Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şervanan kargeheke mayînan dîtin û dor li çeteyan girtin

Dîmen

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li derdora gundê El-Cezera, kargeheke çêkirina mayînan dîtin û dor li çeteyan girtin.

Nûçegihanên ANHA′yê yên ku Hemleya Xezeba Firatê dişopînin, ragihandin ku şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li derdora gundê El-Cezera ku dikeve rojhilatê Reqqayê û bakurê çemê Firatê, kargeheke çêkirina mayînan dîtin.

Şervanên QSD′ê niha dor li çeteyên di hundirê gund de, girtin. Gundê El-Cezera 65 km dûrî Reqqayê ye, 50 km jî dûrî Dêrezorê ye.

(mm)

ANHA