Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Serkeftina Astana ne gengaz e ger ku Kurd û QSD`ê tevlê nebin’

CÎHAD ROJriyad-dirar1

NAVENDA NÛÇEYAN – Muxalifê Sûrî Riyad Derar civîna Astna bi”civîna berjewendiyan”bi nav kir û da zanîn ku wê encamên baş ji civîna Astana dernakevin ger ku Kurd û QSD`ê amade nebin.

Muxalifê Sûrî Riyad Derar derbarê civîna Astana bersiva pirsên ajansa me dan.

-Win hewldana Rûsya- Tirkiye bi kombûna di navbera opesizyonê û rejîmê li Astana çawa dibînin?

Civîna Astana civîna berjewendiya ne ji ber ku ger bi serkefê wê lîstokên nû ji siyast û şerê herêmê re werin diyarkirin. Astana civînekî tektîkî ye piştî şerê Helebê ji bo diyarkirina helwestan tê lidarxisti.

-Girîngiya civînê di vê demê de çi ye?

Civîna Astana li ser daxwaza Rûsya piştî şerê Helebê ku hêzên çekdar bikşîne nava danûstandinan pêk hat. Her wiha ji bo diyarkirina hêzên ku Rûysa nav lê dike teror  ji hêzên din û wan bi Cebhet El-Nusra ve bide girêdanê. Ji ber ku wê di dema pêş de li Idlibê bike armanca guleyên xwe.

-Bi nêrîna we wê kîjan alî beşdarî civîna Astana bibin?

Her hêzeke Sûriyê dixwaze beşdarî civîna bibe da ku cihê xwe di pêvajoyên pêş de bigre. Di heman demê de her hêzeke siyasî koalîsyona xwe xurt dike da ku beşdarî Astana bibe. Lê di vir de aliyên ku wê beşdar bibin wê li ser daxwaza Rûsya, Tehran û Enqera pêk werê.

-Tirkiyê îşaret dike ku wê destûrê nede ku hêzên Kurdî tevlî Astana bibe win vê yekê çawa dibînin?

Tirkiyê tiştên ku jê nayê xwestin dike û destwerdana xwe pêvajoya siyasî li Sûriyê asteng dike ji ber ku hewl dide çekdarên islamî beşdarî pêvajoya siyasî bike. Lê ev yek wê rastî helwesta Îranê û hebûna bibandor a Kurdan li ser erdê werê, ji ber vê yekê jî helwesta Tirkiyê çareseriya asteng dike ji ber ku yekrêziya Sûriyê ji hev dixe.

-Gelo wê civîna Astana bi encam bibe ger ku nûnerên hin pêkhateyên Sûriyê beşdar nebin?

Serkeftina Astana wê ne kamil bibe û wê wisa derbas bibe. Dûrxistna çi pêkhatî wê serkeftinên Astana kêm bimîne û wê neçar bimînin ku gelek civînin din li dar bixin. Ji ber vê yekê jî çareseriya herî baş beşdarbûna hemû aliyên peywendîdar di pêvajoya siyasî de û tu pêkhate neyên dûrxisitn.

Ne beşdarbûna Kurdan û QSD`ê tu wateya danûstandinan tune ye û bi sernakeve ger ku ew beşdarî nebin.

Têkildarê agirbesta Sûriyê rejîm muxaleftê tewanbar dike û hêzên muxalif rejîmê bi binpêkirina agirbestê tewanbar dikin, gelo di nêrîna we de di atmosfêrkî bi vî awayî de wê civîna Astana bi ser bikeve?

Binpêkirina agirbestê ji her du aliyan de armanca xwe taloqkirina civîna Astana ye da ku her aliyek destkeftiyan li ser rûyê erdê bi dest bixe ji bo helwesta xwe di danûstandinan de xurt bike.

(kc)

ANHA