Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şerê wekîlan ê 6 salî derbasî şerê esîlan bû; qeyrana Sûriyê – 1

DOSYA

NAZDAR EBDÎ

NAVENDA NÛÇEYAN – Şerê jeopolîtîk ê ku hêzên navnetewî li ser Sûriyê didin meşandin, hişt ku di sala 6’emîn a şoreşê de, şerê wekîlan derbasî şerê esîlan bibe û hemû ziraviyên vê aloziyê eşkere bûye. Dewletên wek Tirkiye, Qeter, Îran û Rûsya û Amerîka bi hemû hêza xwe  dixwazin hebûna xwe li Sûriyê mayînde bikin. Dijberiya dinavbera dijberan de rojane dinava kêmbûn û zêdebûnê de ye.   Piştî 6 salan li Sûriyê dijmên berê dibin dost, dostên berê jî dibin dijmên. Ev wek paradoksa Sûriyê didome.

Piştî 6 salan ji şerê li Sûriyê ku ji bo çareseriya siyasî Cenev 1-2-3-4, Astana 1-2 pêk hatin. Ev civînên ji bo çareserkirina şerê li Sûriyê de tu encam li gel xwe neanîn. Berovajî wê nakokiyên hene kûrtir kirin. Hêzên rasteqîn ku kirdeya çareseriya Sûriyê nûnerê  Federaliya Bakûrê Sûriyê ji wan civînan hat dûrxistin. Ev jî şerê heye derbasî merheleyek din kir. Şerê ji aliyê wekîlan dihat kirin, vegeriya şerê esîlan ku dewletên Tirk, Qatar, Îran Rûs û Amerîka êdî bi sembolê xwe tevdigerin. Alîkarên destpêka şerê li Sûriyê piştî 6 salan êdî dinava guherînê dene û dostên berê dibin neyar û neyarên berê jî dibin yar.

DOSIYA-SURIYE3

Xwendinek jeopolîtîk ji aloziya Sûriyê re

Qeyrana Sûriyê bi hatina 15’ê Adara 2017’an re derbasî sala xwe ya heftemîn dibe;   ji aliyê rejîma Suriyê û komên dijberiya wê dikin nîşanyek çareseriyê nîne. Ji aliyekî din ve li Rojava û Bakûrê Sûriyê ji bo çareseriyê mînaka Federaliyê êdî xwe tevger dike. Li bi giştî li Sûriyê şerê wekîlan ku ev 6 sal in pêk dihat derbasî şerê esîlan bûye. Nemaze cihê Sûriyê di nexşeya Rojhilata Navîn de, ji bo aliyên navnetewî ku aktorên sereke yên vê aloziyê ne, herêmek stratejîk a jeopolîtîk û aborî ye. Şerê ku niha li Şehbayê pêk tê û bazara Idlibê, nîşaneyên berbiçav ên vê stratejiyê ne. Ku li ser erdnîgariyek biçûk a Bakurê Sûriyê, ji Çemê Firatê heya Deryaya Spî hêzên 5 welatên herêmî û navnetwî, şer dikin.

Cihê Sûriyê yê li peravên Deryaya Spî, di nexşeya jeopolîtîk de wê weke deriyê Parzemîna Asya ji deryayê re destnîşan dike. Lewra ji bo herdu hêzên cîhanî yên deryayî (Altalasukratia) ku Amerîka serkêşiya wê dike û Ewrasyayê (Aletilorockeratia) ku Rûsiya serkêşiya wê dike, cihek stratejîk e. Ku li gorî Jeopolîtîkayê hêza deryayî dixwaze Sûriyê bigire bin serweriya xwe de da ku aliyê dijberê xwe dorpêç bike û wî dûrî deryayê bihêle, her wiha bi vê yekê re xwe li bejahiya Ewrasyayê belav bike û xêrûbêra wê bigire. Li aliyê din hêza Ewrasiyayê jî dixwaze dorpêça li ser wê hatiye ferzkirin bişkîne û xwe bigihîne deryayê.

