Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şerên çeteyên Idlibê tê weteya çi?

ANALÎZ

NÛRHAT HESEN-NEWROZ OSMAN

EFRÎN – Di navbera Ahrar El  Şam ya ku wek rûyî siyasî Cebhet Fetih El Şam (Cephet El Nusra)  û Cundi El  Eqsa ku wek rûyî DAIŞ yên veşartî têzanîn îtifaqa li dijî  rejîma Sûriyeyê û nakokiyên wan yên di heman demê de wek şerekî parvekirinê hate dîtin.

Di demên dawî de geşedanên bi lez li herêma Idlibê ya Sûriyeyê têne jiyankirin. Di nav komên çete yên Ehrar El-Şam û Komên çete yên Cundi El-Eqsa de şerên dijwar hatin jiyankirin. Şerê wan piştî êrîşa xwekujî ya li Atmayê ku li ser sînorê Efrînê ye despêkir. Ahrar El Şam beşê siyasî yê Cephet El Nusra  Cundi El- Eqsa ji bo teqîna Atmê tawambarkir. Di demek de çeyên Cundil El Eqsa û Ahrar El Şam bihevre li bakûrê Hema yê li dijî rejîma Suriyê êrîşên dijwar lidardixist, nakokiyên herdû aliyan kûrbûn.  Di navbera Ahrar El  Şam ya ku wek rûyî siyasî Cebhet Fetih El Şam (Cephet El Nusra)  û Cundi El  Eqsa ku wek rûyî DAIŞ yên veşartî têzanîn îtifaqa li dijî  rejîma Sûriyeyê û nakokiyên wan yên di heman demê de wek şerekî parvekirinê hate dîtin.

Tevî ku şerê di navbera wan de gelekî dijwar bû jî, lê ji aliyê saziyên çapemeniyê ve hate veşartin. Di encama şer de komên çete yên Ehrar El-Şam gelek herêmên ku di bin destê komên çete yên Cund El-Eqsa de bûn desteserkir.

Piştî teqîna Atma

Di sibeha 6’ê meha Cotmehê de êrîşa xwekujî li kampa Atmê ya li ser sînorê Tirkiyê û bajaroka Atmê ya Idlibê ye pêk hat. Di encama teqînê de bi sedan kes hatin kuştin û birîndarbûn. Kesên hatin kuştin piranî çeteyên Ahrar El Şam bûn. Kampa Atmê cihekî veguheztina komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk e. Piştî dewleta Tirk herêma Şahba dagirkir, bi sedan çeteyên li herêma Idlibê li ser kampa Atmê veguhezt Cerablus. Teqîna 6’ê mehê de jî, di dema çeteyên  Cephet El Nusra û Ahrar El Şam ji herêma Idlibê vediguheztin herêma Bab’ê pêkhat.

Piştî pevçûn di navbera komên çete yên Ahrar El-Şam ku xwe li ser koalîsyona niştimanî ya opozisyona Sûriyê hesab dike û koma çete ya bi navê Cund El-Eqsa de derket, çeteyên Ahrar El Şam koma çete ya Cundil El Eqsa tewambarkir. Ahrar El Şam piştî ev teqîna êrîşek dijwar bir ser hevkarê  xwe Cundil Eqsa.  Ahrar El-Şam bi alîkariya Koma çete ya bi navê Feyleq El-Şam çeteyên Cund El-Eqsa ji gelek bargehên wan derxistin.

Koma çete ya Feyleq El-Şam ku yek ji komê  Idlibê dagirkiriye, di banê Cephet El Nusra bi  Ahrar El Şam re  êrîşî Cundil El Eqsa kir. Di encama şerên dijwar koma çete ya Ehrar El-Şam bi daxuyaniyekê bang li hemû koman kir ku çeteyên herêma Idlibê  ku Cund El-Eqsa ji Atmê û kampa wê derbixin. Ev komên çeteyan êrîşek dijwar birin Cundil El Eqsa  û wê ji gundên rojavayê Meret El-Numan bi tevahî ji Cund El-Eqsa derxistin.

Di heman demê de çavkaniyan dan zanîn ku komên çete yên Cund El-Eqsa çeteyên Ahrar El-Şam ên li gundê Kefer Sicne idam kirine. Heman çavkaniyan  got ku Tugaya 13’an ku navenda wê Meret El-Numan e jî li kêleka Ahrar El-Şam rawestiye û li dijî Cund El-Eqsa yên li Meret El-Numan şer kiriye. Ji ber êrîş li ser wan zêde bû, komên çete yên Cund El-Eqsa xwe ji kampa Metoma ya li herêma Erîha û bajarê Idlibê kişandin. Heman çavkaniyan dan zanîn ku niha jî çete li Çiyayê Zawiye ya Idlibê şer dikin. Di encama şer de kuştî û birîndarên herdû aliyan hene.

Hêzên rêjîmê jî fersenda şerê di nava çeteyan de qezenc kir û êrîşî çend bargehên wan kir. Di encamê de hêzên rêjîmê gundên bi navê El-Şete, El-Neqre, El-Tilîsiye, El-Qahîra, El-Tele, El-Eswed û Raselyin ji çeteyan standin.

Balkêşe heta niha komên çete yên Eniya Fetih El-Şam (Cebhet El-Nusra) helwesta xwe derbarê şerê di navbera aliyan de tê jiyankirin ne daye. Çavkaniyên herêmê didin diyar kirin ku  komên çeteyên girêdayî wê wek Ahrar El Şam, Fîleq El-Şam bê biryara Cephet El- Şam nikarin  êrîşek wiha  li dijî komek bike.

Kî li pişt êrîşa Atmê ye?

Piştî ku komên çete yên DAIŞ’ê teqîn girt ser xwe isbat bû ku destê komên çete yên Cund El-Eqsa di êrîşê de heye. Cundil El Eqsa li Suriyê wek komekî rûyî DAIŞ yên li herêmê din tê naskirin. Şerê di navbera Ahrar El Şam û Cundil El Eqsa tê wateya şerê DAIŞ û Cephet El Nusra. Hêjaye gotinê piştî Cebhet El-Nusra bajarê Idlibê xistin destê xwe, ev cara yekeme ku di navbera çeteyan de şerên weqasî dijwar têne jiyankirin.  Bi kûrbûna nakokiyên di navbera Rûsya û Amerîka de diyar dibe ku wê komên çeteyên nêzîkî herdû aliyan dijwartir bibe.

(dc)

ANHA