Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şerê li ser sînorê herêma Çelê didome

NAVENDA NÛÇEYAN- Li ser sînorê herêma Çelê şer di navbera Gerilyên HPG`ê û artêşa Tirk ku dixwaze ji herêma Çelê derbasî herêma Başûrê Kurdistanê bibe bi dijwarî didome.

Artêşa TC a dagirker, êvara 16’ê Hezîranê saet di 21:30 de li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê dest bi operasyona dagirkeriyê kir û Gerilayên HPG`ê jî ji duh êvarî ve li dijî artêşa Tirk a dagirker ku dixwaze ji herêma Çelê derbasî herêma Başûrê Kurdistanê bibe çalakiyên curbecur lidar xistin. Navenda Çapemenî û raghandina HPG`ê jî duh derbare operasyona artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî dabû.

Roja 18’ê Hezîranê, saet di 17:00 de çalakiyên gerîla dest pê kirin û heta danê sibehê dewam kirin. Duh êvarê li dora Qela Bedewe çalakiyek hate lidarxistin û leşkerek hate kuştin. Piştî vê çalakiyê, leşker ketin herêma ku xefikên ji teqemeniyan lê hatiye danîn. Li vir jî leşkerek mir.

Piştî van çalakiyan, gerîlayan xwe nêzî Qela Bedewe kirin, dor li leşkerên Tirk girtin û lê dan. Li vê derê, herî kêm 4 leşker hatin kuştin.

Saet di 18:30 de tîmeke din a gerîla xwe gihand Qela Bedewe û li leşkeran da. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin, lê dibe ku ev hejmar zêdetir be.

çalakiyan îro jî dewam kirin

Hêzên gerîla, danê vê sibehê jî li herêmê çalakiyên xwe dewam kirin. Saet di 07:30 de, li cihekî nêzî Geliyê Sipe çalakî hate kirin û 7 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Wekî din, di navbera saet 07:30-09:30 de, gerîlayên li herêma Mûnzûrê çalakî pêk anîn. Di encamê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, yek jî birîndar bû.

Qereolên li ser sînorê Çelê ne, bombeyan li herêmê dibarînin. Ji saet 07:30 û ir ve jî balafirên şer ên artêşa Tirk di nava liv û tevgerê de ne.

Daxuyanî HPG`ê jî wiha bû:

ʺArtêşa TC a dagirker, êvara 16’ê Hezîranê saet di 21:30 de li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê dest bi operasyona dagirkeriyê kir. Ev operasyona dagirkeriyê û şerê ji ber vê operasyonê qewimî, bi tundî dewam dikin.

Roja 17’ê Hezîranê saet di 04:30 de, artêşa TC a dagirker, bombe li herêmên Cîlo yê Biçûk, Şehîd Mûnzûr û gundê Gijnê barand û piştre hewl da bikeve herêma quntarên gundê Gijnê û Qela Bêdewe. Tevî yekîneyên ji bejahî ve hatin, bi helîkopterên Skorsky jî leşker li herêma Qela Bêdewe hatin danîn. Hêzên me li 6 cihên cuda li van leşkeran xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin, di encama van êrîşan de 20 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Piştî êrîşa destpêkê, artêşa TC a dagirker hewl da xwe komî ser hev bike. Tîmeke me ya gerîla ji cihekî nêz, li van leşkerên dijmin xist û bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin. Di heman demê de leşkerên hewl dan li quntara Gijnê bi cih bibin, bûn hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Danê nîvro yê heman rojê, yekîneyeke dijmin û helîkoptereke bi tîpa Skorsky ji bo alîkariyê bidin leşkerên birîndar û leşkerên mirî rake, hat herêmê. Ev yekîne jî bû hedefa hêzên me. Helîkoptera bi tîpa Skorsky ku ji çekên giran ên hêzên me derb xwar, neçar ma ji herêmê biçe. Di heman demê de leşkerekî dijmin jî hate kuştin. Dûre, helîkopterên Skorsky bi alîkariya helîkopterên Kobra leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakirin.

Saet di 17:00 de, hêzên me li quntarê Gijnê cara duyemîn li hêza dijmin xist. Bi qasî ku hate tespîtkirin, di vê êrîşê de leşkerekî dijmin hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Hêzên me saet di 19:00 de li leşkerên ku hewl didan li Qela Bêdewe kozikan bikolin, xistin. Ji cihekî nêz derb li hêzên dijmin hate xistin û di encamê de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Artêşa TC a dagirker, ji danê sibehê heta saet 22:00, bombe li herêmê barand. Dijminê ku bê navber obus û hawan avêt herêmê, bi balafirên xwe yên şer jî li gundên Nêrvêh, Bêdê, Saca û girê Karker xist. Ji ber vê êrîşa bi balafirên şer, li hin cihan şewat derket. Hêzên me dest li van herêmên şewat derket werdan û hewl dan şewatê vemirînin.

Di operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker de heta niha bi qasî ku hatiye tespîtkirin 30 leşker hatine kuştin, 5 leşker jî birîndar bûne.

Ji bo pêşî li operasyona dagirkeriyê bigire, ku di êvara 16’ê Hezîranê de dest pê kir, hevrêyê me Mazlûm Nûsaybîn bi wêrekî şer kir û gihîşt şehadetê. Hevalên me yên birîndar jî tên dermankirin.

Operasyona dagirkeriyê dewam dike. Encamên operasyonê yên zelal bibin, wê bi raya giştî re bên parvekirin.”

(np)