Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şervan Derwîş:Tirkiyê şerê terorê nake, lê herêmên me dagir dike

LEZGÎN ÎBREHÎM

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş destnîşan kir ku bi êrîşa li ser Minbicê, niyeta dewleta Tirk eşkere bû û wiha got: ʺDewleta Tirk ne şerê terorê dike, lê belê ew dixwazin bajarên me dagir bikin.ʺ

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Minbicê û geşedanên dawî yên li herêmê têne jiyankirin, pirsên ANHAʹyê bersivand.

*Hûn vekişandina YPGʹê ya ji Minbicê çawa dinirxînin, tevlî vekişandina YPGʹê jî Artêşa Tirk êrîşî gundên Minbicê dike?

Vekişandina YPGʹê li ser esasê lihevkirina bi Koalîsyona Navdewletî ji Minbicê pêk hat. YPGʹê bi vê yekê sozên xwe pêk anîn û biryarên exlaqî ku li ser xwe giritibûn, pêk anîn. Karê YPGʹ berûvajî îdayên li vir û wir têne kirin. Îdayên wan têne kirin, wekî ku YPGʹê ne hêzeke Sûriyê ye. YPGʹ bi qehremanî şerê teroristan kirin. Wan isbat kirin ku erka xwe ya exlaqî û mirovî beranberî parstina sivîlan pêk anîn. Ne wekî komên din ên çekdar komkujiyan pêk tînin û tundiyê li ser gelê Sûriyê dikin.

Diyare ku AKPʹê û baskê xwe yê istxbaratî û leşkerî û bi alîkariya komên çete ku navê ʹDiri El-Firat li xwe dikin ziyana xwe ji vekişîna YPGʹê dîtiye, ji ber vê yekê di vê demê de xwest ku vekşînê li gorî berjewndiyên xwe bide bikaranîn. Bi vê yekê dê herêma Minbic û gundên wê ku bi saya Melcîsa Leşkerî ya Minbicê hate irzgarkirin teng bike. DI nerîna wan de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nikare erka xwe ya parstinê pêk bîne û di vê mijarê de ew lawaz in.

*Êrîş çawa pêk hat, çi çek di êrîşê de hatin bikar anîn û kîjan navendên we hatin hedefgiritin?

Dewleta Tirk ji bo pîlanên xwe yên dijminane pêk bînin, hemû cûreyên çekên giran û ezmanî, tang û top bikar anîn. Gelek noqteyên me yên rojavayê Minbicê topbaran û bombebaran kirin. Gundên Şêx Nasir, Qert WÊran û Îlan hedef giritin. DI encmaê de hin welatiyên sivîl birîndar bûn, her wiha gelek ziyana madî di mal û milkên welatiyan de pêk hat. Herw iha şervanekî me şehîd bû û 2 birîndar bûn. Hêzên me jî bersiv dan êrîşê. Me karîbû tangeke komên çete yên girêdayî Tirkiyê biteqîne. Hin çete hatin kuşûtin. Hin endamên me jî di şerê gundên Şêx Nasir û derwora wê de birîndar bûne. Şervanên me cihê xwe baş giritine û Arêtşa Tirk û komên çete yên girdayî wan nikarin bikevin herêmê.

*Di nerîna we de Armanca Tirkiyê ji êrîşa li ser Minbicê çiye, tevlî ku YPGʹê li Minbicê niha nîne?

Êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê perde ji ser niyeta wan a veşartî rakir. Her wiha idîayên wan ên ne rast diyar kir. Diyare ku armanca wan ew ku herêmên me dagir bikin. Di heman demê de diyar dikin ku ew şerê komên çete yên DAIŞʹê dikin. Hemû karê wan niha ketiye wê mijarê ku Minbic dagir bikin û komkujiyan û karên ne mirovî li wir pêk bînin.

*Hûn helwesta Koalîsyona Navdewletî ya li ser vekişîna YPGʹê ji Minbicê û êrîşên Arêtşa Tikriyê çawa dinirxînin?

Divê raya giştî baş bizane ku vekişîna YPGʹê di encama hevkariya bi Koalîsyona Navdewletî re pêk hatiye. Gelek şervnên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku parstina herêmê dikin, bi alîkariya Amerîka hatin perwedekirin, da ku parstina Minbic û gundên wê bikin. Niha hejmare şervanên me gihiştiye 5 hezaran, sicilên ên di perweredeyan re derbas bûne li gel rêveberiya Koalîsyona Niştimanî hatine qeydkirin.

Li ser vî esasî pêwste Koalîsyona Navdeweltî sozên ku giritiya ser xwe ku bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re gitine pêk bîne. Bi vê yekê pêwîste rê need ku Tirkiyê û komên wê yên çete êrîşî herêmê bikin û aramiya herêmê pêk bîne.

Herêm hatiye rizgarkirin û şêniyên wê rêveberî û parstina wê dikin.

(dc)

ANHA