Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şerê wekîlan ê 6 salî derbasî şerê esîlan bû; qeyrana Sûriyê – 2

DOSYA

Mudaxeleya Rûsiye, Amerîka û Tirkiyê

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Diyar e ku şerê wekîlan ku ev 6 sal in li Sûriyê digere, nikaribû berjewendiyên hêzên mezin ên cîhanê pêk bîne. Lewra van hêzan bi xwe dest werdan herêmê. Şerê wekîlan bû şerê esîlan.DOSIYA-SURIYA2

Rûsiye û Amerîka di serî de, hêzên cîhanê bi riya wekîlên xwe yên li Rojhilata Navîn rolek diyarker di derxistina şoreşa Sûriyê ji riya wê ya rast, lîstin. Hiştin ku şoreşa aştiyane ya ku guhertin armanc dikir, veguhere şerek çekdarî yê bidestxistina desthiladariyê.

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re û bi taybet di dema ku veguherî şerek çekdarî, gelek komên çekdar ên girêdayî Tirkiye, Qater, Siûdî Erebîstan, DYA, NATO û Îsraîl derketin. her wiha li aliyê din gelek komên girêdayî Îran, Huzbillah ê Lubnanî û komên Şîa, Iraqî û Asyewî hatin dîtin.

Rûsiye bi riya hevkarên xwe yên Îranî, Huzbillah û komên Şîayê dikaribû rejîma Baasê biparêze. Li ber vê jî di aliyê polîtîk de, Rûsiye û Çîn ji bo parastina rejîma Asad di Konseya Ewlekariyê û civînên navnetewî de rolek girîng lîstin.DOSIYA-SURIYA1

Amerîka û hêzên ewropî jî bi riya hevalbendên xwe yên li Rojhilata Navîn; Tirkiye, Qater û Siûdî Erebîstan, heman rol lîstin.

Wiha şerê di navbera herdu îdeolojiyên dijber hevûdin, gihişt asta ku êdî şerê wekaletê têrê nedikir. Lewra di sala 6’emîn a şoreşê de hêzên aktorên sereke bi xwe dest werdan herêmê û li ser erdê Sûriyê hatin dîtin.

Mudaxeleya Rûsî

Rûsiye di Tebaxa 2015’an de bi rejîma Sûriyê re tîfaqek îmze kir, ku dikaribû bi saya wê baregeha Himeymîm heya demek ne-binavkirî bikar bîne. (Himeymîm, baregehek leşkerî ya asîmanî ye. Li bajaroka Himêmîm ê ku 4 Km dûrî bajarê Cebleyê ye û 19 Km dûrî parêzgeha Lazeqiyê, dikeve).DOSIYA-SURIYA3

Rûsiye piştî vê tîfaqê, di 30’ê Îlûna 2015’an de û piştî ku Serokomarê Sûriyê Beşar El-Esed piştgiriya leşkerî jê xwest, dest bi êrîşên asîmanî yên dijî komên çekdarên muxalefetê kir. Di vê navberê de Meclîsa Rûsiyeyê jî daxwza Serokê Rûsî Vladimir Putin a bikaranîna hêzên leşkerî yên Rûsî li derveyî welat, qebûl kir.

Di heman rojê de Rûsiya 21 balafirên şer ên Sukhoi -25, 12 balafirên Interceptor Sukhoi -24, 6 topavêjên navîn ên Sukhoi-34, 4 Sukhoi-30 û 15 helîkopterên (MI di nav de, 24 Heind ên êrîşan) li balafirgeha Basil El-Esed a nêzî Lazeqiyê bicih kirin.

Beriya wê Rûsiye, Îsraîl agahdar kiribû ku ew ê li ser xaka Sûriyê êrîşên asîmanî pêk bîne. Di vê navberê, ji bo dîtina makanîzmeyeke kordîneya ewlehî di navbera artêşa Rûsî û ya Israîlî li herêmê, gelek civîn di navbera Serfermandarê Gîştî yê Artêşa Îsraîlê Jari Golan û Hevkarê wî yê Rusî Nîkolay Bagdanowska, pêk hatin. Piştî van civînan êdî êrîşên Rûsî li herêmê dest pê kirin.DOSIYA-SURIYA4

Li gorî raporeke Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan, piştî mudaxeleya Rûsî û heya Mijdara 2016’an, di encama êrîşên Rûsî yên li Sûriyê, 1112 zarok, 646 jin, 2726 zilamên sivîl di nav de, 10 hezar û 503 kes hatin kuştin.

