Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Serhildana Îranê.. Li hemberî hejarî yan polîtîkayên dewletê ye?

Welat di destê kesekî de ye

MEDYA HENAN

NAVENDA NÛÇEYAN – Ev çend roj in li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanek tê jiyîn. Di destpêkê de xwepêşandanên banga başkirina rewşa jiyanî bûn, lê xwepêşandêran hema helwestên xwe yên hundirîn derbirandin û siyaseta dewletê û destwerdana wê di dewletên cîran de şermezar kirin.

Ev dosya ji du beşan pêk tê û di vê dosyeyê de em ê hewl bidin rewşa sîstema siyasî li Îranê û dezgehên wê yên desthilatdariyê diyar bikin, nemaze desthilatdariyên dewletê û serweriya tek kesî ku “rêberê bilind” nûnertiya wî dike. Her wiha siyastên di derheqên gelên ne Faris de dê bêne behskirin û asta dewlemendî û xizantiya li welat tê jiyîn were zelalkirin. Herî dawî jî serhildanên gelên Îranê û hovîtiya li hemberî van xwepêşandanan tê meşandin.

Sîstema siyasî û rewşa desthilatdariya Îranê

Ne pêkan e sîstema siyasî ya Îranê bêyî ku lêvegereke çarçoveyên giştî ku têde şoreşa Îranê ya sala 1979’an de hatiye lidarxistin were naskirin. Di encama vê şoreşê de sîstemeke siyasî ya cûdayî şêwaz û naverokê hate damezrandin. Şoreşa Îslamî ya Îranê ku di dawiya salên 70’yî ya sedsala borî de hatiye lidarxistin cûdayî şoreşên wê demê yên cîhana sêyemîn bûn ku nûnertiya şoreşên li dijî kapîtalîst ên alîgirtiya dewletên rojavayî dikirin bû û li şûna wê sîstemeke totalîter a sosyalîst ava dikirin. şoreşa îslamî ya Îranê ne bi pilaneke biloka rojhilatî a sosyalîst a li dijî biloka rojavayî ya kapîtalîst bû, lê belê şoreşeke ji navenda civaka Îranî û olî  derketibû; û ber bi projeyeke pilankirî ya avakirina sîstemeke îslamî ve çû. Ev sîstem li ser têoriya Weliyê Feqîh ku xwediyarkirina zêde pêşketinekê di bingeha aqilmendiya siyasî ya Şîayî de dibîne.

Sîstema siyasî ya Îranê ji dema şoreşa 1979’an ve xwe dispêre gelek saziyên desthilatdar û di asta serweriyan de ketine nava hevûdu, hin ji van saziyan di nava sîstemên siyasî yên nûjen de tekane ne, lê bi awayekî bingehîn girêdayî desthilatdariya olî ya dewletê ne.

Hin ji van deste û saziyên desthilatdar bi rêbazên demokratîk bi riya hilbijartinan tên avakirin, ên weke Meclîsa Şêwermendiya Îslamî, Meclîsa Pisporan û serokkomar, hin saziyên din jî bi riya erkdariyê pêk tên lê di dawiya de serweriya “rêber” hegomon e.

Lêhûrbûnên serweriyan û berpirsyariyan li gorî asta desthilatdariyan payên sereke di sîstema siyasî ya Îranê de ne. “rêberê bilind” paya herî bilind di dewletê de ye û xwedî biryara rateqîn e û ev yek girêdayî “Wîlayeta Feqîh Adil” e ku di beşê pêncemîn a destûrê de hatiye piştrastkirin. Ev têoriya siyasî ya Şîayî ya nû ye û rê ji oldarên Şîayî re vekir ku desthilatdariya Îranê bikin. Ayetullah Xumeynî rêberê Îranê yê berê yekem car piştî şoraş 1979’an de li dijî desthilatdariya Şah Mihemed Riza Behlewî pêk anî.

Li gorî sîstema komara Îslamî ya Îranê û destûra wê, rêber Elî Xaminî niha xwedî desthilatdariyeke bê sînor e û xwedî biryara her tiştekî girêdayî karûbarên dewletê ye, di nava wê de siyaseta nuklerî û tîpên stûr ên siyaseta hundirîn û derve û xwedî biryara şer û aştiyê ye, her wiha desthilatdariya rasterast li ser artêş û Zîrevanên Şoreşê û dezgehên istixbaratê.

