Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Serhildanên Îranê..Li hemberî hejarî yan polîtîkayên dewletê ye? 2

DOSYA

Mayîndina rêjîmê girêdayî paşguhkirina gelên ne Faris e

MEDYA HENAN

QAMIŞLO – Netewên ne Faris ên Îranê ji aliyê desthilatdarên Îranê ve rastî zextên mezin tên, nemaze hemû desthilatdarî tenê di destê yek kesî “rêberê bilind” de ne û serweriya giştî welat dike. Tevî ku tê îdîakirin ku xwepêşandanên niha li Îranê ji ber sedemên aborî ne, lê di rastiyê de di encama siyaseteke pilankirî ya li dijî van gelan e.

Ciyografiya Îranê û niştecîbûna wê

Îran yek ji dewletên pirnetew e û Faris, Azerî, Gêlanî, Kurd, Ereb, Belûcî û Turkmen netewên Îranê yên sereke ne. Li gorî çavkaniyên fermî rêjeya Farisan %51 ji giştî welatiyên Îranê ye ku 79 milyon kes in.

Îran ji 31 parêzgehan pêk tê û li 11 parêzgehan Faris piraniya niştecihan in. Kurd jî li 7 parêzgehên Îranê yên Rojhilatê Kurdistanê bi cih dibin.

Mayîndina rêjîmê girêdayî paşguhkirina gelên ne Faris e

Rêjîma Îranê di mayîndina xwe de xwe dispêre paşguhkirina aliyên din, ew baş dizane ku tevgera van netewan dê bandoreke neyînî li hebûn û mayîndina wê bike û ji ber vê yekê bi hemû derfetên xwe van tevgeran tune dike. Di encamê de rêjîma Îranê bi hemû rêbazan zextê li netewên ne Faris dike û hemûyan ji mafên sereke bê par dihêle û hêza xwe ya ewlehî li herêman xurt dike.

Kesên hewl didin li dijî rêjîma Îranê serî hildin yan çalakiyên siyasî birêxistin bikin, bê guman çarenûsa wan girtin û bidarvekirin e bêyî ku were dadgehkirin. Piraniya çalakvanên siyasî di girtîgehan de ne û rastî îşkenceyên giran tên û paşê jî bêyî ku parastina xwe bikin ji dadgehan re tên şandin û tenê îdîaya sûcdariya wan tê xwendin û gelek caran bi gawirtî, bazirganiya madeyên hişbiriyê, xebatên ji bo berjewendiya istixbaratên biyanî, destdirêjiya li ewlehiya dewletê û piştre jî dadger biryar bidarvekirinê dide û paşê jî darizandin pêk tê.

Rêjîma Îranê bi riya gelek dezgehan karibû serweriya mozayîka welat bike û dibe weke hêzeke nerm û hêzeke hişk were dabeşkirin. Hêza nerm ew e ku mezheba Şîayî di bin rêgeza wîlayeta Feqîh de tê ferzkirin û ji aliyekî din ve bi demografiya welat tê lîskandin û siyaseta birçîkirina netewên ne Faris tê meşandin. He rwiha Kurd û Ereb jî ji perwerdeya bi zimanê dayîkê hatine qedexekirin. Di aliyê olî de jî pêkhateya Sunnî qedexe ye ku mizgeftên xwe li Tehranê ava bikin.

Di derbarê hêza hişk de jî, rêjîma Îranê gelek dezgehan bikar tine da ku rê li pêşiya xwepêşandanan û diyardeyên opozîsyonê bigire. Rêjîmê bi hovîtî nêzî xwepêşandanan dibe û dijberiyên xwe bi darvekirinê dadirizîne. Li gorî agahiyan rêjeya kesên tên bidarve kirin di serdema Hesen Rohanî de gelekî zêde bûye û li gorî hin serjimariyan bêtirî 2000 kes ji destpêka desthilatdariya Hesen Rohanî ve hatine bidarvekirin.

