Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sersaxî ji malbata şehîd Yilmaz re hate xwestin

KOBANÊ – Şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Yilmaz Kobanê re xwestin. Konê sersaxiyê li ber mala şehîd ango gundê Girik ê başûrê bajarê Kobanê yê girêdayî navçeya Sirînê hatibû vedan.KOB-SER SAXI- JI -MALBATA-SEHID- YELMAZ- HAT- XASTEN (3)

Şêniyên kantona Kobanê, nûnerên TEV-DEM, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Hêzên Asayîşê sersaxî ji malbata şehîd Abdullah Hemo (Yilmaz Kobanê) re xwestin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê, ji rêveberên Meclîsa TEV-DEM`ê yê navçeya Sirînê Abdullrehman Demir axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Demir anî ziman ku wan gelek şehîd di rêya ku Ocalan diyar kiriye dane û ew amade ne bedelên din jî bidin da ku gel bighêje azadiya xwe.

Merasîm bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

http://ku.hawarnews.com/sehid-yilmaz-kobane-hate-oxirkirin/

(kc)

ANHA

KOB-SER SAXI- JI -MALBATA-SEHID- YELMAZ- HAT- XASTEN (4) KOB-SER SAXI- JI -MALBATA-SEHID- YELMAZ- HAT- XASTEN (1)