her wiha belgeyek hate derxistin û têde banga hişyarbûnê li hemberî metirsiyên koçberî û penabertiyê hate dayîn. Her wiha ji bo peydakirina şêwazên rêgirtina li pêşiya vê diyardeyê û vegerandina koçberên Sûriyeyê xebat bêne meşandin. Meclîsa Sûriya Demokratîk projeyeke siyasî, niştimanî, demokratîk a Sûriyeyê ye û ji bo mozayîka pêkhateyên Sûriyeyê were parastin dixebite. Beşdarên Kongreyê her wiha ragihandin ku Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) ku xwe dispêre berxwedana gelan û xwîna şehîdan û serkeftinên mezin bi dest xwe ve anîne, aliyê wê yê leşkerî ye.

Meclîsa Sûriya Demokratîk di 12’ê kanûnê de li bajaroka Rimêlanê yekemîn civîna xwe li dar xist. Di vê civînê de 43 kesayet ji endamên Desteya Siyasî ya Meclîsê û nûnerên hemû aliyên siyasî û hin kesayetên serbixwe beşdar bûn û Desteyeke Rêveber a Meclîsê ku ji 9 endaman “Îşûh Gewriyê, Murad Dawûd, Îbrahîm El-Hesen, Rojîn Remo, Hikmet El-Hebîb, Bêrîvan Ehmed, Cemal Şêx Baqî, Eladdîn Xalid û Salih Nebwanî” pêk tê ava kirin. Her wiha Sekretêrê Giştî yê Pêla Genim Heysem Menah û Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ilham Ehmed wekî hevserokên Meclîsa Sûriya Demokratîk hatin hilbijartin.

Kongra Sûriya Demokratîk di cîhanê û bo taybet li Rojhilata Navîn û qada Sûriyeyê de deng veda. Gelek lêkolînerên siyasî û hêzên navnetewî diyarkirin ku beşdarên Kongra Sûriya Demokratîk nûnertiya rasteqîn a opozîsyona Sûriyeyê dikin. Her wiha tecrûbeya wan di xebatên demokratîk li ser erdê wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hene. Biryarên di kongreyê de hatine girtin jî demokartîkkirina Sûriyeyê armanc dike û projeya hatiye pêşniyarkirin projeyeke demokratîk e û xizmeta hemû pêkhateyên Sûriyeyê dike û parastina mozayîka pêkhate, ol û netewên Sûriyeyê diparêze.

9-11’yê kanûnê Kongra Riyadê

Di 9’ê kanûnê de nêzî 100 kesan qaşo ku nûnertiya opozîsyona Sûriyeyê dikin, li paytexta Siûdiyê Riyadê kongreyek lidar xistin û hewl dan eniyeke hevgirtî ji bo amadekariyên mûzakereyan bi rêjîma Baasê re, ava bikin. Di vê kongreyê de nêzî 12 tabûrên leşkerî ku piraniya wan xwe dispêrin fikra îslamî ya radîkal ên wekî Tevgera Ehrar El-Şam û Artêşa Îslaman beşdar bûn. Her wiha di vê kongreyê de nûnerên gelê Kurd ên li Sûriyeyê nehatin vexwendin.

Beşdarê sereke yên vê kongreyê “Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Şoreşgerî û Opozîsyona Sûriyeyê” ku alîkariya xwe ji hikûmeta Tirkiyeyê werdigire, bû. Her wiha Desteya Kordînasyona Niştimanî ya Hêzên Veguhertina Demokratîk û Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî ku li rex çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê şer dikin, beşdar bûn.

Gelek lêkolînerên siyasî û hin dewletên ku li dijî terorê şer dikin diyar kirin ku kongra Riyadê rûyê siyasî yê çeteyên Cebhet El-Nusra û hevkarên wê yên wekî Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê ye.

Di 18’ê kanûnê de hêzên mezin derbarê projeya biryareke navnetewî ya pilansaziyeke aştiyane ya Rûsya û Emrîka li Sûriyeyê li hev kirin.

Sûriya di aliyê leşkerî de

Di sala 2015’an de li gelek parêzgeh û herêmên Sûriyeyê şer û pevçûnên dijwar rû dan. Her wiha Rûsya bi awayekî rasterast derbasî Sûriyeyê bû û hêzên rêjîma Baasê jî li gelek deveran bi taybet li Şam û gundewarê wê pêşve çû. Parêzgeha Idlibê ku sînora wê bi dewleta Tirk re ye bi temamî ji destên hêzên rêjîma Baasê hate derxistin.