Li gorî Pisporê Jeopolîtîka yê Rûsî Alexander Dosvrski: “Ev herêm hersê parzemînên Asya, Afrîka û Ewropa digihîne hev û kilîta parastina asîmanî ya herdu parzemînên Afrîka û Eworopayê ye”.

Nivîskar Aleksandr Dugin jî di pirtûkek xwe ya bi navê “Rêgezên jeopolîtîka, Pêşerojê Rûsiya ya jeopolîtîk” de jî nivîsî ye: “Eger Rûsiya dev ji piştgiriya rejîma Esad li Sûriyê berde, tê wateya intîhara jeopolîtîk a Rûsiya”.

Dîsa cihê Sûriye ji bo xeta petrolê ya welatên Kendavê, xeta petrolê ya Tehran û Bexdadê jî û parastina Îsraîl li herêmê, girîng e.

Lewra girîngiya vê herêmê ya jeopolîtîk, çirûska şoreşa ku gelên herêmê pêxistin tefand û li hember wê jî xewnên hêzên navnetewî yên firehkirina desthiladariya xwe gur kirin.

Lê eger mirov li rastiya şoreşê veger, ew ê mozayikeke cihêreng a gelên resen, ku dixwestin rejîma desthiladar a ku li pêşiya pêşketina çandî, civakî, aborî û polîtîk bibû asten, hilweşînin, rast bê. Yanê li ber girîngiya jeopolîtîk, ev herêm xwedî mozayîkek gelan a şaristanîwer e.

Mozayîka gelan di nav şoreşê de

Li vê erdnîgariya di navber hersê parzemînên cîhanê de û li qeraxên Deryaya Spî, 8 gelên ji neteweyên cûda yên ereb, Kurd, sûryen, asûr, ermen, tirkumen, çeçen, dirûziyan dijîn. Ku baweriyên van ên sereke jî Mislimantî, Xirstiyaniyet û Êzdayetî ne. Ku ev jî têkelhev li tevahî xaka Sûriyê belav dibin. Lê li Bakurê Sûriyê hebûna Kurdan zêde dibe, li Başûrê wê hebûna Dirûziyan zêde  dibe û gelên din jî li tevahî Sûriyê belav dibin.

Bi rêjeyek mezin, tevahî gelên van neteweyan di şoreşê de cih girtin û xwestin guhertinek pêk bê. Lê rêveçûna şoreşê, zexta hêzên rejîma Sûriyê, muxalefeta heyî ku nikaribû tevgerîna heyî organîze bike û şerê jeopolîtîk ku li jor me qalê kir, rê li pêşiya vê girt. Ku niha di sala 7’emîn a şoreşê de tu hebûnek bandorker a hêzek bi navê muxalefeta hundirîn a Sûriyê (ji derveyî statoya Bakurê Sûriyê) li holê nemaye. Heya ku di sala dawî de çeteyên muxalefetê di bin sîwaneya Artêşa Tirk de li Şehbayê hatin fetisandin û hêza wê ya polîtîk jî di navbera Riyad û Stenbolê de wenda bû.

Herêmên serweriyê

Di sala 2016 û 2017’an de, nexşeya serweriya leşkerî ya Sûriyê serobino bû, ku niha li 14 parêzgehên Sûriyê;

Idlib di destê çeteyên koalîsyona Sûriyê de ye.

Parêzgehên Hesekê û Reqqa piranî di bin kontrola YPG û QSD’ê de ne û rêjeyek biçûk ji herdu parêzgehan di destê DAIŞ’ê de maye

Heleb di navbera QSD’ê, çeteyên Tirkiyê û rejîma Baasê de ye

Şam, Himis, Hema, Siwêda di destê hêzên rejîmê de û rêjeyek biçûk di destê çeteyên Koalîsyona Sûriyê, DAIŞ û El-Nusra de ye

Tartûs û Latekiyê bi temamî di destê hêzên rejîmê de ne

Deria û Gundewarên Şamê jî di navbera çeteyên Koalîsyonê, Nusra û rejîma Baasê de parvekirî ye

Dêrazorê jî bi temamî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye û parçeyek bi çûk di destê hêzên rejîmê de ye.