Hêzên Amerîkî li Sûriyê

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê, DYA dest bi lêgerîna li komên muxalefeta nerm kir, da ku wan perwrde bike û ji bo şerê li hember rejîmê amade bike. lê belê tevî ku Amerîka gelek caran ji bo perwerdekirina komên çekdarên muxalefetê, bernameyên perwerdeyê dest pê kirin, lê hemû bibin ketin.DOSIYA-SURIYA5

Di 4’ê Adara 2016’an de komek ji 50 çekdarên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatibûn perwerdekirin tevî gelek çekên modern, ji deriyê Bab El-Selama derbasî bajarê Ezazê bû. Beşek mezin ji endamên vê komên di nav çend rojan de hatin kuştin û yê mayî jî tevî çekên xwe xwe radestî DAIŞ’ê kirin an jî reviyan.

Lê belê di dosyaya şerê li hember terorê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)  û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dikaribûn xwe weke hêzeke şerê li DAIŞ’ê îsbat bikin. Lewra piştî Koalîsyona Navnetewî ya şerê li hember DAIŞ’ê hat avakirin, vê koalîsyonê pişgiriya asîmanî da YPG/YPJ’ê; bi taybet di şerê Kobanê de. Piştgiriya han heya avakirina QSD’ê di Cotmeha 2015’an de dom kir. Piştî wê DYA’yê di operesyona Minbicê de şêwirmendên leşkerî dan vê hêzê.

Beriya demekê jî dezgehên ragihandinê ragihandibûn ku di 25’ê Mijdara 2016’an de komek ji leşker û serbazên Amerîkî gihiştin Herêma Kobanê ya Bakurê Sûriyê. Heman çavkaniyan dabûn zanîn ku hêzên Amerîkî odeyeke çalakiyên hevbeş bi QSD’ê re ava kiriye.DOSIYA-SURIYA6

Piştî vê DYA’yê hijmarek din a leşker û şêwirmendên xwe yên leşkerî şand baregehên xwe yên li Bakurê Sûriyê. Heya niha jî di dosyaya şerê li hember terorê de piştgiriya Amerîka ji QSD’ê re didome.

Dagirkeriya Tirkî

Li hember van pêşketinan û piştî ku polîtîkayên Tirkiyê yên li herêmê têk çûn, Tirkiye biryar da ku bi xwe derbasî xaka Sûriyê bibe. Bi vê yekê re jî gava yekemîn a dagirkirina xaka Sûriyê avêt.

Tirkiye ji Çileya 2015’an ve, amadekariyên dagirkirina herêma di navbera Minbic û Efrîn kir. di 20’ê Çileyê de artêşa Tirkiye sînorê siyasî derbas kir, heya 500 m derbasî Cerablusê bû û mayînên li herêma sînor hatine çandin rakirin. Piştî wê bi rojekê li gorî agahiyên gihiştin destê ANHA’yê Tirkiye di navbera Cerablus a Sûriyê û Kirkamîş a Tirkiyê korîdorek vekir.DOSIYA-SURIYA7

Di 24’ê Tebaxê de Artêşa Tirk bi alîkariya çeteyên Koalîsyona Sûriyê dest bi dagirkirina xaka Sûriyê kirin û derbasî herêma Cerablusê bûn. Paşê, bi saya tîfaqên bi DAIŞ’ê re, artêşa dagirker û çeteyên wê, firehiyek mezin ji xaka Sûriyê, di navbera Cerablus heya Ezaz û Babê  dagir kir.

Her wiha Tirkiyê hewl da ku li bajarê Minbic ê ku ji aliyê QSD’ê ve hatibû rizgarkirin, dagir bike, lê belê Amerîkayê hêzên xwe li herêmên bakurê Minbicê û Rûsiye jî hêzên xwe li başûr û rojavayê Minbicê belav kirin. bi vê yekê re jî rê li pêş pêşketina Tirkiyê girtin.

Aloziya ku ji Adara 2011’an ve dest pê kiribû û şerê di navbera wekîlên hêzên navnetewî, di sala 6’emîn de ji şerê wekîlan derbasî şerê esîlan bû. Li ber vê jî heya niha tu aliyek herêmî û navnetewî negihişt makanîzmeyeke çareserkirina aloziyê. Li aliyê din ê tabloyê, li herêmên di bin serweriya QSD’ê de, statoyek aram û bi ewle ku ji aliyê gelê xwe bi xwe ve tê rêvebirin heye. li van herêman niha amadekariyên pêkanîna sîstema Federaliyê jî tên kirin.

SIBA: Federalî çareseriya guncaw e

(ne)

ANHA