Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şerê jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn-6

Panaroma

KENDAL WELAT

Ber bi civakeke komonal û aboriyek civakî ve

NAVENDA NÛÇEYAN – Di sala 2015’an de gelek pêşketinên civakî pêk hatin. Pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê komîn û koperatîfên xwe ava kirin. Her wiha meteryalên dibistanên fermî jî bi meteryalên perwerdehiya civakî guhertin. Di aliyê çandî de jî li her sê kantonên Rojava gelek çalakiyên çandî û hunerî hatin lidarxistin.

KANTONA CIZÎRÊ

Komîn û civak

Di sala 2015’an de pêkhetayên Kantona Cizîrê nêzî 1600 komîn ava kirin û xebatên avakirina komînan bi taybet li herêm û deverên nû hatine rizgarkirin hêjî berdewam dikin. Endamên ku ji bo birêvebirina komînan hatine hilbijartin, bê navber dihatin perwerdekirin.

Di 1’ê adarê de Tevgera Ciwanên Şoreşger kongra xwe bi gelek biryarên girîn bi dawî kir.  Di vê kongreyê de navê Tevgerê bi “Yekîtiya Ciwanên Demokratîk ên Rojava” hate guhertin. Di kongreyê de ku li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajaroka Rimêlanê hatibû lidarxistin 325 delege ji hemû pêkhate û bajarên Rojavayê Kurdistanê beşdar bibûn.

Di 11’ê îlûnê de ji bo parastina maf û azadiyên welatiyan Navenda Parastina Azadiyan bi merasîmekê hate vekirin.

Di 27’ê îlûnê de bi sposeriya Desteya Werzîş û Ciwanan stadeke fotbolê li gundê Abra ya girêdayî bajaroka Çilaxa bi merasîmekê hate vekirin.

Di 17’ê Cotmehê de di bin durişmeya “Bijî biratî û hevgirtina gelan” saziya “Yekîtiya Gelan û Piştgiriya Wan bi şahî û merasîmekê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hate avakirin.

Di 17/10 de, li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo navenda saziya yekîtuya gelan û piştgirya wê bi mersîmekê, hate vekirin.

Di 7’ê mijdarê de Meclîsa Gel a gundên rojavayê bajarê Qamişlo li gundê Sîha Mala Gel bi merasîmekê vekir.

Çand û Huner

Di 27’ê adarê de di salvegera şehadeta Têkoşer û hunermendê şanoyê Yekta de çalakiyên yekemîn mîhrîcana şano ya kurdî li Rojava li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

Di 15’ê tîrmehê de şîrketa sînema ya bi navê “Komînfilm Rojava” bi merasîmekê hate avakirin.

Di 12’ê cotmehê de Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) akademiya Şehîd Yekta Herekol ya çand û hunerê li bajarê Tirbespiyê bi şahî û merasîmekê vekir.

Tenduristî

Di meha çaran de, Navenda Orkêş a bajarê Amûdê kilînîkeke xwe ya gerok peyda kir. Birêveberiyeke Tenduristiyê li bajarê Qamişlo hate vekirin. Her wiha li taxa Bişêriyê ya bajarê Qamişlo navendeke tenduristiyê hate vekirin.

Di meha pêncan de, Heyva Sor a Kurd li bajaroka Rimêlanê konferansa xwe li dar xist. Her wiha navendeke tenduristiyê jî li bajarok hate vekirin.

Di meha şeşan de, Desteya Tenduristiyê bi hevkariya Rêxistina IRC (Komîteya Parastinê ya navnetewî) li bajaroka Çilaxa nevendeke tenduristî vekir.

Di meha heftan de, Navendeke tenduristiyê li bajarê Dêrikê hate vekirin. Kevirkoşeya avakirina navenda banka xwînê ya girêdayî Navenda Orkêş a bajarê Amûdê hate danîn. Ji ber rewşa aloz a bajarê Hesekê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji bo pêşwazîkirina birîndar û welatiyên koçber hemû kilînîkên bajarên Amûdê, Qamişlo û Dirbêsiyê 24 saetan hatin aktîfkirin.

