Têkilî | Derheqê me de

Şervanan riya El-Cisir El-Cedîd kontrol kirin û derbasî taxeke nû bûn

LEZGÎN

REQA – Şervanên QSD′ê riya El-Cisir El-Cedîd kontrol kirin û derbasî taxa Nezle Şihadê bûn. Her wiha balafirên koalsiyona navneteweyî jî noqteyên çeteyan bombebaran dikin.

Hemleya rizgarkirina Reqayê bi hemû hêza xwe didome. Şervanên QSD′ê xwaringeha El-Şeraa û stasyona Firatê rizgar kirin û riya El-Cisir El-Cedîd bi temamî kontrol kirin. Her wiha şervan derbasî avahiyên destpêkê yên taxa Nezel Şihadê yên ku sekvanên çeteyên DAIŞ′ê lê bi cih dibûn û hewl didan hemleya rizgarkirina Reqayê asteng bikin, bûn.

Duh jî taxa Yermûk a rojavayê bajêr hat rizgarkirin û şervanên ji saetên sibehê dest bi xebatên paqijkirina taxê ji mayînên çeteyan kirin. Bi vê yekê 8 taxên bajêr hatin rizgarkirin.

Her wiha li taxa Şîham Bin Ebdulmelik a dikeve başûrê û derdora mizgefta Etîq a dîrokî ya li taxa Reqaya Kevin pevçûn didomin, lê hejmara kuştiyên çeteyan hat zanîn.

(mm)

ANHA