Wendahiyên şerê Sûriyê

Li gorî raporeke Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan, di encama şerê 6 salan ê Sûriyê 321 hezar û 358 kesî jiyana xwe ji dest da û hat kuştin. Ji van 17 hezar û 411 zarok û 10 hezar û 847 jin di nav de, 96 hezar û 73 sivîl in. 57 hezar û 296 çeteyên biyanî û yên Hizbullah in.

Her wiha ji nav sivîlan, 113 zarok û 56 jin di nav de 14 hezar û 661 sivîlî di zindanên rejîma Baasê de hatin kuştin. 46 zarok û 25 jin di nav de 242 sivîl li ser destê zîrevanên sînor ên artêşa Tirk a Dagirker hatin kuştin.

Her wiha heya niha  çarenûsa 11 hezar û 900 sivîlên ku ji aliyê rejîma Baasê, çeteyên muxalefetê û DAIŞ’ê ve hatine revandin, nayê zanîn.

Li ber van jî 2 milyon sivîlên Sûriyê ji ber pevçûn, topbaran û teqînan birîndar û astengdar bûne.

Li gorî raporeke Komîseria Bilind a Karûbarên Penaberan ku di 9’ê Adarê de derketibû, zêdeyî 4.9 milyon sûrîyî penaberî derveyî welat bûn, 6.3 milyon sûrî di hundir welat de koçber bûn. 3 milyon zarokên Sûriyê di nav 5 salan de çavên xwe li şer vekirin. her wiha 2.8 milyon kes jî heya niha li herêmên şer dorpêçkirî û di nav metirsiya tunebûnê de ne. her wiha zêdeyî 280 hezar kes jî di bin dorpêça girankirî de ne.

Her wiha li gorî lêkolîneke pisporê Aboriyê Dr.Emar Yûsif ziyana daravî ya şerê Sûriyê gihişt 1170 milyar dolar. Li gorî lêkolînê hijmara avahiyên li Sûriyê ku ziyan dîtine û hatine hilweşandin 2 milyon û 400 hezar mal in. li aliyê din rêjeyek bi qasî ji sedî 67 ji binesaziya sînaî ya Sûriyê hatiye hilweşîn. Li ber van ziyanek mezin gihiştiye pereyên Sûrê, qada sewalvanî, torîzm, çandinî, tenduristiyê, ekolojî, petrol, tura ceyran, av û kenalîzasyonê. Her wiha ji bo qada perwerdeyê jî niha bi tenê rêjeya ji sedî 30 qada perwerdeyê tê xebitandin. Di heman lêkolînê de tê gotin ku rêjeya ji sedî 45 navendên tenduristiyê hatin ruxandin û zêdeyî ji sedî 37 kadroyên tenduristiyê hatin wendakirin. Her wiha ji ber rewşa şerê li herêmê zêdeyî ji sedî 89 ji gelê Sûriyê di bin xeta Feqîrbûna girankirî de ne.

Şerê esîlan

Sala dawî ya aloziyê, rola gel Sûrî bi xwe di nav muxalefetê û rejîmê de tune kir. nemaze niha yê ku biryar derbarê Sûriyê de digire û aloziyê dimeşîne hêzên navnetewî bi xwe ne.

Di vê navberê de komên muxalefetê jî, nikaribûn li herêmên di destê xwe de, nimuneyek nû a statoya şoreşê derxînin holê û van jî rê li pêş xetimandina polîtîk vekirin. lewra hemû deverên di bin destê muxalefetê de veguherîn deverên wêrankirî. Rejîma Baasê jî li aliyê din ê Sûriyê hîna dîktatoriay xwe didomîne. Lê di vê qeyranê de, bi tenê li herêmên bakurê Sûriyê nimuneyek çareseriyê û statoyek nû ya şoreşê xuya dike.

SIBA: Rûsya  û Emerîkiya şerê esîlan birêve dibin 

(ne)

ANHA