Di meha heştan de, ji bo peydakirina xwînê û bi taybet ji nexweşên Thalassemia re, navenda veguhastina xwînê hate vekirin. Her wiha ji navenda tenduristiyê ya taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo re alavên tenduristî hatin peydakirin. Li bajaroka Tilhemîsê û gundên girêdayî wê kilînîkeke gerok hate peydakirin.

Di meha nehan de, Desteya Tenduristiyê birêvebirina nexweşxaneya Til Temirê girt ser xwe. Her wiha birêveberiyeke tenduristiyê li bajarê Hesekê hate vekirin.

Di meha dehan de, dermanên nexwaşiya leşmaniya ji hemû navendên tenduristî yên li hemû bajarên Kantona Cizîrê re, hatin peydakirin. Her wiha embareke dermanan li bajarê Qamişlo hate avakirin.

Di meha yanzdan de, navendeke “CT scans” hate vekirin. Alavên tenduristî ji nevendeke tenduristiyê ya bajarê Hesekê re hatin peydakirin. Kongreya Damezrêner a Meclîsa Tenduristî li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna 150 bijîşk, dermansaz û kermendên tenduristiyê hate lidarxistin. Desteya Tenduristiyê her wiha 4710 nexweş di kilînîkên gerok de derman kirin.

Desteya Tenduristiyê her wiha lêçûnên dermankirina hemû birîndarên ji ber êrîşên komên çete yên sivîl û leşker girtin ser xwe.

Hawîrdor û Şaredarî

Di 13’ê adarê de, li Kantona Cizîrê yekem car hilbijartinên şaredariyên kantonê hatin lidarxistin.

Piştî ku hilbijartin hatin lidarxistin, şaredariyên gel gelek kar û xebat sîstematîk dane meşandin. Şaredariyên gel ên kantona Cizîrê gelek rê û kolanên sereke yên kantonê bi lêçûna bêtirî 700 milyon lîreyên Sûriyeyê qîr kirin. Her wiha gelek toreyên kanalîzasyonê bi bêtirî 114 milyon lîreyên Sûriyeyê  sererast kirin. Şaredariyên gelek bajaran piraniya parkan sererast kirin û dar têde çandin, lêçûna van xebatan jî bêtirî 85 milyon lîreyên Sûriyeyê bûn.

Di aliyê karên pîşeyî yên şaredariyên gel de jî hemû şaredariyan bêtirî 3597 destûr pîşekariyê li karsazan belav kirin. Her wiha 501 destûrên avakirina avahiyan li gorî pîvanan dane welatiyan. Di saliyê xebatên birêvebirinê de jî 85 şaredariyên nû li seranserî Kantonê hatin aktîfkirin.

Di 2’yê tebaxê de Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Cizîrê yekemîn akademiya Pêşxistina Hawîrdor û Rêveberiyên Herêmî li Rojava bi merasîmekê vekir.

Di 9’ê tebaxê de bi armanca parastina xwezayê, Desteya Hawîrdor, Şûnwar û Torîzmê ya Kantona Cizîrê yekemîn parastgeha xwezayî li devera Heyaka ya başûrrojavayê bajarê Dêrikê vekir.

Di 6’ê cotmehê de bi armanca bilindkirina asta aboriya civakî û avakirina bigeha aborî ya sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokatîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Hesekê Navenda Pêşxistina Aboriya Civakî bi merasîmekê vekir.

Di 6’ê kanûnê de Şaredariya Gel bi hevkariya Birêveberiya Veguhastinê yên bajarê Hesekê rawestgeheke otobûsan bi merasîmekê vekir.

Çandinî û aborî

Di sala 2015’an de li seranserî Kantonê 33 koperatîfên çandinî, bazirganî û xwedîkirina sewalan hatin avakirin. Her wiha 15 koperastîfên taybet bi jinan hatin avakirin.