Aboriya Îranê

Îran yek ji dewletên Rojhilata Navîn ên herî dewlemend e. Li Îranê beşên aborî yên cûda hene. Di rêjeya sereke de xwe dispêre derfirotina petrol û gaze. Her wiha pîşekariya çêkirina wesayîtan ku ji dewletên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa re dişîne. Îran piştî Siûdiyê duyemîn jêder û berhemdarê petrokîmya li herêma Rojhilata Navîn e û yek ji berhemdarên madeyên hesinî ya herî mezin li Rojhilata Navîn e.

Îran di aliyê çandiniyê de jî gelekî dewlemend e û atmosfêra wê ji bo çandiniya titûn, çayê, genim û ceh guncaw e û yek ji firoşkarên mezin ên xawyar (kaviyar), fistiq û bijêrekan e. Li gorî çavkaniyan %80 ji derhatina aborî ya Îranê ji desthilatdariya rêjîma Îranê re diçe û bi riya van derhatinan proje û siyasetên xwe yên li herêmê dide meşandin, bêyî ku gelên Îranê para xwe ji berhema welat werbigirin. Di encamê de rewşa jiyanî li welat her çû xirabtir bû.

Aloziya bêkariyê ev çend sal in dijwar dibe

Li gorî navendên lêkolînan ên Îranê yên di derbarê rewşa jiyanî li Îranê rêjeya bêkariyê %12 ye, lê ev rêje li herêmên ne Faris gelekî bilind dibe, weke mînak li parêzgehên Kermanşah (a Kurdî) Ahwaz (a Erebî) û Belocistan bêtirî %60 e. Ev yek eşkere siyaseta nijadperest a rayedarên Îranê di derheqên netewên ne Faris de diyar dike.

Aloziya bêkariyê li Îranê ne aloziyeke nû ye û ev çend sal in her diçe dijwartir dibe. Li gorî Navenda Lêkolînan a Parlemana Îranê rêjeya bêkariyê ji dema hatina Hesen Rohanî ya ser desthilatdariyê gihîştiye asta herî jor. Tevî ku Rohanî di wîlayeta xwe de karibû rêjeya mezinbûna darayî ku di serdema Ehmedî Nicad ve %40 derbas kiribû nizim bike. Lê aboriya Îranê hêjî rastî astengiyan tê û hêjî bêkarî zêde dibe.

Di Tebaxa 2017’an de Wezîrê Kar û Dilxweşiya Civakî ya Îranê Elî El-Rebîhî di daxuyaniyekê de got ku her 5 deqeyan İraniyek li bêkaran zêde dibe û banga peydakirina kar ji 800 hezar welatiyan re kir.

Li gorî rêjeya fermî ya bilindbûna bêkariyê diyar dibe ku hikûmetên li pey hev ên Îranê li hemberî aloziya bêkariyê ti çare peyda nekirine, tevî ku gelek soz hatin dayîn ku dê bi awayekî bingehîn çareser bikin û dê gelek projeyan ragihînin da ku aloziyê bi dawî bikin.

Tevî dewlemendiyê, Hikûmetê alîkarî bi ziyankarên erdhejê re nekir

Welatiyên li bajarên ku piraniya niştecihên wan Kurd, Ereb û Belucîne rastî siyasetên nijadperestiyê ji aliyê rêjîma milî ya Îranê ve tên. Bi taybet gelê Kurd ku ji xebatên siyasî bê parin û xizantiyeke dijwar jiyan dikin. Di 13’ê Mijdara 2017’an de bajarê Kermanşah a Rojhilatê Kurdistanê rastî erdhejekê hat û di encamê de 474 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bêtirî 9 hezar welatî jî birîndar bûn, lê hikûmeta Îranê tevî dewlemendiya xwe ti alîkarî bi ziyankaran re nekir.

Li bajarên Îranê nerazîbûn

Di encama rewşa jiyanî ya dijwar de, welatî ji hemû netewan rabûn ser piyan û nerazîbûna xwe ji ber bilindbûna buhayan û bilindbûna rêjeya bêkariyê nîşan dan û banga başkirina rewşa jiyanî kirin.

Di nava bajarên rabûne ser piyan de bajarê Meşhed bû ku duyemîn mezintirîn bajarên Îranê ye. Her wiha li gelek bajarên din ên Îranê weke Şahord, Kaşmer, Rizawî, Nîşabor, Kermanşah, Şêrzad, Loristan, Mihemra û Asfehan hêjî li qadanin û nerazîbûna welatiyan derbasî paytext Tehranê û gelek bajarên din dibe.

