Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şervanan du gund rizgar kirin û gundek dorpêç kirin

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundên Nûfel û Ezîz rizgar kirin, li baskê duyem pêşve çûn û gundek dorpêç kirin.

Pêngava sêyem a Hemleya Xezeba Firatê didome. Şervanan li baskê sêyem ê ku dikeve ser riya Mekmen, gundên Nûfel û Ezîz rizgar kirin, maşîneke leşkerî hat rûxandin û li derdora gundên Sebah El-Xêr û El-Ferar şer didome.

şervan îro li baskê duyem ê li gundê Bîr Hebîb jî, 7 km pêşve çûn û gundê Terfawî dorpêç kirin.

(ekîp/mm)

ANHA