Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şervanan malbatên şehîdan vexwendin ser xwarinê

GIRÊ SPÎ – Bi boneya cejna şehîdan, şervanên YPG/YPJ′ê malbatên şehîdan ên herêma Girê Spî vexwendin ser xwarinê.GIRE SPI-YPG-YPJ-JI-MALBATEN-SEHIDA-RE-XWARIN-CEKRIN1 ‫(122356226)‬ ‫‬

Bi vexwendina şervanan, bi dehan malbatên şehîdan, Endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr li dibistana Ehmed Yasîn a li ser Sukan a bajarê Girê Spî amade bûn û xwarin ji wan re hat pêşkêşkirin.

Destpêkê deqeyek rêz hat girtin, piştre Fermandarê YPG′ê Nûrî Mehmûd, Fermandarê Meclîsa QSD′ê mîralayî Husam Ewak û Hevseroka Rêveberiya Xweser a bajêr Zelîxe Ebdî axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û dane zanîn ku bi saya xwîna şehîdan, yekîtiya gelên herêmê li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan, ava bû.GIRE SPI-YPG-YPJ-JI-MALBATEN-SEHIDA-RE-XWARIN-CEKRIN1 ‫(1)‬

Axaftvanan her wiha hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û soza domandina têkoşînê dan.

Piştre xwarin hat xwarin, spasiya şervanên YPG/YPJ′ê hat kirin.

(mm)

ANHA