Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şervan: Gihandina herdû baskan rizgarkirina Tebqayê hêsan dike

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê dane zanîn ku gihandina herdû baskan gaveke girîng e û riya rizgarkirina bajarê Tebqayê hêsan dike.

Duh şervaên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundên Kurmano û Hiwêj ên gundên Reqayê ji çeteyên DAIŞʹê rizgar kirin. Bi rizgarkirina herdû gundan re êdî riya rizgarkirina bajaroka Tebqa hêsan dibe. Bi rizgarkirina herdû gundan re her wiha êdî 45 gund û 20 mezreyên bakurê Reqqa ku di bin dagirkiriya komên çete yên DAIŞʹê de ne ketine çemberê.

Bi vê rizgarkirina wan gundan û gihandina herdû baskên qonaxa duyemîn a Hemeleya Xezeba Firatê re êdî şervanên QSDʹê nêzî bajarê Tebqa bûne û bi vê yekê re êdî nêzî bajarê Reqqa dibin.

Têkildarî mijarê şervanê Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Şiyar Elî got ku wan gundên Kurmanco ji çeteyan rizgar kirin û bi vê yekê li pişt çeteyan zîvirîn û ev tişt anî ziman: ʺEv yek piştî şerekî dijwar û berxwedaneke bê hempa ku şervanên me bi de3st xistin pêk hat. Bi vê yekê re xetên me yên parastinê hatin avakirin.ʺ

Di heman çarçoveyê re şervanê bi navê Ebûd El-Ehmed jî got ku şêniyên bajarê Tebqa li bende şervanan e ku wan ji çeteyan rizgar bikin û wiha dom kir: ʺŞêniyên herêmê dixwazin cihê xwe di rizgarkirina bajarê Tebqa de bigirin. Bi rizgarkirina herdû gundên êdî em 28 kîlometreyan nêzî bajarê Reqqa bûne.ʺ

(dc)

ANHA