Di 7 şibatê de dîroknasê Almanî Maykil Nab piştî ku serdanî Rojava kir, raporek derbarê sîstema aboriya civakî ya li rojava tê meşandin de amade kir. Rapor di rojnameya Ekurd Daily de bi sernavê “Inîsyatîfa aborî li Rojava hate peydakirin.. milkiyeta taybet di xizmeta hemûyan de.” bi zimanê Ingilîzî hate weşandin. Her wiha wergerî gelek zimanên din hate kirin.

Di 16’ê cotmehê de, yekemîn konferansa aborî li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajaroka Rimêlanê di bin durişmeya “Ax, av, enerjiya xwe bikin komîn û jiyana xwe ya azad û demokratîk ava bikin.” De hate lidarxistin. Di konferansê de 250 nûnerên çalakiyên aborî û serokên desteyên aborî yên kantonên Rojava beşdar bûn.

Di 15’ê cotmehê de Desteya Çandiniyê ya Kantona Cizîrê li bajarê Girkê Legê birêveberiyeke çandin û avdanê bi merasîmekê vekir.

KANTONA EFRÎNÊ

Çandinî û aborî

Di 1’ê çile de Desteya Çandiniyê ji bo alîkariya cotkarên kantonê bike, 561 ton ji ziblê kîmyawî yê çandiniyê li cotkaran belav kir.

Di 1’ê adarê de li devera Qerecurnê ya navçeya Şera fabrîkeyeke êma sewalan hate vekirin. Fabrîke rojane 40 ton êm derdixe. Her wiha ji bo pirsgirêka firoşkarên gerok ên bajarê Efrînê were çareserkirin, bazareke taybet ji firoşkarên gerok re hate vekirin. Armanc ji vê bazarê ew e ku bilindbûna buhaya pêdiviyên welatiyan bişkîne û rê li pêşiya malgirtinê jî bigire.

Di heman rojê de Komîteya Pêşxistina Aborî ya Kantona Efrînê projeya malikên pilastîk ên çandiniyê li ser riya navçeya Cindirêsê vekir.

Di 6’ê nîsanê de bi armanca parastina xwezayê û peydakirina şitlên daran baxçeyeke daran li ser çemê Efrînê hate çandin.

Di 1’ê gulanê de fabrîkeyeke parzûnkirina zeyta zeytûnan û dagirtina zeytê di şûşeyan de hate avakirin.

Di meha gulanê de Desteya Çandiniyê dermanê baçik û kêzikan DCC ku ziyanê bi genimê welatiyan dike, peyda kir û li zeviyên welatiyan reşand.

Di 14’ê tîrmehê de pirsgirêka bendava gundê Bircebdalo hate çareserkirin û ji bo zûd ji ava bendavê were girtin, gola avê hate mezinkirin.

Di meha îlûnê de hemû rewşên derqanûnî yên xebatên çandiniyê de hatin sererastkirin û gelek riyên zeviyan ên navçeyan hatin vekirin. Her wiha kanala avê ya gundên Keferşîlê jî hate guhertin.

Di 8’ê îlûnê de Desteya Çandiniyê bi hevkariya Komeleya Cotkaran 37 hezar û 892 darên zeytûnan bi kirê li welatiyan belav kirin.

Di 1’ê cotmehê de Komîteya Pêşxistina Avahiyan a girêdayî Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan projeya “Afreen İnternational” a buroyên kirîn û firotinê ya li gundê Maratê vekir.

Di 9’ê cotmehê de yekemîn konferansa Aboriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi gelek biryarên girîng ên girêdayî rewşa aborî bi encam bû. Her wiha reşiknameyek ji bo Yekemîn Konferansa Aborî ya hersê kantonên Rojava hate amadekirin.

Di meha kanûnê de Desteya Çandiniyê li bajarê Efrînê navendeke şitlên daran ava kir. her wiha Desteya Aborî jî li gundê Xezêwiyê ya navçeya Şêrewa û gundê Qitmê yê navçeya Şera du deverên deverên bazirganiya azad vekirin.

