Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sersaxî ji malbatên 3 şehîdên Berxwedana Serdemê re hate xwestin

HELEB – Bi sedan şêniyên bajarê Helebê sersaxî ji malbatên 3 şervanên Berxwedana Serdemê re, xwestin.

Bi sedan şêniyên bajarê Helebê û endamên Meclîsa Leşkerî ya YPG`ê yên bajarê Helebê berê xwe dan konê sersaxiya şervanên QSD`ê Mezlûm Heleb, Cûdî Qendîl û Deştî ku di bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên li ser herêma Efrînê şehîd bûne û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.

Konê sersaxiyê ku li Qada 7 Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hate vedan bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG û Meclîsa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Merasîmê sersaxiyê bi rêzgirtin hate destpêkirin. Paşê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nayla Nasir, bi navê Meclîsa Leşkerî ya Helebê Zagros Efrîn, Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Nesrîn Reşîd û Endama Kongreya Star Sîham EL-Şêx axaftin hatin kirin.

Di axaftianan de sersaxî ji mabatên şehîdan Berxwedana Serdemê re hate xwestin. Her wiha di axaftinan de hate destnîşankirin ku şervanên QSD`ê hemû pîlanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakurê Sûriyê vala derxistin û hate tekezkirin ku bi saya xwîn û  berxwedana şehîdan wê gelê herêmê ji zilm û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, rizgar bibe.

Her wiha hate gotin ku wê şervanên QSD`ê li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi ser bikevin.

Di dawiyê de hate gotin ku hemû şêniyên Helebê amade ne ku berê xwe bidin çeperên şer û  tola şehîdên xwe rakin.

Paşê wesîqetên  her sê şehîdan ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Merasîmê sersaxiyê bi dûrişmeyên bijî Berxwedana Serdemê bidawî bû.

(bx)

ANHA