Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şerê li Sûriyê didome, opozisyon hêza xwe winda dike

HELEB –  Şer di navbera Hêzên Rêjîma Sûriyê û hevkarênwê ji aliyekî  û di navbera komên çekdar û çeteyên DAIŞ`ê li gelek bajarên Sûriyê, didome. Hêzên rêjîmê li gelek cihan serweriya xwe zêde dike.

Li gundên rojavayê Hemayê Hêzên Rêjîmê bi tangan êrîsî gundê Mişîk, Ziyare, Sirmaniyê û Sehil EL-Xab û gundên rojhilat gundê Rehcan kir. Rêjîmê bi balafiran bajarokê Qûneyîtra bombebaran kir.

Li gundê Hemade Omer, çeteyên DAIŞ`ê du tangên Hêzên Rêjîmê ruxandin.

Hêzên Rêjîmê di êrîşên bi topan li ser taxa Cobir û eyîn Terma pêk tîne di encamê de gelek sivîl birîndar bûn, ev êrîş ji ber ku rêjîm dixweze taxê ji aliyê başûr kontrol bike pêkhat.

Hêzên Rêjîmê li bajarokên Zexirotiyê, Riwîşiyê, Liwîbde, Xenîman, Fawşayiş û Ebo Hewadîm a nêzî navçeya Cib EL-Cerah li gundên rojhilatê Hûmsê piştî şerên dijwar bi çeteyên DAIŞ`ê re, fereh kir.

Li Humsê, Hêzên Rêjîmê yên li benda kontrolê ya EL-Qebû, gundê Tîbê ya herêma Holê û bajarokê Sean Eswad a li gundên başûrê Humsê bi dehan topên hawanê êrîş kir û di encamê de zirarên madî çêbû.

Li Dêrazorê di nava şerê giran de, li ser aliyê taxa hewîce çeteyên DAIŞ`ê du erebeyên bombebarkirî li cihên Hêzên Rêjîmê teqand.

Derbarê mijarê de, balefirên şer ên Hêzên Rêjîmê bajarokê Sihêl gundên Dêrazorê bi êrîşên ezmanî pêk anî, li bajarokê Hetla rojhilatê Dêrazorê ji ber êrîşa Hêzên Rêjîmê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di encamê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li Helebê jî hêzên Rêjîmê yên li Tabûra Ebîdê gundê Bîşê gundên başûr bombebarand.

Li Derayê hêzên Rêjîmê cihên li herêmê EL-Lacê li gundên bakûrê rojhilat bombebaran kir.

(dc)

ANHA