Destûra Îranê ku di sala 1979’an de derketiye, serweriyên berfireh dane “rêber”, a herî girîng diyarkirina siayseta giştî ya sîstema komarê û çavdêriya wê, her wiha biryara raferandûma giştî û fermandariya hêzên çekdar û ragihandina şer û aştiyê û seferberiyê. Her wiha destûrê mafê tecrîdkirina serokkomar daye wû û dikare rayedarên Meclîsa Sazkirina Destûrê û serokê desthilatdariya dadgerî tecrîd û erkdar bike. Her wiha serokkomar ku li gorî madeya 13’emîn a destûr de hatiye erkdarkirin paya herî bilind piştî paya rêveberiyê ye û herî zêde du caran tê hilbijartin û dema her carekê 4 sal in û girêdayî piraniya serweriyên “rêberê bilind” e, her wiha tevgera wî ji aliyê komeke dezgehên nehilbijartî ku di bin serweriya oldaran de ye hatiye sînordarkirin û ya herî girînd di wan de Meclîsa Sazkirina Destûrê.

Serok li hemberî birêvebirina karûbarên rojane yên welat berpirsyar e, her wiha serokartiya Meclîsa Ewlehiya Netewî dike ku bi riya wê kordîneya siyaseta parastin û ewlehiyê dike. Serok dikare hevpeymanan bi hikûmetên biyanî re îmze bike û erkdarkirina sefîran erê bike. Meclîsa Wezîran an Hikûmet hevkariya wî di vê mijarê de dikin. Her wiha paya serokwezîr li gorî veguhertina di destûr de di sala 1989’an de hate betalkirin.

Meclîsa Şêwermendiyê jî Meclîsa Zagonsazî û çavdêriyê ye û ji 290 kursiyan pêk tê, dewreya wê ya parlemanî jî çar sal in. Meclîs xwedî desthilatdariya çêkirina qanûnan di çarçoveya destûr de ye û dikare lêpirsîna wezîran û serok bike. Her wiha baweriyê dide hikûmmetê û jê radike. Hevpeyman û lihevhatinên navnetewî erê dike, lê dîsa jî di bin çavdêriya Meclîsa Sazkirina Destûr de dimîne.

Li pey wê Meclîsa Sazkirina Destûr tê ku ji 12 endaman pêk tê, ew jî 6 zaniyar ku ji aliyê “rêberê bilind” ve tên erkdarkirin û 6 ji aliyê dozgeriyê ve tên erkdarkirin pêk tê. Ev jî çavdêriya pêkanîna qanûnan dikin. her wiha belgeyên namzetên ku dixwazin beşdarî hilbijartinên serokatiyê û parlemanê bibin lêkolîn dikin û encamên wê erê dikin.

Ev Meclîs aliyê tekane ye ku dikare rêgezên Destûrê şîrove bike û çavdêriya hilbijartinên Meclîsa Pisporên rêveberiyê û hilbijartinên serokkomariyê û hilbijartinên Meclîsa Şêwremendiyê û referandûmn giştî dike û aloziyên di navbera Meclîsa Sazkirina Destûr û Meclîsa Şêwermendiyê çareser dike û eger aliyê yekemîn perspektîfên aliyê duyemîn red bike.

Rikberên Îranî diyar dikin ku Meclîs kaxezeke xurt di destê Weliyê Feqîh de ye da ku nêrîna xwe ferz bike û ew li pêşiya daxwazbilindiyên hin çaksaziyên Îranî disekine û rê li pêşiya sînordarkirina serweriyên “rêberê bilind” ên bê sînor digire.

Lê Meclîsa Pisporên Rêveberiyê ji 88 endaman pêk tê û her 8 salan carekê tê hilbijartin. Ev Meclîs li gorî madeya 107’an a destûrê “rêberê bilind” hildibijêre û serweriyên wî diyar dike û çavdêriya peywirên wî dike û li gorî madeya 111 wî tecrîd dike.

Meclîsa Nirxandina Berjewendiya Rêjîmê ku jêre Konseya Nirxandina Berjewendiya Rêjîmê tê gotin, ev jî desteyeke şêwermendiyê ye di sala 1988’an hatiye avakirin û ji 31 endaman pêk tên û “rêberê bilind” endamên wê erkdar dike, ji bilî serokên hersê desthilatdariyên (Rêveberî, zagonsazî û dadwerî) ku bi awayekî asayî beşdarî konseyê dibin û endamên wê 5 salan dixebitin.

Meclîs nakokiyên di navbera Parleman û Meclîsa Sazkirina Destûr de çareser dike û biryarên wê li ser herdu desteyan pêk tên piştî ku ji aliyê “rêberê bilind” ve were erêkirin û eger “rêberê bilind” bimire yan nikaribe peywira xwe pêk bîne endamekî Meclîsa Rêveber li şûna wî tê erkdarkirin heta “rêberekî bilind” tê pejirandin.