Di 17’ê çileya 2015’an de li bajarê Hesekê hêzên rêjîma Baasê gelek caran êrîşî welatiyan kir û gelek welatî revandin. Di encamê de şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û pêxwazên rêjîmê (rûpêçayî – Mûqeneîn) de rû dan.

Yek ji bûyerên sereke ku di sala 2015’an de rû daye û cihê xwe di hemû manşêtên çapemeniya cîhanê de cih girt, ew bû ku berxwedana dîrokî û efsaneyî ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê li bajarê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bû. Şervanên YPG’ê û YPJ’ê di 26’ê çileya 2015’an de bajarê Kobanê bi temamî piştî berxewdaneke efsaneyî ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin. Ev berxwedana şervanan li Kobanê bê navber û bi şev û roj 134 rojan dom kirin. Her wiha berxwedana Kobanê wekî berxwedana sedsala 21’emîn hate binavkirin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li ser înternêtê dîmenek weşandin û têde pîlotê Urdinî Mûaz El-Kesabsê dişewitînin, di 5’ê sibatê de balefirên Urdinê gelek êrîş li dijî baregehên DAIŞ’ê pêk anîn û gelek navendên perwerde û embarên cebilxaneya çeteyan bombebaran kirin.

Emrîka li Tirkiyeyê perwerde kirin, ew jî beşdarî Cebhet El-Nusra bûn

Di 19’ê sibatê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawîş Oglu ragihand ku Tirkiye û Emrîka ji bo leşkerên opozîsyonê yên nerm perwerde bikin, hevpeymanek îmze kirine. Di perwerdeya yekemîn de nêzî 400 kes beşdar bûn. Piştî ku çeteyên Cebhet El-Nusra parêzgeha Idlibê di 28’ê adarê de bi dest xwe ve anîn, vê hêza ku li Tirkiyeyê hatiye perwerdekirin çek û cebilxaneya xwe radestî çeteyên El-Nusra kirin û beşdarî nava wan bûn.

Di 24’ê sibatê de çeteyên DAIŞ’ê bi hovîtî êrîş herêma Til Temir a Kantona Cizîrê kir û bi sedan welatiyên pêkhateya xiristiyan revandin. Li hemberî êrîşên çeteyan şervanên YPG’ê, YPJ’ê, hêzên El-Senadîd, hêzên Asayîşê û hêzên Sutoro ketin nava liv û tevgerê û bi dehan welatiyên hatibûn revandin, rizgarkirin û hemû gundên herêmê ji çeteyan paqij kirin.

Di 28’ê adarê de hêzên ku xwe bi Koalîsyona Hêzên Îslamî bi nav dikin û ji Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û hin tabûrên din ên radîkal ên îslamî pêk tê serweriya xwe bi temamî li ser bajar Idlibê ragihandin. Di çalakiyên derxistina parêzgeha Idlibê ji destên rêjîma Baasê de nêzî 170 kes ji herdu aliyan hatin kuştin. Idlib duyemîn navendên parêzgehên Sûriyeyê piştî Reqqayê ji destên rêjîmê tên derxistin.

Di 31’ê adarê de çeteyên Cebhet El-Nusra piştî ku bajarê Idlibê bi dest xwe ve anîn, peykerê Ibrahîm Henano ku yek ji rêberên şoreşa Sûriyeyê li dijî dagirkeriya Fransayê bû, hilweşandin.

Di 25’ê nîsanê de çeteyên Cebhet El-Nusra û hin tabûrên îslamî yên radîkal bajaroka Cisir El-Şixor ku di parêzgeha Idlibê de wekî devereke stratîjîk tê naskirin, bi dest xwe ve anî.

DAIŞ’ê bajarê dîrokî Palmîra dagir kir û şûnwarên wê hilweşandin

TEDMUR-620x364

Di 11’ê gulanê de artêşa Tirk hêzên taybet şandin devera sînorê di navbera Kantona Cizîrê ya Rojava û Bakurê Kurdistanê û li bajarê Serêkaniyê yê serxetê bi cih kirin û gelek welatiyên sivîl ku ji bo pêdiviyên xwe peyda bikin, derbasî Bakurê Kurdistanê dibûn, îşkence dikirin.