Evan xwepşandanên ku bê pilan derketine tavilê metirsiya welatiyan a hovîtiya desthilatdarê Îranê bi cih hat û dezgehên ewlehiyê bi hovîtî li hemberî xwepêşandêran derdikevin, her wiha gelek welatî bi hinceta ku aramiya welat tevlîhev dikin.

Xwepêşandêran durişmeyên li dijî desthilatdariyê qîriyan ên weke “Girtiyên siyasî serbest berdin”, “Azadî yan mirin”, “destên xwe ji dewletên cîran vekişînin û bi me bifikirin”, “welatî parse dikin û oldar weke xwedawendan tevdigerin”, “Ji Sûriyeyê derbikevin û bi me bifikirin”, “Ez canê fedayî Îranê dikim û fedayî Gazzê û Lubnanê nakim” û “Bimre Rohanî”

Pereyên Îranê li çi xerc dibin?

Çalakvanên siyasî û hiqûqnasên Îranê hikûmeta Îranê tewanbar dikin ku miqdareke mezin ji berhema welat ji “milîsên mezhebî” re yên li Îraq, Sûriye û Yemenê veqetandine, li aliyê din civaka Îranê rastî pirsgirêkên aborî û civakî yên mezin tê.

Îran destwerdana gelek dewletên herêmê dike da ku siyasetên xwe bide meşandin û bi taybet li Sûriye, Îraq û Lubnanê da ku Hîlala Şîayî ava bike û Îranê bi Sûriyeyê ve girê bide û xwe bigihîne Lubnanê. Bi vê armancê Îranê Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê û gelek komên çekdar di bin navên cûda de û bi hinceta şerê li dijî DAIŞ’ê ji Sûriye û Îraqê re şandin.

Îran her wiha alîkariya koma Hizbullah a Lubnanê û koma Ensar Ellah a Husiyan li Yemenê dike û destwerdana karûbarên hundirîn a dewleta Behrêynê dike û li dijî gelê Kurd li Sûriye û Îraqê hevkariya Qeterê û Tirkiyeyê dike. Her wiha dijberiya Siûdiyê û gelek dewletên herêmê yên Sunnî dike.

Komên Îranê niha ji bo girêdana Sûriyeyê bi Îraqê ve li nêzî bajarê Bokemal a Sûriyeyê dixebitin. Tehranê di van demên dawî de riyeke bejahî ji Tehranê ber bi derya Spî ve bikar tîne. Evan proje hemû ji aliyê hikûmeta Îranê ve tên fînansekirin û li ser hesabê gel tên meşandin. Vê yekê hişt ku welatiyên Îranê bêtir bi hêrs bibin û li dijî rêjîma xwe rabin ser piyan. Li gorî dîmenên di van rojan de hatine belavkirin welatiyan wêneyên serokê Îranê Hesen Rohanî û Rêberê Şoreşa Îranê Elî Xumênî dişewitînin.

Hêzên ewlehiyê bi tundî bersiva xwepêşandanan didin

Piştî ku xwepêşandan hatin lidarxistin û durişmeyên siyasî li dijî rêjîma milî ya Îranê hatin gotin, desthilatdarên Îranê tavilê rikberên xwe tewanbar kirin ku ew li paş van xwepêşandanan in û li dijî xwepêşandêran tundî bikar anî. Desthilatdaran tavilê berê xwe dan kolanan û ji tecrûbeyên xwe yên li Sûriyeyê sûd wergirtin û hovîtî li dijî xwepêşandêran dane meşandin.

Yek ji rêbazên ku desthilatdarên Îranê li dijî xwepêşandêran dane meşandin ew e ku endamên ewlehiyê neçar kirin ku bi cilên sivîl derbikevin û xwepêşandanên alîgirtiya rêjîmê lidar bixin, ango heman rêbazên ku rêjîma Sûriyeyê di destpêka xwepêşadanên banga hilweşandina rêjîmê de dikirin dimeşîne.

(jh)

ANHA