Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sersaxî ji malbata şehîdê Berxwedana Serdemê re hate xwestin

KOBANÊ – Meclîsa Malbatên Şehîdan û gelê Kobanê serdana konê sersaxiyê yê şervanê YPG`ê Merwan Muslim (Erdal Kobanê) ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bibû û sersaxî ji malbatên şehîd re xwestin.

Merasîma sersaxiyê li gundê Qulê yê girêdayî herêma Sirînê hKOB-SEJEL- SEHID-ARDAL- ILAN-KEREN (3)tibû lidarxistin. Tevî şêniyên kantona Kobanê, saziyên girêdayî TEV-DEM û saziyên civaka sivîl re beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîma sersaxiyê de, gel wêneyên Ocalan, ala TEV-DEM û şaxên zeytûnan rakiribûn.

Merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paşê, ji rêveberên TEV-DEM`ê ya herêma Sirînê Kendal Şîmal axivî û got di dîroka gelê Kurd de gelek destan di oxira parastina welat de hatine nivîsandin û gelek şehîd jî hatine dayîn.

Kendal destnîşan kir ku şehîd  Erdal ne tenê şehîdê Efrînê ye, ew şehîdê her çar parçeyên Kurdistanê ye, ji ber êrîşa li ser Efrînê li ser tevahiya  gelê Kurd û mirovahiyê ye.KOB-SEJEL- SEHID-ARDAL- ILAN-KEREN (1)

Paşê, Meclîsa Malbatên Şehîdan wesîqeta şehîd xwend û radestî malbatê kirin.

Merasîma sersaxiyê bi dûrişmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

(kc)

ANHA