Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Serkeftin a gelê mafedar e‘

ROZANA DADO – FÎDAN EBDULLAH

EFRÎN – Jinên herêma Efrînê diyar kirin ku ew ê xeta şehîda Avesta Xabûr temam bike û tekez kirin ku serkeftin a gelê mafdar e.

Îro bi sed hezaran welatiyên Efrînê bi armanca şeremzarkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û terorîstên wî li qadan bûn.

Hejmarek jinên ku beşdarî meşê bibûn nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman û êrîşên dagirkeriyê şeremar kirin.

LAWEND GILO

Lawend Gulo armanca beşdarbûna xwe ya meşê dispêre hizkirin û girêdana xwe bi xaka Efrînê û dibêje ku beşdarbûna hejmara mezin a ji bo meşê cihê serbilindahî ji bo gelê Bakurê Sûriyê û tevahî gelê azadîxwaz e.

Lawend di berdewama axaftina xwe de dibêje “Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û balafiran êrîşî sivîlan dike, li hemberî van êrîşan em bêdeng namînin, em çek hilgirin û li dijî wan şer bikin û Efrînê wê bibe bajarê aşîtî û warê zeytûnan.”

CEMILA HENAN

Cemîla Henan dewleta Tirk îşaret kir “Erdogan bi êrîşên xwe yên li ser sivîlan, bi taybet zarok nîşana bê miroviya xwe diyar dike. Em ê heyfa van şehîdan ên ku xwîna xwe fedayî xaka zeytûnê kirinê, li erdê nehêlin.”

Cemîla diyar kir ku tank û topên dagirkeriyê vîna wan têk nabe, nîşaneya vê yekê ev xwepêşandan e.

FIRYAL SIDO

Firyal Seydo got “Deweleta Tirk nabêje ev mezin e an biçûke, êrîşî sivlan dike. Her zeytûneke wê li hemberî wan bibe şervan û şer bikin.”

NEZIRA USMAN

Dayika 3 şehîdan Nezîra Osaman dibêje ku artêşa Tirk a dagirker wan natirsîne û wiha anî ziman “Divê Erdogan dîrokê bîne bîran xwe ku ew ji beriya 40 salan şerê vê gelê dike, lê nikare vîna wan bibe. Êrîşên wî yên hovane li dijî Efrînê, nîşana têkçûyîna wî diyar dike, em ê xeta şehîdan Avesta Xabûr a ku ji bo gelê Efrînê benda xwe feda kir.”

(bb)

ANHA