Di 21’ê gulanê de çeteyên DAIŞ’ê bajarê Palmîra yê dîrokî ji destê rêjîmê derxist û komkujî li bajaroka Tedmurê ya li rex Palmîra pêk anîn. Her wiha hemû girtiyên cinayî yên di girtîgeha Tedmurê de berdan.

Di 22’yê gulanê de çeteyên DAIŞ’ê deriyê sînorê ê Tinif (El-Welîd) yê di navbera Sûriye û Îraqê de ji destên rêjîmê derxist. Di 31’ê gulanê de jî çeteyên DAIŞ’ê girtîgeha Tedmurê teqand. Di 3’yê tîrmehê de jî çeteyan gelek peykerên dîrokî yên bajarê Palmîra şikandin.

Di 4’ê hizêranê de di navbera çekdarên partiya Hizbullah a Lubnanê û çeteyên Cebhet El-Nusra de li bajaroka Ersal ya li ser sînorê di navbera Sûriyeyê û Lubnanê de pevçûnên giran rû dan.

Di 16’ê hizêranê de şervanên YPG’ê û YPJ’ê li herêma Girê Spî (Til Ebyed)  hemleyeke berfireh li dar xistin. Di encamê de herêm ku wekî devereke stratîjîk a têkliyên di navbera çeteyên DAIŞ’ê û hikûmeta AKP’ê de dihat naskirin, bi temamî hate rizgarkirin.

Di 5’ê tebaxê de çeteyên DAIŞ’ê li bajaroka Qeryetên ya parêzgeha Humisê ji destên rêjîma Baasê derxist.

Di 13’ê tebaxê de çeteyên DAIŞ’ê gundê Qizil Mezraa ya li nêzî navenda gazê ya gundê Dudiyanê ya herêma Ezazê radestî çeteyên Cebhet El-Nusra û tabûra Sultan Murad kir.

Di 9’ê îlûnê de çeteyên Cebhet El-Nusra û alîgirên wê balefirgeha leşkerî ya Ebû Zihûr ya rojhilatê parêzgeha Idlibê ji destên rêjîma Baasê derxistin.

Di 16’ê îlûnê de Ustraliya ragihand ku balefirên wê yekem car li dijî baregehên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê êrîş pêk anîne û di encamê de bi dehan çete hatine kuştin.

Bi hevkariya dewleta Tirk û rêjîma Îranê di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de di navbera partiya Hizbullah a Lubnanê û çekdarên opozîsyonê de hevpeymanek hate îmzekirin. Li gorî hevpeymanê divê li bajarê Zebedanê ya nêzî Şamê û herdu bajarokên El-Fûa û Kefreya yên parêzgeha Idlibê agirbesta 6 mehan pêk were.

Di 30’yê îlûnê de balefirên Rûsyayê yekem car li dijî baregehên çeteyên êrîş pêk anîn. her wiha hin hêzên opozîsyonê jî diyar kirin ku balefirên Rûsiya li dijî çekdarên Opozîsyonê êrîş pêk anîne tewambar kirin.

Di 1’ê cotmehê de li başûrê gundewarê Humisê di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar rû dan. Di encamê de çeteyan bajaroka Mihîn ji destê rêjîmê derxistin û di encama teqîna tirimpêleke bombebarkirî ya çeteyan de 50 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.

Hêza Sûriya Demokratîk (QSD)

Di 15’ê cotmehê de 14 hêzên leşkerî yên şoreşger li Sûriyeyê avakirina Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) bi awayekî fermî di civîneke çapemeniyê de li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê îlan kirin. Di nava QSD’ê de hêzên “YPG’ê, YPJ’ê, Hêzên El-Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, Burkan El-Firat, Siwar Reqqa, Şems El-Şemal, Tugaya Selcoqiyan, Kombûna Tugayên Cizîrê, Eniya El-Ekrad, Artêşa Şoreşgeran, Tugaya El-Tehrîr, Tugaya 99” cihê xwe girtin.

Di 31’ê cotmehê de QSD’ê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku ji bo rizgarkirina gundewarê başûrê bajarê Hesekê ji çeteyên DAIŞ’ê dest bi yekemîn hemleya xwe kiriye.

Di 13’ê mijdarê de şervanên QSD’ê bajaroka Hol a stratîjîk a bajûrê bajarê Hesekê û bi dehan gundên heman herêmê ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Ango herêma ji destên çeteyan hatiye rizgarkirin ji 355km karê pêk tê.

