Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şervan Derwîş: Dewleta Tirk û rejîma Sûriyê hewl didin tevlehevî çêbikin

Dîmen

KAMÎRAN XOCE

MINBIC – Şervan Derwîş got ku dewleta Tirk û rejîma Sûriyê ji ewlekariya ku li bajarê Minbicê  pêk hatiye aciz in û  hewl didin tevleheviyê li herêmê çêbikin.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş derbarê gefxwarinên dagirkirina Minbicê ji aliyê  AKP û serokê wê Erdogan ji  ajansa me re axivî û got ku dewletên ku berjewendiyên xwe hene û nahêlin projeya demokratîk li Sûriyê pêş bikeve di  serî de dewleta Tirk û rejîma Sûriyê ji ewlekariya li bajarê Minbicê aciz dibin û hewl didin tevlehevî li herêmê çêbikin.

Derwîş bal  kişand ser gefxwarinên AKP û bi lêv kir ku ev gefxwarinên wan ne tiştekî nû ye û gelê Sûriyê êdî fêrî vê yekê bûye  û wiha pê de çûʺDaxuyaniyên Erdogan ên derbarê xetên xwe yên sor de mîna Şam, Humis û Heleb di bala her kesî de ye.ʺ

Şervan tekez kir ku êrîşa li dijî herêmên me ne wekî yên dinin û egera wê wiha rave kirʺRêbaz, plan, hêz û îradeya me اheye. Her wiha baweriya me bi gelê me ye ku wê parastina welat û destkeftiyên xwe bike û wê li rex me bisekine.ʺ

‘Em hêzeke parastinê ne’

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi bîr xist ku ji dema şerê dawî ya  li ser xeta ʺÇemê Sacûrʺ agirbest bi serpereştiya Koalîsyona Navneteweyî pêk hat û wiha dewam kirʺKoalîsyona Navneteweyî hete niha eniya Çemê Sacûr(ango xeta agirbestê) dişopîne. Em hêzeke parastinê ne û hewl nadin ku tu tevlîheviyan li herêmê çêbikin.ʺ

Şervan Derwîş di dawiya axaftina xwe de e gotʺEm amadekariyên xwe dikin. Çi êrîş yan jî provaksyon li dijî bajarê Minbicê û Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê çêbibe, wê hêzên me bersivê bidin.ʺ

(kc)

ANHA