Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şervan Derwîş: Li Minbicê rihê dîroka Newrozê vejîn bûye

Dîmen

MINBIC – Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku îro Minbicê Newroza azadiyê bi rengên buharê pîroz dike û wiha got: ʺNewroz rojeke nû ya gelê Minbicê ye. Bi îradeya ciwanên wê yên leheng û fedakariya Şehîdên xwe gelê wê karîbû xwe ji terorê rizgar bike û rihê dîroka Newrozê vejîn bike.ʺ

Berdevkê fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş di axaftina xwe ya di şahiya Newrozê de diyar kir ku ewê bibin mertala bihêz ya parstina herêmê û dê li dijî hemû hewlanên vegera rengê reş derkevin û parstina gelê herêmê bikin.

Derwîş di axatina xwe de peyama şervanên ku di eniyên şer de parstina herêmê dikin jî anî ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: ʺBi navê Şervanên li eniyên berxwedanê Minbicê û gundewarên wê diparêzin em Newrozê pîroz dikin.  Newroz li tevahî gelê Bakurê Sûriyê pîroz be, Newroza Rêberê APO ku rêya me ronî kir di hezar xêrê û xweşiyê de be.ʺ

Derwîş dîroka Newrozê bibîr xist û wiha dom kir: ʺAgirê Newrozê ji beriya 2 hezar û 600 salan ve li dijî zilmê, zordarî û terorê dest pê kiriye. Ew ruhê ku ji dîrokeke dest pê kiribû îro li Minbicê xwe nû dike.  Minbicê îro bi rebgên buharê Newrozê hatiye xemilandin. Rengê reş ji ser xwe avêtiye. Newroz bûye roja nû ya Gelê Minbicê. Bi îradeya ciwanên xwe yên leheng û şehîdên xwe karîbû xwe ji terorê rizgar bike.ʺ

Şervan Derwîş di dawiya Axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: ʺEm hîne li ser soza xwe ya berxwedanê ne. Bi navê hezaran şervanên li eniyên şer berxwedanê dikin em careke din Newroza azdî û demokrasiyê pîroz bikin. Dibêjim Minic a wek mozayîka pêşeroja Sûriyê ye. Bi hêz li hemberî kesên hewil didin rengê reş vegerîne Minbicê, Minbic bisaya ciwanên xwe azad e, her bijî yekîtiya biratiya gelan.ʺ

(rr/dc)

ANHA