Di 5’ê cotmehê de çeteyên DAIŞ’ê deriyê dîrokî ya bajarê Palmîra ku bi peykerê “Serxwebûnê” tê naskirin teqand. Her wiha du perestgehên din ên bajêr ku cihê xwe di lîsteya navnetewî ya dîroka mirovahiyê de digirin, teqandin.

Destwerdana Rûsya di Sûriyeyê de

Di 6’ê cotmehê de balefirên Rûsyayê yekem car bi awayekî eşkere û bi hevkariya hêzên rêjîma Sûriyeyê re êrîşên Ezmanî li dijî baregehên çeteyên DAIŞ’ê li bajarên Heleb û Palmîra ên Sûriyeyê pêk anîn. di encamê de bi dehan çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Di 16’ê cotmehê de hêzên rêjîma Baasê li herêma Xota ya Şamê hemleyeke fireh da destpêkirin û di encamê de hemû girên ku serweriya xwe li ser bajarokên Heresta û Doma dikin bi dest xwe ve anîn. her wiha Navenda Avê ya şîreketa Rîma ên stratîjîk jî piştî pevçûnên dijwar bi çekdarên opozîsyonê re bi dest xwe ve anîn.

Hêzên rêjîma Baasê di 11’ê mijdarê de dorpêça çeteyên DAIŞ’ê ya li derdora balefirgeha leşkerî ya Kiwêris a bajarê Helebê şikand.

Di 22’yê mijdarê de hêzên rêjîmê bi hevkariya balefirên Rûsya serweriya xwe li ser gundên Turkmenan ên herêma Çiyayê Kurdan a Laziqiyê ferz kir.

Di 24’ê mijdarê de artêşa dewleta Tirk balefireke Rûsya ya bi cureya SU-24 li nêzî sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de di hundirê Sûriyeyê de bi 4km xist xwarê. Serokê Rûsyayê derbarê buyerê de diyar kir ku balefira Rûsyayê di hemû rewşan de li ser Tirkiyeyê ne xeter bû û tenê bi misyona xwe ya li dijî DAIŞ’ê di Sûriyeyê de radibû.

Di 26’ê mijdarê de Rûsya sîstemeke nû ya fûzeyan S-400 li Sûriyeyê bi cih kir û di roja din de Serokê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan diyar kir ku xistina balefireke Tirkiyeyê di Sûriyeyê de dijminahiya li hemberî Tirkiyeyê ye.

Di 27’ê mijdarê de li herêma Ezazê di navbera komên çete yên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û şervanên Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) de pevçûnên dijwar rûdan.

Di 2’yê kanûnê de Îsraîlê ragihand ku balefirên wê bi hevkariya Rûsyayê di hundirê Sûriyeyê de êrîş pêk anîne.

Di 5’ê kanûnê de li taxa El-Weir a bajarê Humisê nûnerên çekdarên opozîsyonê bi rêjîma Sûriyeyê re bi çavdêriya Netewên Yekbûyî agirbestek pêk anîn. agirbest dabeşî 3 beşan dibe, beşê yekemîn ji deh rojan pêk tê û divê çekdar û kesên sivîl ên ku dixwazin ji taxê derbikevin, çekên xwe yên sivik bi xwe re derbixin. Her wiha divê xebatên desteyên alîkariyê neyên astengkirin.

Her wiha rola Zîrevanên Şoreşger ên Îranê di pevçûnên li gundewarê Şamê de gelekî girîng bûn. Îranê yekem car li xwe mukur hat ku hêzên wan li ser erdê Sûriyeyê dixebitin. Di 13’ê kanûnê de Ajansa Pars a girêdayî rêjîma Îranê ragihand ku Generalekî wê û nûnerê Zîrevanên Şoreşger li Sûriyeyê û Fermandarê Tugaya Fatimiyan li gundewarê Şamê yê bi navê Hisên Ferday hatiye kuştin.

Di 16’ê kanûnê de di navbera hêzên rêjîma Baasê bi hevkariya çekdarê partiya Hizbullah a Lubanê û çeteyên Cebhet El-Nusra bi hevkariya Partiya Îslamî li çiyayê El-Newbê ya gundewarê Laziqiyê pevçûnên dijwar rûdan. Di encamê de hêzên rêjîmê serweriya xwe li ser El-Newbê kir.

Werger: JIYAN HACÎ

ANHA