Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şerê wekîlan ê 6 salî derbasî şerê esîlan bû; qeyrana Sûriyê – 3

DOSYA

Federalî misogeriya dawîkirina aloziyê ye

ALAN ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Di nav 6 salên aloziya Sûriyê ku her devera Sûriyê wêran kir, herêmên Xweseriya Demokratîk ên Kobanê, Cizîr û Efrîn aramiya xwe parastin. Herî dawiyê ji van herêman projeya Federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyê weke nimuneyek çareseriya herî guncaw derket.

Di nav 6 salên qeyrana Sûriyê, projeya Federaliya Demokratîk tekane projeya ku ji bo dawîkirina aloziyê, avakirina Sûriyeya pêşerojê hatiye dîtin.

Di vê beşa dosyaya xwe de, em ê girîngiya projeya Federaliya Demokratîk a ku ji aliyê pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyê ve hatibû erêkirin, binirxînin û raber bikin. Nemaze pêkhateyên Bakurê Sûriyê ev proje weke çareseriya herî guncaw a bidîwîkirin aloziyê û misogerkirina yekîtiya xaka Sûriyê û gelê wê. Her wiha weke riya pêşîgirtina li mudaxeleya hêzên herêmî û derve ku aloziyê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin û hewl didin xaka Sûriyê dagir bikin, dibînin. Lewra girîngiya vê projeyê çi ye? aliyên manîdar bi dosyaya Sûriyê vê projeyê çawa dinirxînin.

Fedraliya Demokratîk; proje û navarok

Pêkhateyên Bakurê Sûriyê sala burî di 17’ê Adarê de (ku îro yekemîn salvegera wê ye) di civîneke ku li bajaroka Rimêlan bi amadebûna 200 nûnerên pêkhateyên herêmê hatibû lidarxistin, projeya Federaliya Demokratîk erê kirin û Meclîsa Damezirêner a Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê ava kirin. Paşê reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Federaliyê ku ji 85 madeyan pêk dihat hat amadekirin, pêşkêşkirin û di civîna duyemîn a meclîsa damezirêner ku di 27’ê Çileya 2017 ‘an hatibû lidarxistin de hat erêkirin.

Ji bendên sereke yên Hevpeymana Civakî; Federasyon beşek ji Sûriyê ye û hemû ziman lê fermî ne. Rêgeza jiyana hevbeş di navber hemû pêkhateyên herêmê de li ser hîma Neteweya Demokratîk parastî ye. Rola rêveberiyên xweser di sîstema fedralî de esasî ye. mafê hemû baweriyan û mafê jin parastî ne.

Her wiha di encama vê civînê de, meclîsa federaliyê belgeyek siyasî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê derxist.

Di dema lidarxistina civîna duyemîn a meclîsa damezirêner de Hevseroka Meclîsê Hediye Yûsif diyar kir ku “Sûriye dê welatek nijadperest ê xwedî yek reng nemîne. Di rewşa niha de her aliyê ku di vegerandina vê statoyê de bi îsara be, ew parçekirina Sûriyê armanc dike. lê projeya me ya hemû Sûriyê ye. em gelê vê herêmê ku baweriya me bi demokrasiyeya rasteqîn tê, federaliyê weke rengê çareseriya herî munasib dibînin. Federasyona Bakurê Sûriyê, federasyonek li ser esasê erdnîgariyê û nenavendîbûna rêveberiyê hatiye avakirin”.

Zêdeyî 900 hezar koçber û penaberan xwe spartinê

Di demeke ku aloziya Sûriyê kûr bû û wêranî li her devera Sûriyê belav bû, herêmên Rojavayê Kurdistanê bi saya sîstema Rêveberiya Xweseriy ku dendike federaliya demokratîk e, ewlehiya herêmên xwe parast û dikaribû statoyek rêveberiyê ya gel ava bike. nêzî 900 hezar koçberên ji Sûriyê û penaberên ji Iraqê xwe spartin vê herêmê. Lewra herêm veguherî herêmek bi ewle ya sivîlan. Lewra sîstema ku gelê Kurd pêşengiya wî kir, di demek kurt de belav bû û bû meqseda hemû gelên herêmê yên ereb, asûr, suryen, ermen, tikumen û çerkesan jî.

Berê xwe didin xweseriyê

Niha jî, her ku herêmek ji DAIŞ’ê tê rizgarkirin şêniyên vê herêmê statoya xweseriyê ji xwe re weke sîstem dipejirînin . mînaka vê jî li Girê Spî, Hol, Şedadê, Ên Îsa û Minbicê hat dîtin. Pêkhateyên van herêman jiyana hevbeş qebûl dikin û berê xwe didinê.

Nêrînên derbarê Federaliyê de

Gelek alî Federasyona Demokratîk weke çareseriya aloziya Sûriyê dibînin. Ji wan Sekreterê Camîeya Erebî Ehmed Ebû El-Xeyiz got: “Federalî çareseriya herî guncaw a parastina Sûriyê ji parçekirinê ye. çareserî wê rê li pêşiya vê wêraniyê bigire.”

Pisporê Dosyayên Rojhilata Navîn Yuri Jinen got: “Sûriye ji Kurd, Elewî, xiristyan û dirûziyan, tevî gelek pêkhateyên din pêk tê. ev zêdeyî ji sedî 85 ê gel pêk tînin. lewra ancex Federalî çareseriya herî guncaw a lihevanînê be”.

Hevserokê MSD’ê û muxalîfê Sûrî Riyad Dirar jî Neteweya Demokratîk weke “riya biratiyê li Bakurê Sûriyê” binav dike û weke destpêka çareserkirin aloziya Sûriyê dibîne.

Ji aliyê xwe ve muxalîfê Sûrî yê serbixwe Husam Elûş got: “Ev rêbaza federaliyê wê yekîtiya me vejîne û aloziya heyî di nav civakê de rake”

Rejîm û muxalefetê li holê nînin

Lê belê herdu hêzên muxalefet û rejîmê vê projeyê weke “metirsîdar” li ser berjewendiyên xwe yên li herêmê dibînin. Herdu aliyan jî heya niha tu projeyek çareseriyê pêşkêş nekirine. Herêmên di destê hêzên muxalefetê de ku di nav şoreşê de bidest xistine, veguherîne herêmên xeter ên ku jiyan lê nabe. Ji ber ku li wir tu rêveberiyek berpirsyar derneketiye holê. Li herêmên rejîmê jî, dîktatoriya rejîma Baasê hîna lidar e.

Piştgiriya Federaliyê

Tevî hemû nêrînên ku li ser federaliyê tên dayîn, lê belê ev proje ji hundir û derveyî welat hatiye pejirandin. her wiha ji bo vê yekê tevgerînek dîplomatîk a meclîsa Federaliyê ya bê rawestîn heye.

Heya niha zêdeyî 100 partiyên sosyalîs projeya Federaliyê ya ku ji aliyê MSD’ê ve ji bo Kongreya 25’ê Sibatê ya Sosyalîsên Cîhanê pêşkêş kiribû, pejirandin.

(ne)

ANHA