Desthilatdariya dadwerî peywira wê li gorî destûr pêkanîna edaletê ye û serokê wê “kesekî zîrek û edaletmend e û di karûbarên dadweriyê de pispor e” li gorî destûr – ew paya herî bilind di desthilatdariya dadweriyê de ye û ji aliyê “rêberê bilind” ve her pênc salan tê erkdarkirin û ew jî dadgeran erkdar dike û tecrîd dike û vediguhêze û peywirên wan diyar dike.

Li gorî destûra Îranê dadgeha bilind li welat li gorî pîvanên serokê desthilatdariya dadgeriyê tê avakirin û ew jî çavdêriya pêkanîna qanûnan di dadgehan de dike û dadgeriyê bi rêxistin dike.”

Li gorî sîstema siyasî ya Îranê saziya Weliyê Feqî serweriyê li desthilatdariya dadgeriyê dike û di piratîkê de paya “rêberê bilind”, Meclîsa Pisporan, Meclîsa Nirxandina Berjewendiya Rêjîmê û Meclîsa Sazkirina Destûr digire nava xwe

Sazî her wiha serweriya dezgehên din ên çandî, ewlehî û olî dike û deste û dezgehên ewlehî û leşkerî yên weke artêş, Zîrevanên Şoreşgerî û Istixbaratê û Meclîsa Bilind a ewlehiya netewî rasterast girêdayî “rêberê bilind” e ku biryarên wan bêyî erêkirina “rêberê bilind” bê wate ne.

Her wiha di rewşa sîstema siyasî ya desthilatdariya Îranê de diyar dibe ku “rêberê bilind” ku niha Xumênî di paya wê de ye hemû biryar û lêveberên siaysî yên girêdayî dewletê ji ba wî derdikevin.

Gelê Kurd û siyaseta hilweşandina gundan û valakirina bi darê zorê

Gelê Kurd li Îranê ji demeke dirêj ve rastî binpêkirina mafên civakî, siyasî û çandî tê, her wiha daxwazbilindiyên wê yên aborî. Herêmên Kurdî ji aliyê dewletê ve hatine paşguhkirin û ji aboriyê bê par hatine hiştin û di encamê de xizantî zêde bûye. Kurd bi dehan salan rastî metirsiyan hatin gelek caran malên wan hatin hilweşandin weke serdema şerê di navbera Îran û Îraqê de û herî dawî pirsgirêkên nû yên paşguhkirina dewletê û valakirina gundan bi darê zorê. Her wiha qedexe ye Kurd navên zarokên xwe bi navên Kurdî qeyd bikin û perwerdeya bi zimanê Kurdî jî qedexe ye.

Qedexekirina ziman û koçberkirina pilankirî ya gelê Ereb

Di derbarê gelê Ereb de ku niha li parêzgeha Xorzistan bi cih bûne, di rewşeke kambax de jiyan dikin. ev parêzgeh yek ji parêzgehên herî dewlemend di ciyografiya Îranê de ye û bi petrol û gazê gelekî dewlemend e, lê vê yekê stratejiya danûstandina rayedaran bi welatiyên Ereb re neguhert. Axaftina bi zimanê xwe li Ereban hatiye qedexekirin û di aliyê binesazî û xizmetguzariyê ve bi temamî hatiye paşguhkirin û ciwanên Ereb bê kar in û madeyên hişbiriyê di nava wan de gelekî hatine belavkirin. Her wiha ev parêzgeh rastî siyaseta guhertina demokrafîk tê û malbatên Ereb ber bi parêzgehên navîna Îranê ve tên şandin û li şûna wan malbatên Faris tên bicihkirin.

Beloş û siyaseta paşguhkirinê

Li rojhilat û başûrrojhilatê welat welatiyên parêzgehên Sîstan û Beloşistan ji aliyê dewletê ve rastî paşguhkirinê tên û di aliyê jiyanî, geşbûna aborî, perwerdehî û siyasî  de telekî hatine paşguhkirin. Her wiha para van parêzgehan di hevrûkirina bi parêzgehên din re ji budceya giştî ya dewletê gelekî kêm e, tevî ku parêzgeha herî mezin di welat de ye. Vê yekê hişt ku welatî li hemberî vê paşguhkirinê bi hêrs bibin û gelek xwepêşandanan li dar bixin û di encamê de di navbera welatiyan û dezgehên ewlehiyê de pevçûn derketin û li ser vê yekê bi dehan kes hatin girtin û bidarvekirin.

Sibe: mayîndina rêjîmê girêdayî paşguhkirina gelên ne Faris e.

(jh)

ANHA