Komîn

Di sala 2015’an de bêtirî 366 komîn li bajarê Efrînê û navçeyên wê hatin avakirin.

Hewîrdor û şaredarî

Şaredariya gel a navenda navçeya Cindirêsê piştî pira gundê Dêrbelûtê ya li ser çemê Efrînê ku ji ber lehiya baranê ziyan dîtibû, sererast kir.

Di 22’yê sibatê de, şaredariya gel a bajarê Efrînê du rawestgehên otobûsan ava kirin.

Di 30’yê hizêranê de şaredariya gel a bajarê Efrînê ji bo pirsgirêka hatûçûnê di navbera herdu aliyên bajarê Efrînê de çareser bike pira li ser çemê Efrînê ya di nava bajêr de fireh kir.

Di 9’ê tebaxê de, şaredariya gel a bajarê Efrînê riya gundê Tirindê bi dirêjahiya 1500 mître û firehiya 12 mître qîr kir.

Tendutistî

Di meha Mijdarê de, Desteya Tenduristiyê Navneda Tenduristiyê ya gundê Meydan Ekbesê yê navçeya Reco aktîf kir. her wiha navendên tenduristiyê yên navçeyên Şera, Reco û Cindirêsên ji nû ve aktîf kirin û dermanên pêwîst ji wan re peyda kirin.

Desteya Tenduristiyê bi hevkariya hin rêxistinên mirovahiyê ji bo rê li pêşiya nexweşiyan bigirin, gelek hemleyên derzîlêdanê li kantonê dane destpêkirin. Hemle heta niha li hin navçeyên Kantonê berdewam dike.

Desteyê her wiha ji bo peydakirina xwînê bankeke xwînê vekir.

Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê di sala 2015’an de bêtirî 107 hezar nexweş derman kirin û ji van nexweşan 18 hezar bê pere hatin dermankirin.

KANTONA KOBANÊ

Kantona Kobanê piştî berxwedaneke efsaneyî ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê di 26’ê çileya 2015’an de bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Piştî ku tevahî kantonê ji çeteyan hate paqijkirin û piştî welatiyên Kobanê vegeriyan malên xwe di gelek aliyan de xebatên jinûve avakirinê hatin dest pê kirin. Welatiyan komîn û meclîsên xwe ji nû ve aktîf kirin û hemû şaredarî û saziyên xizmetguzariyê asta kar û xebatên xwe zêde kirin.

Di meha adarê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê derbarê kar û xebatên xwe yên 3 mehên borî de di raporekê de eşkere kir. di raporê de hate gotin ku wan hemû ziyanên ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bi kantonê bûne hesibandine. Her wiha gelek rê û kolanan ji nû ve hatin vekirin.

Di 2-3’yê gulanê de, li bajarê Amedê kongreya Jinûve Avakirina Kobanê hate lidarxistin.

Di 23’ê îlûnê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dîsa encamên 6 mehên borî bi raporekê bi welatiyan re parve kir.

Li kantonê di sala 2015’an de 25 komîn li taxên bajarê Kobanê hatin avakirin. Van komînan bi riya komîteyên xwe gelek pêdivî û pêwîstiyên welatiyan peyda kirin.

Li aliyekî din Komîteya Lihevanînê ya girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li kantonê 40 dozên gengeşeyên welatiyên bajêr çareser kirin.

Ji dest pêka avakirina kobanê û heya niha 2500 kes navên xwe li desteya kar û barên civakî ji bo kar qeydkirine. Desteyê heya niha kar ji bo 505 kes dîtiye.

Li kantonê her wiha gelek koperatîfên çandiniyê û xwedîkirina sewalan hatin avakirin.

Desteya Çandiniyê miqdareke mezin ji tova genim û ceh li welatiyên ku vedigerin malên xwe belav kir.

