Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şervanên QSD′ê zêdeyî 10 hezar  koçber rizgar kirin

Dîmen

DILÎŞAN ÎBIŞ

REQQA – Şervanên QSD′ê zêdeyî 10 hezar şêniyên bajarê Reqqayê û gundewarên wê ku ji ber ji ber zulm û hovîtiya çeteyên DAIŞ′ê, reviyan, rizgar kirin.REQQA-BI-HEZARAN-KOCBER-GIHISTIN-CIHEN-RIZAGARKIR-BUN1 ‫(1)‬

Bi hezaran şêniyên gundewarên bakurê bajarê Reqqayê ji ber zulm û hovîtiya çeteyên DAIŞ′ê, koçî herêmên di bin ewlekariya şervanên QSD′ê de. Şervanan korîdorên bi ewle ji koçberan re vekirin, pêşwaziya wan kirin, ew li herêmên bi ewle bi cih kirin û pêdiviyên wan peyda kirin.

Duh zêdeyî 10 hezar koçber ji bajarê Reqqayê û gundewarên wê bi kêfxweşî, xwe gihandin warên azad. Jineke koçber a ji gundê Meskenê anî ziman ku ew ji ber zulma çeteyên DAIŞ′ê jiyan li wan reş bû.

Jineke din a ji gundê Kebiş Xerbî jî, hêvî kir ku şervanên QSD′ê pêşve biçin, hemû gundewarên herêmê rizgar bikin, da hêviyên zarokan ji nû ve şîn bibin.

Koçberan pêşketin û serkeftinên hê mezintir ji şervanên QSD′ê re hêvî kirin.

Koçberiya şêniyên Reqqayê ber bi warên azad ve, didome.

(mm)

ANHA