Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sersaxî ji malbata şehîd Xebat Hedad re hat xwestin

Dîmen

TIRBESIPIYÊ – Bi sedan welatiyên herêma Tirbesipiyê sersaxî ji malbata Şehîd Xebata Hedad re xwestin.TIR-KONE-SERSAXIYE ‫(140837382)‬ ‫‬

Bi sedan welatiyên herêma Tirbespiyê serdana konê sersaxiyê yê Şehîd Merwan Erak (Xebat Hedad) ê li gundê Xezîla ya girêdayê bajarê Tirbesipiyê û sersaxî ji malbata wî re xwestin. Şehîd Xebat Hedad di hemleya rizgarkirina Reqa de jiyana xwe ji dest da.

Di bin konê sersaxiyê de piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Li ser navê YPJ`ê Fermandar Nûda Şêrzad, YPG`ê Ebdilxenî Silêman, PYD`ê Silêman Beder, Kongra Star Asiya Cûma, Meclîsa herêma Tirbespiyê Hevserokê Meclîsê Ebdilrehîm Hiso axivîn.

Di axaftinan de berxwedana şehîdan hate silavkirin û hate gotin ku bi saya tekoşîna şehîdan gelê herêmê azad jiyan dikin. DI axaftinan de her wiha soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Serdana konê sersaxiyê didome.

(jo)

ANHA