Her wiha derbarê çareserkirina pirsgirêkên kanalîzasyonê û toreyên av û ceyranê xebatên mezin hatin meşandin û tevahî bajar û gelek gundên kantonê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin û mayînên ku çeteyan çandibûn hatin bêbandorkirin.

Rêveberiya Xweser ji bo ku alîkariyeke lezgîn bide welatiyên vedigerin malên xwe û malên wan hilweşiyane bêtirî 700 kon li malbatan belav kirin.

Di 7’ê sibatê de Desteya Karûbarên Civakî li gundê EynBet ê rojhilatê Kobanê ji bo pêşwazîkirina welatiyên ku vedigerin kantonê bike, kampeke nû bi navê “Kampa Şehîd Seydo” vekir.

Derbarê xebatên tenduristî de jî piraniya navendên tenduristiyê yên li bajarê Kobanê û gundên wê ji nû ve hatin vekirin û bê pere xizmetên xwe pêşkêşî welatiyan kirin.

Desteya Tenduristiyê her wiha ji bo rê li pêşiya nexweşiyên zarokan bigre, navendeke derzîlêdanê vekir. Vê navendê 7 hezar û 237 kes derman kirin. Her wiha navendeke dagirtina Oksecênê (O2), bankeke xwînê û nexweşxaneyeke leşkerî bi navê Şehîd Zozan vekirin.

Di 20’ê mijdarê de di çarçoveya kar û xebatên Jinûve avakirina Kobanê de navendeke tenduristiyê ji aliyê Rêxistina ICOR a navnetewî hate vekirin.

Perwerde li hersê kantonan

Di nîvê meha îlûnê de, hemû dibistanên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî deriyên xwe ji şagirtan re vekirin. Di destpêka demsala xwendiniyê de li kantona Cizîrê 131 hezar şagirt, li Efrînê 41 hezar û li Kobanê 5 hezar şagirtên dibistanên seretayî berê xwe dan dibistanan.

Li kantona Cizîrê jî di demên cude de Desteya Perwerdehiyê 12 navendên xwe vekirin. Her wiha li Cizîrê 1481 dibistan, Efrîn 300 dibistan, Kobanê 257 dibistan, Girêspî 122 dibistan û li taxa Şêxmeqsud de 7 dibistan hatin vekirin.

Ji bo van dibistanan, li Cizîrê nêzî 5000 mamoste, li Efrînê 1250 mamoste, li Kobanê 700 mamoste, Girêspî 500 mamoste û li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê 250 mamoste hatin erkdarkirin.

Desteya Perwerde û Hînkirinê ji bo sîstema nû ya perwerdehiya civakî û bi zimanê dayîkê li dibistanan bide meşandin 32 milyon lîreyên Sûriyeyê xerc kirin.

Di 15’ê gulanê de, li bajarê Qamişlo Kongreya Perwerdehiya Civaka Demokratîk hate lidarxistin. Kongre 3 roj dewam kir, 193 delegeyên ji hersê kantonan, Saziya Zimanê Suryanî, Komîteya Perwerdê ya kampa Newroz û herêma Şengal û nûnerên saziyan û rêveberiya xweser beşdarî kongreyê bûn.

Di 26’ê tîrmehê de li bajarê Efrînê yekemîn zanîngeh bi şahî û merasîmekê hate vekirin. Di zanîngeha Efrînê de beşên “Wêjeya Kurdî, Aborî û endezyariya Electromechanical” hatine vekirin. Her wiha ji bo perwerdeya di zanîngehê de mamosteyên pispor hatin peydakirin.

Di 9’ê tîrmehê de Tevgera Ziman û Perwerdê (TZP) a bajarê Amûdê peymangehehek bi navê “Şehîd Peyman” a zanistên perwerdehiyê bi merasîmekê vekir.

Di 14’ê mijdarê de Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk li bajarê Girêspî navendek xwe vekir.

Werger û redakisyon: JIYAN HACÎ

ANHA